Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
 
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
2012-08-05 09:10



Bûbê Eser/ Divê berî her tiştekî em kurdên din ango ne yên rojavayê Kurdistan, li ser rewşa sûrî û bi taybetî li ser rewşa rojavayê Kurdistanê bi awayekî gelemperî rawestin. Rawestin û bibînin ku çi bû, bi ku de dihare û wê çawa bibe? Ji ber ku em Kurd zû xwe û dîroka xwe ji bîr dikin. Ji ber ku em kurd gelekî hîsî û mirovperwer in. Ji ber ku em Kurd zû bi zû têne xapandin û baweriyê bi dijmin û hevalbendên wan tînin.

Heger em Kurd bi awayekî rasteqîn, durus û zelal li rewşa sûrî û kurdên li wir binêrin em ê bibînin ku di destpêkê de çi lîstik li ser serê gelê me dihat lîstin. Di nav wan lîstikan de hin kurd bi destên qaşo hin kurdan hatin kuştin. Kî bûn ew kesana ku Kurd li sûrî ango li rojavayê kurdistanê kuştin? Kî bûn ew kesana ku ala kurdî ranekirin û naxwazin rakin jî? Kî bûn ku ew kesana ango rêxistina ku kurdên rojava li berdestê wan ketibûn amana xwedê? Divê em li ser vana rawestin.

Divê bi zelalî bê zanîn, bi eşkereyî bê gotin û bihîstin ku dijmin tu caran ji ber xwe de tu mafan nadin kurdan. Ev gelekî zelal û eşkere ye. Lê niha em dibînin ku Esad vê yekê dike û dixwaze hin bajarên Kurdan bide hevalbendê xwe. Ew wan bajarana radestî gelê kurd û rêxistinên kurdistanî nake. Niha li sûrî ev yeka nayê dîtin û kurdên me yên din jî weke gelek caran hema li defa dijmin dixwin û li ber meqamê ne kurdî dixwazin govenda kurdî bikin. Carekê ev nabe, ji ber ku meqam û reqs hev nagirin.

Ez dîmînim ecêbmayî û şaş ku çawa kurdên me ketine dorê û vê yekê pîroz dikin. Weke ku kurdan bajarên xwe û rêvebiriya wê xistibin destê xwe. Hey hawar û hezar caran hawar ji destê kurdan. Hema li ber meqamê nekurdî û li ser tayekî direqisin.
Ka soza wan ya ku dijmin tiştên didin divê em qebûl nekin(!). Ma ne wan ango rêvebirin wan digotin ku vekirina trt6ê xapandin e. Ma ne wan digotin ku trt6 weke aletekî wê li hember kurdan bi kar bînin. Ma ne wan digotin ku kesên herin wir caş in. Wer hasil gelek tiştên din jî pê re digotin. Li Esad bajaran dide wan li gel wan em jî vê yekê pîroz dikin. Ma gelo çi ferqa PKK û PYDê heye. Ma ne ava herduyan jî ji yek kaniyê tê. Yên ji bona trt6 dinya rakirin ser lingan çima ji bona kurdên rojavayê Kurdistanê dengên wan dernakevin. Ma gelo PYD ango PKK li rojavayê Kurdistanê li hember Esadê dijminê gelê xwe û yê Kurdan şerî çekdarî kirin ku haya me jê tune ye? Na tu şer nekirine. Ma gelo bi hukmê zorê ew bajarên navê wan tê dayin girtine? Na ne wan girtine Esad dide wan. Lê îcar çi? Tişt çawa bêne dayîn wê rojekê weha bê stendin jî. Ango heq nayê dayîn tê stendin. Kesên ku heta do alîkariya Esad dikirin ji bona wê kurd dikuştin wê îro çawa li hemberî wî werin. Ev ne tiştekî aqilane ye. Ev lîstikek mezin e divê ji niha de bê dîtin.

Brano, xuşkno, Kurdno divê em şiyar bin. Lîstikên mezin li sûrî wê bê serê kurdan. Ev dafikek e. Divê kurd nekevin vê dafikê. Heger ev rastî be divê:
1-Berî hertiştî ala kurdî li hemû bajar, gund û bajarokên Rojavayê kurdistanê bê qebûlkirin kişandinê û divê ji bilê ala kurdî tu alayên din neyên kişandin ango hildan.

2- Divê kurd bi tifak û yek girtî bin.

3- Ya herî girîng jî divê peymana Hewlêrê bikeve jiyanê. Çi partî, rêxistin, kes û kesayetiyên li gor vê peymanê tevnegerin divê bêne eşkerekirinê.

4- Divê komîteyek hevbeş damezrînin û li ser navê kurdên rojava tenê ew desthilat be. Ev komîte divê têkiliiyên xwe li gel rêveberiya başûrê Kurdistana xurt bike. Tecrube û zanînên wan ji xwe re bikin rehber.

Mirov dikare gelek tiştên din jî li vê zêde bike. Lê min pêwîstî nedît. Ji ber ku heta ew xalana nekeve jiyanê divê em destbi govendê nekin. Govenda ku em ê li ber meqamê erebî bikin, dê pêşeroja wê jî tune be.

Heger hûn raya min meraq dikin; ez dibêjim ew bajarên ku hin dibêjin yek bi yek dikevin destê kurdan ne rast e. Esad hin bajaran bi zanetî dide hevalbendên xwe da ku sibê hevalbendên wî xwedî li wî derkeve, ew û ereb ji nû de bikevin pêxîla hevdu. Esadê ku nasnameyekê nade kurdan wê çawa bajaran teslîmê wan bike? Aqilê min ji vê yekê re nabêje erê û ev lîstikek li gor dem û zemanê ku em têde dijîn e. Divê kurdên rojava û em hemî Kurd hay ji xwe hebin, vê yekê weke serketina PYD- PKK pîroz nekin. Çi dema bi rêveberiya komîteyeke hevbeş, kurdên rojavayê Kurdistanê bajar girtin û pîroz kirin aha ez ê wê gavê govenda kurdewarî bigirim.

Niha li rojhilata navîn lîstikên mezin têne lîstin û divê kurd xwe ji van lîstikan dûr bixin da ku başûrê Kurdistanê nekeve xeterê. Xeter ew e ku dijmin tu caran nasekinin û wê her bixwazin başûrê Kurdistanê ango dilê kurdan têk bibin, birûxînin, hilweşînin. Ji bona wê jî her lîstikan amade dikin. Loma divê em kurd jî şiyar bin û bi her awayî başûrê Kurdistanê biparêzin û xwedîtiyê li perçên din bikin.
2012.07.28

(Jêder: Rizgarionline)
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...