|
Dr.Cuwan: Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye |
2010-08-04 15:25 |
|
|
Jêder: Nefel. Com (2/10 2007 )
Kitêba Cuwan Heqi (Batû) »Xeta Sor – Şûjin« li Stenbolê derket
STENBOL, 2/10 2007 — Cuwan Heqi (Batû) hinek nivîsarên xwe ku bi uslûbeka satîra siyasî hatine nivîsandin da ser hev û weşanxaneya Dozê ew wekî kitêbekê li Stenbolê derxist. Cuwan Heqi (Batû) ji “kemalîzmfiroşiya” rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî û dest û darên wî nerazî ye û malê wan hemî li dikana kemalîzmê kom kiriye û dide bazara kurdan. Hemdîn kurdekê ji rêzê ye û rêya wî li dikana kemalîzmê dikeve.
Nefel ji kitêba Cuwan Heqi (Batû) çîroka firotina kel û pelên kemalîzmê li vê derê belav dike.
***
Serê Hemdîn li dikana kemalîzmê tevlihev bûye
Hemdîn, destê wî li pişt wî, di nava sûkê de digeriya. Ew di ber dikanên fêkiyan re derbas bû - şebeş, petîx, gindorên nûçêbûyî li ber wan dikanan bûn. Lê dilê wî nexwest wan bikire.
Ew hinekê wirdetir çû - ber dikanên dî yên fêkiyan re derbas bû. Li ber hinekan tiriyê reş û zer; li ber hinekan hejîrên zer û reş û hinekên dî sêv, karçik, gilyaz û gelek fêkiyên dî hebûn. Yekî ji wan jî bala wî nedikişand. Ew hinekî dî çû.
Çavê wî bi tabelayekê ket ku dinivîsand: » Bazara dîtinan«.
Wî di ber xwe de got: »Ev jî çi ye?«
Ew ber wê sûkê ve çû, nêrî ku va ye qêre-qêra xelkê ye »malê« xwe difroşin. Dengê kesekî ser yê hemiyan diket û weha gazî dikir:
»Werin kemalîzmê, werin kemalîzmê! Vê firsetê bernedin! Kêloya wê bi du dolaran e! Werin kemalîzmê, werin kemalîzmê!”, dikandarekî dî:
»Werin ji xwe re dîtina »Ala tirkan ya me kurdan e jî!« bikirin, ez wê nîvheqî difroşim. Wexta dikana xwe dadim, lezê bikin! Werin, werin »Ala tirkan ya me kurdane jî«, werin….
Hemdîn di ber xwe de got: »Nauzubillah, bawer ke ev yeke elametên qiyametê ne!«
Zelamekî ku pahniya qundra xwe şikandî bû; çakêtê wî ser milê wî bû ku ew wexta biketa; tûmanekî reş û fereh ber wî bû; simbêlê wî reş û stûr bû û ew bi qurretî bi rê ve diçû, xwe gihand Hemdîn û bi milê wî girt û got:
— Heval, were tiştên baş li dikana min hene! û wî hema bêje ew bi kotekî bir dikana xwe.
Hemdîn li dikana wî nêrî ku her tiştekî wî fiyetek ser nivîsîne. Çavê wî bi çend telîsan ket ku di hinekan de tişt-miştin hebûn. Li ser yekî »kemalîzma hûrkirî, ya bo kutilkan« û ser yekî dî »demokratik cumhuriyet« hatibû nivîsandin.
Hemdîn tiştek ji van çuwal-muwalan û tiştên di nava wan de fêhm nekir. Yê dikandar:
— Fermo hevalê delal, wext hatiye ku tu êdî vê kemalîzma me jî biceribînî. Savara ji wê çêdibe gelek xweş e. Hemdîn çavên xwe ferikand, li wî kesî nêrî, lê tu gotin, fikir nedihat bîra wî.
Yê dikandar:
— Ger te bive ezê çend kêloyan ji »demokratîk cumhuriyet« ji te re dagirim. Ew bes kêrî kutilkan tê. Kutilkên ji wê çêdibin mîna daholê, welê qelew in. Bi dîn û îman em hema bêje herroj wan dixwin, jê têr nabin!
Hemdîn dikir tiştekî bêje, lê yê dikandar di cih de milê wî girt û bir ber cuwalekî dî ku li ser dinivîsand: »Konfederasyona navnetewî«, û got:
— Ew nûh derketiye piyasê, bes li ba min heye. Ew hinekê biha ye, lê dîsa ezê ji te re erzan bihesibînim, dixweye tu ne xerîb î, bila du dolar û nîvan be, ser xatirê çavê te.
Pîvazterik bi vê re îştaha mirov vedike.
Ji nişkê ve dikandarekê dî hat û bi milê Hemdîn girt, ew ber dikana xwe ve bir û got:
— Guhê xwe nede wî, malê wî hemû qelp in. Orîjînalê wan li ba min hene. Ez nahêlim ew te bixapîne! Fermo, binêre markeyên malê min hemû muhrkirî ne.
Hemdîn li »malê« wî nerî. Li ser wan weha nivîsandîbû: »Demokratîk cumhiriyet - berê se dolaran - niha dolarekê; Bijî kurd û Kurdistan - berê ji ber qîmeta xwe ya giranbiha nedihat biha kirin - niha nîv dolarî«. Hemdîn dikir tiştekî bêje, lê yê dikandar:
— Heval, ne hewce ye tu dîtina xwe bêjî, ez dizanim tê çi bêjî. Ya qenc ew e ku tu hinek ji vî malê min yê »Divê em fêrî kemalîzmê bibin«, bikirî, tu naxusirî. Wê dinya li ber çavê te vebe, ronî bibe. Kevaniya min ji wan biçirkan çêdike, ew ecêb xweş in….
