|
Versiona 1.0 ya kurdan û xizmetkarên ermeniyan |
2010-03-16 21:36 |
|
|
Di kovara zanistî ya swêdî, ”Illustrerad vetenskap”, hejm 12/-08 de, min nivîsek bi sernavê: ”versiona insanan 1.0 kevin bûye!”, xwend.
Di vê nivîsê de, tê gotin ku ”versiona insanan ya 1.0 kevin bûye.” Li şuna wê ew ”version 2.0” dide pêş.
Li gor wê nivîsê, sedemê kevinbûna version 1.0 ya insanan wisa ye:
Serdema ku insanên niha tê de dijîn, daxwazên xwe yên bilind hene.
Ev serdem ji insanan dixwaze ku ew superzane, efektîv be; di karê xwe de serê sedî sed serkeftî be.
Herweha, ew wextê xwe li gorî serdema rojane ya îroyîn- ku tempoyek xwe ya gelek bilind û ecele heye- plan bike û lingê xwe li gorî wê bavêje!
Insnanên serdema nû divê gelek tiştan bi hev re bizane û bike.
Divê kes zora wî/wê nebin.
Lîsteya daxwazên wisa û bêhtir ji insanên serdema me ya modern tên xwestin dûr û dirêj in.
Lê li aliyê dî jî, diyar e ku insanên niha nikarin li gorî roja îroyîn, modern gava xwe li gor wan daxwazan bavêjin.
Ew li pişt vê serdemê dimînin.
Her ji ber vê sedema pê re negihiştinê, mirov gelek organên wan diguhere:
Wek dil, gurçik, kezeba sipî/ ya reş.
Lê dîsa jî feyde nake- her insan bi şûn de dimîne.
Bi kurtî insanên niha bi kulê-kulê, seqetî li paş vê serdema me rêve diçin.
Lê zanistvanên teknolojiya niha dixwazin hema bêje insaneke ”hybrid”- têkel,têkilhev, ango ji teknojî-insanan biafirînin.
Da ku ew insanê hybrid bikare bersiva daxwazên serdema nû pêk bîne.
Mesele, wek zanistvanên teknolojiyê dixwazin di serê insanekî de ”chipekî” komputerê bicih bikin da ku ew insan li gor teknolojiya niha rêve biçe, xwe tev bide.
Ew ”chip” wê girêdana teknolojiya niha û faktorê insanî bi hev ve girê bide ku ew insan bibe wek ”superinsan”ê vê serdemê.
Ew dê ”ji hemû pirsgirêkan têbigihe û wan di demek zû de çareser bike!”
Vê nivîsa he ya zanistî bala min kişand ser pirsgirêkên me yên kurd û Kurdistanê.
Û ji xwe re difikirîm:
Li gor baweriya min pirraniya kurdan Kurdistaneke serbixwe, yekbûyû, azad û demokrat dixwazin.
Li gor min ev daxwaz belkî xewneke, lê daxwazek maqul e.
Rojnamevanekî emerîkî li ser vê daxwazê carekê wisa ji min re got: ”Ez dizanim ku xeyala pirraniya we kurdan Kurdistaneke serbixweye, belkî ev xeyal e, lê li gor dîtina min nabe hun dev ji vê xeyala xwe berdin! Mirov nizane pêşda çawa çêdibe! Te hew dît rewşeke taybet hat meydanê ku ev xeyala we kurdan derbasî rastiyê bû!”.
Vêca em dev ji vê ”xeyala” xwe bernedin.
Lê mirov wê çawa û heya kîjan radeyê (dereceyê) vê xeyala xwe bicih bîne?
Mirov dikare çend ji sedan vê daxwza xwe pêk bîne, ew dikeve ber pêvajoya dîroka li pêşiya me de.
Lê fikirîm ku heya mirov hindek ji vê ”xeyala” xwe pêkbîne, divê mirov ”aletê” pêkanîna vê xeyalê hebin.
Ew ” alet” jî bêgoman insanên siyasî yên kurd in.
