Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Konê Reş: Zilamok!
 
Konê Reş: Zilamok!
2009-08-21 13:22
Konê Reş
info@mediakurd.com
Ezbenî!
Zilamok li vir in.. Di pişt mala min re derbas dibin… Di navbera Orkêş, Waşokanî, Şemsîhided û Şebat Enlîl de dibihurin… Elfabêya sexte bidarvedikin.. Derewa dikin… Erê derewa dikin… Gotinên şêrîn bi ser te de dibarîn in.. Melaqiyî û şelafiyan dikin.. Belê ezbenî ew wilo fêr bûne.. Zilamokên nû ne.. Di temtêla zilamên çak û rind de ne.. Bi gotinên xwe mirovan razî dikin û li gor her mirovekî, kirasekî ji bo wî, li xwe dikin.. Dêmê wan zer e û bi te re digurnijin, silavê li te dikin û bi bê dengî li te guhdarî dikin.. Dema tu pişta xwe didî wan, berê tîrên xwe li pişta te rast dikin.. û wiha xwîn ji te diherike.. û ew, bi herikandina xwîna te şad û kêfxweş dibin…
Ne xeme ezbenî, bela ew genîtiya xwe, sextebaziya xwe û megrûdiya xwe, ji xwe re kom bikin.. Avahiyan li vir û deraha ava bikin.. Her tişt bi dawî ye.. Erê her tişt bi dawî ye. Çendî qunax dirêj be, dawî jêre heye…Û di dawiyê de rêkên nû destpêdikin.. Hingî her tişt belû û eşkere dibe û tiştek ji pîş, kar û finasên wan namîne, ji bil xerabî û wêraniyê pêve. Bi tenê wê navê wan, wek nemroyan li ser kaxetên zer bimîne.. Erê wê navê wan, mina nemroyan di dosiyên kevin de bimîne.. Lê zilamên rast û durist, yên ku xwe di ber mafê gelê xwe de diwestînin, mafê gelê xwe diparêzin, ew her di bîranîna welatê xwe de, gelê xwe de wek çira û xetîrên veketî dimînin..
Ax.. Welato.. Welatê bi êşê strayî.. Welatê min yê ku bi xincer û kêrên zilamok û melaqan birîndar e.. Gelo ez li ser te bigirîm, an ji ber te bigirîm?! Giliyê xwe bi te bikim, an li te bikim..?!
Ezbenî! Zilamok pir in, hev nas dikin.. Mîna kaxetên gemorî di sikak û kolanên bajarê min de belavin.. Kirasê vir, xapandin û derewan li xwe dikin… Lê a rast her eşkere dibe û her yek bi navê xwe tê nas kirin.. Ev derewîn e, ev keysbaz e, ev sexteçiye.. Û ev zilam e zilam, zilamekî paqij e.. Raste zilam kêmin, lê ewin yên ku mirovan, welatan û şaristaniyan ava dikin.. Zilamên ku ne li ser şopa mîr Celadet Bedirxan, Apê Mûsa Anter, Dr. Nûreddîn Zaza.. bilivin, ew zilamokin, mane wan gotiye;(…An mebêjin em kurd in..).
Belê Ezbenî zilamok divire dermas dibin.. Di navbera sextebaziyê û derewan de dikulkulin.. Zikreşî û çavnebarî ji dêmê wan diniqut e.. Tevî ku kirasê berxikan li xwe dikin da ku neyên diyar kirin… lê her ew belû û eşkere ne..
Erê zilamok li vir in, di vire derbas dibin… Dibe ku li wir bin jî, li ser maseya te bin jî, di mala te de bin, di nav kaxet û maxetên te de bin.. Lê tu jî weke min e, te navê ku tu bawer bikî… Û tu çavê xwe û guhê xwe digirî da ku ev rewş te pîr neke..?!
Lê sed heyf û mixabinî ku ev e rewşa me… Zilamok, sexte û durû di nav tiliyên me re derbas dibin.. Di bin palgeha me de radizên.. Gelaciya min û te dikin… Ew ne zilamin, zilamokin, di kesmê zilaman de ne.. Cil û bergên zilaman li xwe dikin û di malên xwe de, bi zimanê min û te xeber didin.. Lê ne ewin yên ku dîrok wan bi bîr bîne.. Ew wek tûmê Kelemperê li ber ba dixindirin, ba wan li ber xwe dibe.. Ew ne zilam in, jinaviskin. Belê, zilam di vê heyamê me de kêm in.
Erê ezbenî, Zilamok di navtara me a biçûk de pirr in.. Em tev wan nas dikin.. Lê her ew wek toza di nav tîrêjên rokê de derbas dibin û hin bi hin xwe li erdê digirin, pêlav jî di ser wan re derbas dibin.. Wiha jî roj dibuhirin.
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...