Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
 
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
2009-08-22 23:28
Îbrahîm Gûçlû
ibrahimguclu21@gmail.com
Dema ku li dîrokê bê mêzekirin, netewe, kategoriyeke civakî ya merhelekê ye. Netew, di merhelaya kapîtalîzmê de, piştî guhertin û pêşveçûna feodalîzmê pêk hat. Wek perîyoda dîrokî jî, pêvajoya neteweyîbûnê li dinyayê bi giştî di destpêka sedsala 18-an de dest pê kir, di dawiya sedsala 18-an de encama Şoreşa Fransayê hat merheleyeke vekirî. Bi Şoreşa Fransayê, pêvajoya dewletên neteweyî derketin holê û netewên li dinyayê ji bona ku bibin dewletên neteweyî û jiyana xweser ava bikin û qedera xwe, xwebixwe tayîn bikin, xebat kirin. Piştî Şoreşa Fransayê împeratoriyên feodal yên ne-navendî belav bûn, neteweyên bi hev re dijîn ji hevûdu veqetiyan, bûn dewletên neteweyî.
Dîroka nasyonalîzma kurd…
Pêvajoya dewletên neteweyî li Ewrupayê dest pê kir. Vê pêvajoyê di hemen dem de ji bona pêşketina nasyonalîzmê jî, rê vekir û di nav hemû grubên neteweyî de bû sedem ku nasyonalîzm pêş bikeve. Kurd jî, wek civat, grubekî hîndu ewrupayî ne. Di nav kurdan de qewimandin û pêşketina nasyonalîzmê bi neteweyên ewrupayê re li hevûdu dike. Dema kuli edebiyat û felsefeya Ehmedê Xanî were mêzekirin, gelek aşkere tê dîtin ku di civata kurd de fikrê nasyonalîstî û pêşveçûna neteweyîbûnê di sedsala 17-an de dest pê dike. Ev pêvajoya û peşketina di hemen dem de destpêka neteweyîbûna kurdan e jî. Lê hezar mixabin, ev neteweyîbûn û nasyonalîzma kurdan di wê merheleyê de nikarî ku ji dewleteke neteweyî a kurd re bibe bingeh. Ev pêvajoya nasyonalîzmê di destpêka sedsala 19-an de bû sedem ku kurd di bin serokatiya Mîr Bedirxan de bikevin nav tevgereke neteweyî ku dewleta xwe ava bikin. Lê li hemberî Împeratoriya Osmanî bi serneketin. Civata kurd di sala 1880-yî de jî di bin serokatiya Ubeydullahê Nehrî de careke din hewil dan ku dewleta xwe ava bikin, di vê hewildanê de jî bi serneketin.
Hewildana kurdan ya dewletbûnê, ma sedsala 20-an. Di destpêka sedsala 20-an de ji bona neteweyên bi Împeratoriya Osmanî re girêdayî bûn re derfeteke girîng derket ku bibin dewlet. Neteweyên ne misilman bulgarî, yunanî û neteweyên din yên balqanî bûn dewlet û ji Împeratoriya Osmanî veqetiyan.
Rewşa piştî Şerê Cîhanê yê 1-emîn…
Lê piştî Şerê Cıhanê yê 1-emîn ji bona netewan derfeteke nû derket ku bibin dewlet. Lewra piştî şer statuya dinyayê ya heyî hat guhertin û statuyeke nû ava bû. Di ev statuya nû de jî gelek netewan derfet dîtin ku bibin dewlet. Hezar mixabin kurdan ev derfeta jî bi kar neanî û nebûn dewlet. Netewên bindest yên misilman û taybetî ereb jî, piştî Şerê Cîhanî 1-emîn ji Împeratoriya Osmanî veqetiyan, ketin nav pêvajoya dewletên neteweyî.
Piştî Şerê Cîhanê 1-emîn ji bona civata tirk jî, qonaxeneke nû dest pê kir. Împeratoriya Osmanî belav bû. Ji bona civata tirk, pêvajoya dewleta neteweyî avakirin, dest pê kir. Tirkan ji bona ku dewleta xwe ya neteweyî ava bikin, ji neteweya kurd alîkarî girtin. Di vê pêvajoyê de terefa kurd û tirk li hevûdu kirin, ku dewleta nû bibe dewleta kurdan û tirkan. Ev siyaseta bû sedem ku serîhildana milî ya ku dewleteke serbixwe ya kurd li Koçgiriyê daxwaz dikir, şikest xwar û kurdan li Koçgiriyê tevgereke hevbeşi ya xurt nikarîn pêk bînin.