Divê em bi kurdên xwe yên ku xwe didin ber siyasetê, vê daxwaza xwe ku li gor pirraniya me kurdan maqul e pêk bînin.
Lê pirs ew e:
Gelo bi kîjan kurdên siyasî?
Li vir em dialiqin, rê li ber me tên girtin.
Em nikarin ji xwe re kesekî/an bibijêrin.
Ger mirov li kurdên me yên ku siyaset kirine û dikin dinêre, mirov dikeve bêhêviyekê de.
Diyar e ku versiona 1.0 ya pirraniya kurdên me yên heya niha siyaset kirine û dikin, kevin bûye, dejenere (lewitiye, herrimiye) bûye.
Li vir çend elametên, îşaretên vê lewitandinê rêz dikim:
Fedakariya ji bo kurd û Kurdistanê bûye sifir.
Hejmara kesên ku xwe didin ber barên kurdan û fedakariyê dikin herrçî diçe kêm dibin!
Nedûrstî gihaye radeya herî bilind.
Du kes, du bira, di derbarê pirsa kurd û Kurdistanê de bi hev re nedurûst in.
Fesadî bê hed û hesab e.
Fesadiya ji bo hevûdu kirin ”bûye parçeyek ji jiyana rojane”.
Heya ji yekî tê ew li pişt heval, dost û birayê xwe tirba wan dikule.
Hesûdî: ”Taybetmendiyeke” ku li ba pirraniya kurdan her diçe zêde dibe.
Kesek xêra heval, dost û biraderê xwe yê kurd naxwaze!
Ew dixwaze dervayî wî/wê her kurdek heye here îflasê.
Bêwefadarî: Kesek xwe li heval, dost û biraderê xwe yê ku roja teng de alîkarî wî/wê kiriye, xwedî bike nemaye!
Wan rojên xwe yên zehmet û zor jibîr dikin.
Kesên alîkariya wan kirine nayên bîra wan û ew naxwazin werin bîra wan jî!
Li ser hesabê têkçûna hevûdu xwe rêvebirin wek ku bûye ”qanûnek” ku ”têkçûna birader/xuşka kurdê min, pêşveçûna min e!”.
Manîpulasyon/Xapandin:
Kurd ji berê û paşê de hatine manîpule kirin, xapandin. Û mixabin ew fêrî hevûdu xapandinê jî bûne!
Di serdema me ya îro de ew giha radeyek patolojîk.
Peyaktî (îspiyon, muxbir)-Di nava kurdan de muxbirên bo xizmeta dijmin her diçe zêde dibin!
Li aliyê dî jî, di nava kurdan de ji aliyê hevûdu ve muxbirtiya hevûdu li ba desthilatdariya xwe bixwe li ser biraderê xwe bi awayê stalînî xurt bûye!
Melaqtî, şelaftî-Hejmara kurdên ku xwe li ber desthilatdarekî- çi kurd be, çi ne kurd be- melaq bike, şelaftiyê jê re bike her diçe zêde dibe!
Ezîtî-”Ez û ne kes!” her çend diçe li ba kurdan dijwartir dibe!
Berjewendî- noqteya ku li ba kurdan herî zêde dibe ye!
Dikare bi hesanî xwe, heval, dost û biraderê xwe ji bo çend qurîşan bifroşe.
Ehmeqî/enayîtî-Min bi zanetî gotina ”enayîtî” ya tirkî jî hilbijart.
Li gor dîtina min ew gotin serê sedî sed psîkolojiya ehmeqiyê di nava xwe de kom dike.
Kurd çiqasê wesfê xwe bidin jî, lê ew ji ber ehmeqî û enayîtiya xwe dikarin bi hesanî werin xapandin.
Xulamtî: Ji xwe berê û paşê de xulamtiya gelek kurdan taybetî ji bo dijmin diyar e.
Lê dixweye ew di van salên dawiyê de gelek zêde bûye.
Mirov dikare van xalan dirêj bike.
Û nimûneya berbiçav:
Binêrin, wekîla kurd Gulan Avcî di meclisa Swêd de bi dengê xwe çawa xizmeta ermeniyan kir.
