|
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet |
2010-11-14 00:26 |
|
|
Dewlet ji bo hemû însanan îhtîyacek girîng e. Bêyî dewletek xurt, pêşketî û demokratîk, jiyan berdewamkirin, nemimkin e. Dewlet rêxistina welatekî ya herî, bêteref, li ser herkesî re, li ser her rêxistinî re ye, ji bo wê yekê jî, ew ji hemi kesî bêtir xwedî hikum û xwedî ştexalî ye. Hikumet diçin, lê, dewlet dimînin. Heger hindek berê xwe bidin dewletekî û bixwazin wê ji hole rakin jî, ew ne hêsanî ye. Gelek dewletên dinyayê nerazîbûna xwe didin dîyar kirin.
Welatekî de hikumetek her çiqasî xwe nebaş jî bike, lê dewleta welatekî şikandin, an jî, ji hole rakirin, rîskek mezin e. Weke şikandina dewleta Afganîstan û ya Îraqê, ew yek wê ji Emerîka Yekbûyî re û welatên hevalbendên wan re çi bîne, ne eşkere ye. Va ye em dibînin ku, heya îro jî, tevilhevî ji van welatan xelas nebûye. Heger zanabûna ‘dewletek ya xwe’ di serê milletekî de, ava bibe, şikandina wî welatî û şikandina dewleta wî welatî pirr zehmet e.
Tecrûbe dide xûyakirin ku di serê her kurdekî de, girîngiya ‘dewletekî ya xwe hebûn’, nehatîye fêm kirin. Dewlet ji bo her milet û ji bo her civatê pirr muhîm e. Ev yek nayê wê manê ku ji bo dewletek kurdî ava bibe lazim e gelek dewletên dîtir ji holê rabin. Ne lazime dewleta kesî ji holê rabe, lê, milletê kurd jî, wek her milletî, xweyî mafe ku, xweyî dewlet be. Milletê Kurd, ji bo tu dewletekî dîtir ne tehdîd e. Heger hindek ji wan pirr hes dikin û dixwazin bi wan re ‘dewleta xwe’ behir bikin jî, lazim e wacibê bi hevre manê jî, bi cî bînin.
Bingehê ‘dewletekî ava’ û ‘dewletekî bê avakirin’, di destpêka xwe de û di berdewamiya xwe de eşkere ye. Yanî ‘dewletek millî’ û ‘dewletek pirr netewî’, ji hev cuda ne. Mesela dewletên Ewrupa piranîya wan millî ne lê, ji bilî hindekan, wek Brîtanya Mezin, Belçîka û çendek dîtir. Heyîna ‘gel û milletên’ di nava wan dewletan de nayê înkar kirin. Di nava wan de ’tehamûl ji hev re heye.’ Lê li wan ’dewletên kurd lêhatine dager kirin ’ tehamûla miletê kurd nayê kirin û maf û azadîya wan tête înkar kirin. Ev ne siyaseta hikumetek an jî ya du hikumetan e, ev ’înkar û bêtehamûlî’ di bingehê van dewletan de heye. ’Tehamûl’ ava nebe, wê çawa bihevrebûn û şirîkatîya ’du milletbûnê’ di hundirê ’welatek hevbeş de’ ava bibe. Kurd tehamûla ’milletên cîran û grupên etnîkî’ dikin, lê milletên cîran tehamûla milletê kurd nakin.
Heger milletê Kurd ehemîyeta dewletbûnê fêm neke, wê di nava holê de herê û werê. Kurd îro wek ’pela dara ji dara xwe ketî ye û ber bi erdê tê. Ba lê dixe, vî alî ve diçe û vî alîve tê’. Lê wê li erdê bikeve û cîyê xwe ’wek her pelçîmî bigre’. Ji Kurdan re "wext, şert û cih" lazim e. |
|