Dîsa bi Peymana Sewrê biryar hat girtin ku dewleta Ermeniyan û dewleta kurdan jî ava bibe.
Hezar mixabin piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû û bi derûdora xwe re pêwendiya xwe xurt kir, piştgiriya îngilîzan û rusan girt, li hemberî kurdan siyaseta kolonîzekirinê meşandin. Di ev siyaseta xwe ya kolonîzekirinê de gavên gelek mezin û xeter avêt. Siyaseta tunekirin û înkarkirina kurdan dest pê kir. Li statuya kurdan ya di Împeratoriya Osmanî de dawî anî. Siyaset û îdeolojiya fermî ya dewleta tirk pejirand ku “kurd tirk in.” Ji bona vê hemû mafên kurdan yên neteweyî xesip kirin. Di Peymana Lozanê de jî ev siyaseta xwe bi fêlbazî û sextekarî bi dinyayê jî dan qebûl kirin. Kurdıstan û neteweya kurd encama Peymana Lozanê bû çar beş. Beşa mezin ya Kurdistanê ket bin bandor û kolonyalîzma Komara Tirkiyeyê.
Li hemberî ev siyaseta Komara Tirkiyeyê, neteweya kurd di sala 1925-an de dest bi serîhildana çekdar kir. Pişt re jî serîhildanên milî yên bi çek derketin holê. Ev serîhildanên milî yên ku dewletbûna neteweya kurd kiribû armanc, bi zora dewletê hatin şikandin. Bes li Başurê Kurdistanê û li Iraqê hikumeta kurd di bin serokatiya Şêx Mehmud Berzencî de ava bû. Lê temana vê hikumetê jî dirêj nebû.
Di encamê de ji bona kurdan peryodeke dîrokî ya din bi dawî hat.
Şerê Cîhanê 2-emîn jî, ji dewletbûna kurdan re nîv derfet çêkir…
Ji bona netewan di Şerê Cîhanî yê 2-emîn de jî derfetên nû derketin holê, ku bibin dewletên serbixwe. Hezar mixabin netewa kurd di vê merheleyê de jî derfeta dewletbûnê nikarî bi kar bîne. Kurdan di van şertan de li Başurê Kurdistanê serîhildeneke milî pêk anî. Lê vê serîhildanê şikest xwar. Bes li Rojhilata Kurdistanê nekokî û berjewendiya dewletên mezin yên cîhanê Emerîkayê û Yekîtiya Sovyetan, Komara Kurdistanê ya Mehabadê di sala 1946-an de ava bû. Hezar mixabin jiyana vê dewletê jî dirêj nebû.
Dema şerê sar…
Piştî Şerê Cîhanê 2-emîn şerê sar dest pê kir. Ev şera, şerekî gelek dirêj û dijwar bû. Vî şerî di navbeyna sîstema sosyalîst û kapîtalîst (demokratîk) de 45 salî domand. Vî şerî ji bona gelek neteweyan derfet pêk anî, ku ji bin destên dewletên emperyalîst derkevin û serbixwe bibin. Gelek netewên kolonî jî, bi tevayî ji sîstema kapîtalîst veqetiyan, bi sîstema sosyalîst re wek dewletên milî hatin girêdan.
Di vê merheleyê de li Başurê Kurdisatanê şerê kurdan û dewleta kolonyalîst ya Iraqê domand. Ew şerê neteweyî di sala 1970-yî de bi avakirina otonomiyê encam da. Hezar mixabin ev Otonomiya Kurdistanê encama êrişa Dewleta Iraqê û piştgiriya Yekîtiya Sovyetan, Tirkiyeyê, Îranê û Suriyeyê hat rûxandin. Kurd koçber bûn.
Lê li her çar parçeyên Kurdistanê tevgera neteweyî domand. Di dema şerê sar de li Rojhilata Kurdistanê û li Başurê Kurdistanê şerê pêşmergatî domand. Li Bakurê Kurdistanê şerê siyasî û çekdar domand. Li Başurê-Rojavayê Kurdistanê şerê siyasî domand. Lê Kurdan heta ku dawî li şerê sar hat jî, derfet nedît ku bibe xwediyê statuyeke xweser.
Piştî şerê sar…
Li dinyayê ji bona netewan piştî şerê sar jî derfetên nû derketin ku bibin dewlet, ji bona kurdan jî derfetên nû pêk hatin.
