|
PDK-Bakur pêwîst e derbasî xebata legalîteyê bibe! |
2010-02-14 09:03 |
|
|
Li gor dîtina min ji aliyê pirraniya raya giştî ya siyaseta kurd ve dema xebata illegalîteyê derbas bûye.
Ji ber vê çendê, israrkirina berdewamiya vê xebatê ji paşdamayin û lawazbûnê pê ve nade wan rêxistin û partiyên kurd yên ku li ser berdewamiya vê xebatê israr dikin.
Herweha jixwe israrkirina berdewamiya xebata îllegaliteyê ji zererê pê ve nade miletê kurd.
Di vir de banga min taybetî ji bo PDK-Bakur e.
Ji ber ku diyar e PDK-Bakur bi vî awayê israrkirina berdewamiya xebata îllegaliteyê wê tiştekî bi ser neyêxe û herçend diçe dê ew ji qada siyaseta kurd dûr bikeve û di dawiyê de wê ”were jibîr kirin” jî.
Gelek caran bi gelek heval û dostên xwe yên PDK-Bakur re me li ser vê noqteyê minaqeşe kiriye û em digihin eynî dîtin û baweriyê ku xebata îllegal zerarê dide PDK-Bakur.
Jixwe van rojên dawiyên de ev dîtin û bawerî ji aliyê hinek kesayetî, rêvebir û xebatkarên partiyê ve tên gotin û weşandin jî.
Îro herkes jî pê dizane ku kar û xebata ku PDK-Bakur siyaseta xwe bi rêya îllegaliteyê berdewam bike nemaye.
Herweha divê em bi awayekî eşkere qebûl bikin ku rewşa Tirkiye ya siyasî û konjuktura dinê ya niha zemîn ji wî rengê xebatê re nehêliştiye.
Li şûna wê xebata legal herçend diçe cih digire û berfereh dibe.
Li gor vê yekê, pêwîst e PDK-Bakur hay ji vê rewşê hebe û jê sûd bigire, lê hene ew dê nekare siyaseta xwe berdewam bike.
Wê siyaseta wê bixetime jî.
Ji ber vê sedemê, li jêr çend pêşniyarên xwe ji rêvebirî, endam, piştgir, dost, dilsoz û hejîkerên PDK-Bakur re dikim:
1-Bila rêvebiriya PDK-Bakur di demek nêzîk de bicive û biryara pêkanîna kongreyekê heya havînê bide.
2-Bila tarîxa kongreyê hê ji niha ve were diyarkirin.
3-Mijara Kongreyê divê li ser esasê devjêberdana xebata illegal be û biryara derbasbûna xebata legal li bakurê Kurdistanê be.
Ango bila hê ji niha ve mijara kongreyê diyar û zelal be.
4-Divê hê ji niha ve PDK-Bakur xwe amadeyî qada legal bike da ku ew bibe partiyek vekirî, eşkere, legal li Tirkiye.
5-Ew kongre dikare kongeraya “muwaqat” bo 6 mehan be heya ku kongreyek dî hê berferehtir were pêk anîn.
Sedema vê jî ew e da ku PDK-Bakur wextê xwe yê giranbiha hê bêhtir winda neke.
Nivîs: Dr.Cuwan Heqi |
|