Bi dengê wê û dengek dî, meclisa Swêd roja 11/3-2010an de bi 130-131 qetlîama ermeniyan ji aliyê Tirkiye ve qebûl kir.
Meclisa Swêd ev qetlîam qebûl kir, nekir, ev ne derdê me kurdan e.
Lê noqteya xeter ev e ku Gulan Xatûn çawa kurdan jî weku ”şirîkê qatilê ermeniyan dide xuyakirin.” e.
Ev neheqî, xiyanetek mezin e dijî kurdan.
Nabe bi neheqî navê miletê kurd di dîrokê de were reşkirin!
Gûlan Xatûn xwe li ser vî dengê xwe yê xiyanetê qurre dike.
Û pirraniya çapemeniya kurdan, ”rewşenbîrên kurd” çepikan ji vê xiyaneta wê dijî kurdan didin.
Gelo qirrkirina ermeniyan ji aliyê tirkan ve li kû û eleqeya kurdan bi vê qirrkirinê ve li kû?
Dinya û alem jî dizane ku kurdan ermenî ji ber vê qirrkirina tirkan parastine; ew di malên xwe de veşartine, hembêz kirine. Li wan xwedîtî, hemetî kirine.
Lê mixabin gava firset ketiye destê ermeniyan, wan kurd qetil kirine.
Dîrok şahidê vê yekê ye.
Û gelo dinya û alem jî pê nizane ger firsetek bikeve destê ermeniyan dê ew kurdan hemûyan ji Kurdistanê derbeder bikin, rêkin sergûmê!
Gelo Gulan Xatun û destçepkên kurdên xulamên ermeniyan pê nizanin gava qeweteke bikeve destê ermeniyan ew dê navê kurd û Kurdistanê ji ser xaka Kurdistanê rakin!
Û li şûna navê Kurdistanê dê ew ala û navê Eermenîstanê li Kurdistanê biçikînîn!
Mixabin dîsa jî di nava kurdan de xulamtiya kurdan bo ermeniyan zêde dibe.
Ev tişteke ecêb e, seqet e. Patolojîk e.
Bêgoman miletê kurd ne dijî miletê ermenî ye.
Miletê kurd dijî her qetlîamekî ya miletan e, herweha ew dijî qetlîama pêşberî ermeniyan e jî.
Miletê kurd hertim miletek bindest bûye. Ew çawa dikare bibe şirîk û hevalê qetlîama mileteke dî.
Ev ne maqûl e. Aqil û mantiq ji vê nagire.
Lê ya rastî ev kurdên ku xulamtiya ermeniyan dikin, ji ehmeqî, xulamtî, peyaktî û xayîntiyê pê ve tiştekî dî nakin.
Bila ew jî wisa bizanin!
Piştî van tesbîtan em hatin ser pirsgirêka girîng:
Madem ”hevîrê” me ev e, ango aletê me, ku insanê kurdên xwedî van taybetmendiyên xerabe, patolojîk in, gelo em dê çawa bikarin bi wan kesan pirsgirêka kurd û Kurdistanê çareser bikin?
Gelek diyar e ev ne mimkin e!
Bi dîn û îman heya ku kurd wisa ehmeq, nezan û xulam bin, ew ti caran sernakevin!
Nexwe diyar e versiona 1.0 ya kurdan kevin bûye!
Ji kurdan re pêwîstî bi versiona 2.0 heye.
Ji vê re jî insanên kurdên nûjen ku berjewendiya kurd û Kurdistanê ji dil û can diparêzin, lazim in.
Pêwîstî bi kurdên ku ji van taybetmendiyên patolojîk dûr in, xwedî îradeya xwe ne, heye.
Da ku ew bikarin berjewendiya miletê kurd û Kurdistanê biparêzin û wê pêş ve bibin.
Insanên ku xulam û xadimtiya xelkên dî, dervayî miletê xwe kirine, dikin û bikin, ew ti caran serneketine û sernakevin jî! |
|