|
Analiz: Xeteriyên ser kurdan! |
2010-09-16 10:40 |
|
|
Li Tirkiyeyê ji gurûba Fethullah Gûlen re tê gotin "Cemaeta Gûlenciyan".
Fethullah Gûlen ji ber hindek nelihevkirinên siyasî di navbêna cemaeta wî û eskeriya Tirkiye de vaye çend sal in reviye, çûye Emerîkayê, li wir dimîne.
Emerîka jî, ji ber siyaseta ”ku ew bikare vê cemaetê konrol bike”, hembêza xwe ji wî û cemaeta wî re vekiriye.
Her li Tirkiye gelek dibistan, ûniversite, xwendegehên perwerdeyan, rojname, TV, radyo û hwv di bin kontrol û perwedeya vê cemaetê de ne.
Qaşo ew dibêjin ku "ew li ser şopa Seîdê Nûrsî (kurdî) dimeşîn!", lê di bingeha xwe de ew îdeolojiya îslamê û tirkitiyê bin ve-bin ve, bi hev re, dimeşînin.
Taybetî li Kurdistana bakur wan şaxên xwe belav kirine.
Kurdên ku dibin hevalên wan, ew dev ji kurdayetiya xwe berdidin û propagandeya "ummetbûnê" dikin.
Ev jî wisa dike ku ewan kurdan dev ji doza xwe ya kurd û Kurdistanê berdin, bibin piştgirê tirkîtiyê!
Bi vî awayî êdî ti xêr di kurdeperweriya kesên kurd ku dibin hevalên wan de namîne.
Bi zimanê kurt kurmancî, ew êdî xizmeta tirkîtiyê dikin!
Li Emerîkayê van mehên dawiyê hate ragihandin ku Fethullah Gûlen li wir jî nasekine.
Ji %50 ji dibistan, xwendegeh, ûniversîte (eynî mina li Tirkiye ku ev rade gelek zêdtir e ) ku kesên dervayî Emerîkayê li wir vekirine, di bin kontrola ceameta Gûlenciyan de ne.
Her ji ber vê yekê, van rojên dawiyê li ser qeweta wî ya aborî, û herweha ji vê jî ya siyasî nîqaşek mezin li kongresa Emerîkayê tê kirin.
Li kongreyê de hate ragihandin ku 5 milyar dolar pereyên Fethullah Gûlen di bankeyan de hene.
Vêca hisab li ba we…
Ji bilî van pereyan, gelek dibistan, ûnîversîte, rojname, Tv, radyo, xwendgehên wî li her derê dinê hene.
Herweha li ser hêza wî ya siyasî tê gotin ku cemaeta Gûlenciyan li Tirkiye hêza herî bi qewet e.
Ev jî tê wê maneyê ku ew bi her awayî dikarin guhertinên siyasî, aborî, civakî di Tirkiyeyê de, di serkirdayetiya wê de bikin û dikin jî.
Herwisa, birhek, tesîrek xurt ya Gûlenciyan li ser hikûmeta AKP jî heye.
Pirsgirêka herî nexweş taybetî ji bo kurdan ev e ku hereketa Gûlenciyan her çend diçe li Kurdistana bakur, taybetî li Amedê (Diyabekirê), Cizîra Botan, şaxên xwe belav dike ye.
Û ew kurdan bi îdeolojiya xwe ya neteweperestiya Tirkiye ve girê dide.
Ev jî dibe xeterek mezin ji bo pêşeroja kurdên bakur.
Û mirov ji xwe re difikire:
Gelo hejmara kurdên heqîqî, ku birastî ji bo doza kurd û Kurdistanê dixebitin, çiqas e?
Ger em berê xwe ji nêzîk ve bidin vê pirsgirêkê, li gor dîtina min, mirov dikare wisa bêje:
Beşek mezin ji kurdên bakur bi apociyan ve hatine girêdan.
Û wan kesan îradeya xwe êxistine taybetî di bin sola Abdullah Ocalanî de.
Ocalan bêje « bimirin ! », ew divê « bimirin ! », « bijîn ! », divê « bijîn ! »
Bila ew kes serok û rêberên partî, rêxistin, komeleyên legal (yên ku biser apociyan ve ne) jî bin.
Hîç ferq nîne !
Mixabin îradeya wan ji dest wan derketiye!
Ew nikarin dîtinek xwe ya azad bêjin.
Hebûna wan ya civakî, siyasî, rewşenbîrî û psîkolojîk di xeterê de ye.
Koma dî ya mezin ji kurdan, bin binkî ve, veşartî, bi hizbullahçiyan ve girêdayîn e.
Xwedê zane gelo ew ji bin ve çi dikin, çawa dixebitin, kes pê nizane!
Lê ya diyar ew e ku ew xulamtiya îdeolojiya Îranê dikin.
Û heya ji wan tê ew kurdan ji kurdperwertiya wan dûr dixin.
Ev xeterek gelek mezin e ji bo doza kurd û Kurdistanê, lê mixabin ew veşartiye.
Û gurûba dî ya mezin jî ya Gûlenciyan e.
Ew jî di bin navê ûmmetçîtiyê de heya ji wan tê kurdan fêrî îdeolojiya tirkîtiyê dikin û wan ji doza kurd û Kurdistanê dûr dixin.
Û mirov ji xwe re difikire ku hêzek, mîna Gûlenciyan ku 5 milyar dolar bes pereyên xwe, di bankeyan de hebin, ew li Tirkiye çi nikarin bikin?
Ji xwe hêza aborî, siyasî, civakî ya apociyan û hizbullahçiyan diyar e!
Herweha bindestiya kurdan di bin kemalîzmê, ergenekonciyan, nijadperestan, hêzên tarî yên Tirkiye de serbar in, bê hed û bêhesab in!
Mixabin îro kurd û Kurdistan di bin van xeterên herî mezin de ye!
Sed mixabin hêza kurdên ku bi rastî kurdperwer in û dervayî van hêzên dijî kurdan in gelek qels e, lawaz e! |
|