|
Boykot, piştî çi? |
2010-09-22 09:45 |
|
|
Qado Şêrîn
Boykot..boyqot..boycott ..bûye qot û û cot û qotê gelekan tev li hev dike. Mîna miriyê serê wî li hedan keve. Nû pirsgirêka zimanê dayikê hate bîra me û li xwe haydar bûn. Piştî çi boykotkirina zimanê tirkî, piştî bi me şêrîn kirin(wek gelek kurd dibêjin), piştî partiyên kurdî ew di damarên me de çand, piştî me ji ber zimanê xwe şerm kir, û piştî çi û ne çi..gavek dereng e, lê dîsa pîroz e.
Mixabin partî û rêxistinên siyasî ne tenê nikarîbûn zimanê kurdî biparêzin, belê nikarîbûn kesayetî û giyanê mirovê kurd jî biparêzin.
Li rojavayê Kurdistanê jî zimanê kurdî qedexe bû, lê kurdan dikarîbûn zimanê xwe biparêzin. Kurdên rojava di malên xwe de, bi hev re, bi zarokên xwe re, bi dîk û mirîşkên xwe re, bi seh û dewarên xwe re şerm dikirin bi erebî biaxivin, tenê bi kurdî diaxivîn. Dujminan li wir nikarîbûn zimanê xwe bi kurdan şêrîn bikin, her wisa nikarîbûn bi kurdan bidin pejirandin, zimanê erebî ji bo kurdan ma zimanê islam û serdestan, yê xwendin, dibistan û derveyî malan, derveyî civat û jiyana rojane.
Mal dibistana serekeye, û wek nivîskarê kurd Arşevê Oskan jî aniye ziman’’ Li malên xwe tirkî boykot bikin ne li dibistanan ‘’, her wisa ‘’ne sûc û gunehê tirkaye ku kurdên Europa di malên xwe de, bi hev re, bi zarokên xwe re bi tirkî diaxivin’’. Navên tirkî li zarokên xwe dikin.
Dujminên kurdan karê xwe dikin, ew dixwazin me tune bikin, lê li hember tunekirina wan em kurd çi dikin. Li rojavayê Kurdistanê partiyên siyasî, tevgera siyasî ya kurd jî alîkariya serdestan di têkbirina zimanê kurdî de kirin, çimkî; rabûn û rûniştinên wan, civîn û kongireyên wan, belavok û daxwiyaniyên wan hemû bi zimanê erebî bûn, êdî wan roleke xerab di pêşveçûn û mayîna zimanê kurdî de lîstin.
Bi gumana min li bakurê Kurdistanê jî wisa bû, tirkan li dirêjahiya 80-90 salî bi hemû hêz û zexta xwe dikarîbûn zimanê kurdî ji ser zimanê mirovê kurd rakin û yê xwe li şûnê deynin, ta radeyekê dikarîbûn zimanê xwe bikin zimanê şaristanî û jiyanê, û yê kurdî bikin ê gundî û çiyayiyan, ta radeyekê dikarîbûn bihêlin ku mirovê kurd ji ber zimanê xwe şerm bike. Partiyên siyasî û li ser serê wan pkk alîkariya tirkan di vê pirojeya nijadperest de kirin, wan zimanê tirkî kirin zimanê siyaset û jiyana rojane. Eger pkk zimanê kurdî bikra zimanê siyaset û jiyana rojane, û daxwiyanî û fermanên hişk bo bikaranîna zimanê kurdî dabana, eger serok û rêberên wê bi kurdî biaxivyana, dê rewşa zimanê kurdî li bakur ne wisa ba, dê zimanê tirkî nikarîba xeleka serdest û nijadperistiyê li qirika zimanê kurdî teng bike û nefesa wî biçikîne.
Bi gumana min guneh û şaşî ne tenê yê tirk, ereb û firsan e, belê gunehê me kurdan jî di têkbirina zimanê me de heye, belê me karîbû di malên xwe de, bi zarokên xwe re, bi pel û pênûsên xwe re, bi kevir û dîwarên xwe re bi kurdî biaxivin û kurdî biparêzin.
Têkçûn û şikestina herî mezin ew e ku mirovê kurd ji ber zimanê xwe şerm bike, wê çaxê ji can û giyanê xwe bêrî dibe. Parastina ziman berpirsyariya me hemiyan e, wek kes, wek komele, wek partî,wek..wek..
Di 2007an de Kurdistan tv hevpeyivînek di derbarê zimanê dayikê de bi me re kir, fermo lê temaşe bikin(bitikîn).
www.qadoserin.com
|
|