Hemdîn dîsa çavê xwe ferikand…
Dikandarekê dî hat û xwest ku Hemdîn bibe dikana xwe lê vî dikandarî nehêlişt û got:
— Kuro bela xwe ji bikir û mişteriyê min veke. Ew li ber pilê ye ku hinek hûrikê fêrbûna kemalîzmê bo biçirkan bikire. Ma wê tu nanê zarokên min bibirî? Dikandarê dî got:
— Guhê xwe nede wî! Ew kesekî derewker, hîlebaz, cambaz û kambax û xayîn e jî. Ka ji kerema xwe re were li malên min binêre, ew îro ji min re ji Yozgatê hatine. Te çi bivê li ba min heye. Me ji »demokratîk cumhuriyetê« helawek çêkiriye mirov tiliyên xwe pê re dixwe.
Hemdîn rûyê xwe qermiçand, dilê wî dikir bixele û xwest tiştekî bêje, lê dikandarê dî got:
— Binêre dilê vî hevalî berî ku ew helawa te tam bike dixele, vêca ger wî tam bikiriya wê çi bi dilê wî bihata? Na, na, ji binî neçe ba wî. Jehir di nava malên wî de ye. Were ba min!
Dil û hinavên Hemdîn têkilhev bûn - wî dixwest derkeve derva, hinekê hewayekî bistîne, lê yê dikandar bi milê wî girt û got:
— Bi dîn û îman, heta ku tu ji dikana min tiştekî nekirî tu dernakevî derva. Ma evqas qelebalixa min belaş e. Û wî bi milê Hemdîn hişk girt û got:
— De ka were hundurî, binêre bê çiqas malên min yên nû li gorî te hene. Ew gelek erzan in jî!
Hemdîn dît ku vaye dikana wî tejî tişt û mişt in. Hinek di çuwalan de ne, hinek jî hema welê ser masê ne û nav û bihayê wan jî di nava wan de ne:
»Kurd ne hewceyî dewletekê ne - sê dolaran«; »Kurdistaneke azad ji bîr bike« - du dolaran.
»Vir û derew« - pênc dolar û nîva;
»Duh min çi gotibe, hemî derew e, min negotiye! - bîst centa«
»Rast û nerast, pûç û betal û virt û vale« hemî bi dolarekî!
»Wey mala te xirab bibe, totak tê de bixwîne«, sê dolaran!
»Dîn û îman, bi Pêxember; Îsa û Mûsa û gopalê wî jî ser de tişta dibêjim ez bi xwe jî pê nebawer im« hemî dolarek û nîvê!
»Xaç û Selîb; ala Kurdistanê; Dêr û Mizgeft, Timarxane; bîr û baweriyên min jî pê re« hemî nîvheqî, 50 % (bes îro welê ye! - dikana min çûye îflasê).
Piştî ku Hemdîn çav bi wan tişt û gotinan ket serê wî têkilhev bû. Wan gotinan jî şerê hev dikirin da ku her yekî ji wan cihê xwe di serê wî de vekin. Û bi vî awayî wan serê Hemdîn hê bêhtir têkilhev dikirin.
Lê tiştekî bala Hemdîn kişand ku di paşiya dikanê de gelek tabelayên ku hinek gotin ser wan hatibûn nivîsandin hatibûn rakirin. Hinek ji wan gotinan nedihatin xwendin, hinek jî nedixweyan, wek: »Bijî kurd û Kurdis..!«, »Kurdistaneke azad û!« »Feqiyê Teyran; Melayê Cizîrî; Ehmedê Xan.., Qadî Muhamed, Barzanî, Mehab, Wan, Amêd, Cizîra Bota, Efrîna Rengîn, Qamişlo, Hewlêr, Silêmaniyê«.
Hemdîn xwest bipirse, lê yê dikandar di cih de destê xwe danî ser devê wî û got:
— Wê gotinê nebêje, alerjiya min bo wê heye. Yê dikandar ser pilê bû ku bipirişke, pozê wî biherike. Wî dermanek ji berîka xwe derxist, ew fiş-fişok bû. Wî du fiş berdan gewriya xwe. Hemdîn dît ku li ser wê fiş-fişoka wî »Antî-Kurd û Kurdistan!« nivîsandibû. Wî kotekî xweziya xwe daqurtand, xwest ku tiştekî bêje, lê yê dikandar got:
— Aaax, bêhna min fireh bû! Û got:
— De ka devê xwe veke ezê du fişan berdim devê te jî - wê bêhna te jî fereh bibe! Yê dikandar fiş-fişoka xwe danî ser devê wî, lê heta ji Hemdîn hat didanên xwe ser hev de dan, nehêlişt ba jî ber wan re here û heta ji wî hatî qêrek bilind da:
— Hawar e gundîno!! Wey min, nizanim çi bi karê we kirî! Zû werin bi min ve, lê hene Kurdistana min ji dest min çû!, pîreka Hemdîn gazî wî kir:
— Kuro ma ne bes e tu hişyar sixêfa dikî, vêca êdî di xew de jî sixêfan dikî! Bawer ke divê mirov te bibe timarxaneyê!
Hemdîn çavê xwe vekir, xuhdaneke hûr ketibû ser rûyê wî... Wî li dora xwe nêrî û xwe bêdeng kir.
Piştre wî dest avêt qutiya xwe ya cigareyê, cigareyeka xwe pêça û derket derve... |
|