Di sala 1990-î de dawîya Şerê Sar hat. Piştî Şerê Sar dewletên Yekîtiya Sovyetan û Yugoslavya û Çekoslovakya belav bûn, gelek netewan dewletên serbixwe ava kirin. Kurdan jî li Başurê Kurdistanê piştî Şerê Kendavê (Xaliçê) yê 1-emîn statuya federe ya de facto qezenç kirin. Piştî Şerê 2-emîn yê Kendavê li Iraqê dewleta federal û li Kurdistanê dewleta federe ava bû.
Her çiqas bi tevayî ji bona hemû beşên Kurdistanê derfetên nû jî derketin holê, Rojhilata Kurdistanê ev derfeta nikarî bi kar bîne. Encama Projeya mezin ya Rojhilata Navîn derfet çêbû ku Emerîka û hevalbendên wê midaxaleyî Îranê bikin û encama vê midaxaleyê dewleteke serbixwe ya kurd ava bibe. Serokatiya Rojhilata Kurdistanê ev derfeta hem baş bi kar neanî û hem jî PKKê li Rojhilata Kurdistanê bû astengiyeke mezin.
****
Ji bona Bakurê Kurdistanê di dema Şerê Sar de derfetên gelek mezin çêbûn, ku tevgera neteweyî gelek xurt û kîtlewî bû. Di nav kurdan de armanceke hevbeş ya dewleteke serbixwe pêk hat. Ez dikarim bibêjim ku di salê 1970-yî de Bihareke siyasî û milî li Bakurê Kurdisatanê dest pê kir. Tevgera Bakurê Kurdistanê her ku diçû pêş diket û dewleta kolonyalîst tehdît dikir.
Dewleta Kolonyalîst ya tirk, li hemberî Tevgera Bakurê Kurdistanê siyaseteke nû ya xeter meşand. Dema ku dewleta kolonyalîst dît ku nikare bi kuştin û bi hepiskirinê pêşiya kurdan û Tevgera Bakurê Kurdistanê bigre, biryar da ku Tevgera Bakurê Kurdistanê ji hundir de teslîm bigre. Di vê merheleyê de PKKê û Ocalan kete rojevê. PKKê û Ocalan derket qeda siyasî. Dewletê hem bi destê PKKê hêzên neteweyî xwest ku serkûp bike, hem jî bi riya PKKê şertên dîktatoriya leşkerî ya 12-ê Îlona 1980-yî pêk anî.
Dewleta kolonyalîst ya tirk ev siyaseta xwe, piştî dîktatoriya leşkerî jî bi destê PKKê da meşandin. Tevgera Bakurê Kurdistanê bi tevayî tasfiye kir; pêşiya guhertin û xwenûkirina tevgerê girt.
Piştî Şerê Sar çawa ku ji bona gelek netewan derfet çêbû ku dewletên xwe ava bikin, ji bo kurdên bakur jî derfet çêbû. Hezar mixabin ev derfeta bi riya PKKê û bi taybetî jî piştî ku Ocalanî anîn Tirkiyeyê, dewletê absorbê/îzole kir. Ji bona dewleta tirk û sistema kolonyalîst ya tirk, derfet çêbû ku xwe jinûve reorganîze bike.
Serokkomar dema ku ji derfeta nû ya çareserkirina pirsa kurd qal kir, qala vê yekê dikir. Serokkomar û dewleta tirk baş dizane ku dema ku xwe jinûve realîze û reorganîze neke, parçebûn mitlaq e.
Ji bona ku dewleta tirk xwe jinûve realîze bike û kolonyalîzma nû ava bike, hebûna, PKKê û siyaseta Ocalanî ji bona wan derfetek e. Divê vê derfetê baş bi kar bînin.
Rastî ji bona netewa kurd jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê derfeta serxwebûnê û dewlet avakirinê; an jî kêmtirin Kurdistaneke federe derketiyê holê. Hezar mixabin serokatiya kurd bi tevayî û bi taybetî jî PKKê û Ocalanî pêşiya vê yekê digre.
Ev merheleya ji bona netewa kurd dibe merheleyeke dezawantaj, ji bona dewleta tirk dibe merheleya awantajî.
Hîn derfet nehatiye revandin. Divê hemû kurd aqlê xwe bigrin serê xwe. Bi taybetî jî serokatiya kurd, vatiniya xwe ya dîrokî pêk bîne û refleksa neteweyîbûnê, refleksa serxwebûn û azadiyê nîşan bide, helwesta Filîstiniyan û neteweyên din yên dinyayê nîşan bidin, ku li hemberî dîrokê sucdar nebin.
Amed, 22. 08. 2009
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...