Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
 
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
2009-08-22 23:34
Konê Reş
info@mediakurd.com
Lehengek Ji Lehengên Welatê Min
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî
(1892 – 1973)
Konê Reş
Bi helkeftina 36"mîn salvegera koçkirina Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî, ku PDK-Bakur, îsal ew bi bîr anîne, kêfxweş dibim ku ez jî dewla xwe di ava bîra rehmetî de dakim û bi PDK-Bakur re beşdariyê di vê bîranînê de bikim.. Hem jî spasiya wan bikim.. Dilşa me ku ez jî bi vê nivîsa xwe, a ku berî pêlekê belav bûye, careke din, bi vê hekeftinê belav bikim û wêneyekî wî ji erşîfa xwe, ku ez neşaş bim, yekemîn care belav dibe wek wefadarî ji vê bîranîna wî re pêşkêş bikim.
* * *
Pêwiste ku mirov di govenda mêran de dîlanê bigerine, li gor bejin û bala wan, bejin û bala xwe bihejîne, û pîş û sazên wan ji gelê xwe re derîne.. Erê, êş û azarên wan şanî gelê xwe bide, berxwedan û pêdariya wan, mêranî, dilsozî û wefadariya wan ji xwendevanên zimanê Kurdî re raxîne..
Di rojên 10-11-12/02/2009an de, bi serdaneke taybet çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc bi tevayî(Deşta Cûmê, Şikakan, Ciyayê Lêlûnê û Navçeya Şêrewiyê), da ku pêzanînan li dor kurdên me yên resen Êzidîyan, kom bikim. Di vê geşt û gerê de, çav bi gelek kesan ketim, bi gelek kesan re axifîm û min pirsa gelek kesan û tiştan ji wan kir. Di nav re jî, min pirsa hin navdarên kurdan mîna Dr. Nûrî Dersmî kir.. Ewên ku xebat û bizav di ber kêşeya gelê me de kirine, malê xwe û canê xwe di rêka welatê birîndar de winda kirine..
Wiha ez li Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî sekinîm û serboriya wî gelekî bala min kişand.
Dr. Nûrî Dersimî; Yê ku yekî bingehîn bû ji lehengên serhildana Dersimê a 1937 an. Piştî têkçûna serhildanê di dawiya sala1937 an de û bidarvekirina bihiştî Seid Riza serokê serhildanê û her deh hevalên wî, Dr. Nûrî Dersimî ji neçarî û bi halekî xerab xwe gihand Sûriyê, bajarê Helebê. Û wiha her 35 salên xwe yên dawî li Helebê, di nav kurdên çiyayê Kurmênc de derbas kirin.
Belê tevî xwînherikandina wek cobaran di serhildana Dersim de, ew ji desthilanîn neket û xwe ji ber neyartiya Tirko neda alî.. Tirko yê ku heval, dost û xizmên wî kuştin, sirgûn kirin û di zîvariyan de belavkirin.. Û her wiha li Sûriyê jî wek lebatekî aktiv ket nav refên welatparêzên Kurdan de, li kêleka Bedirxaniyan û hevalên wan sekinî û bi wan re kar û xebat di ber kurdewariyê de kir.. Û di sala 1952 an de pirtûka xwe a navdar bi navê: (KURDISTAN TARIHINDE DERSIM), li Helebê çap kir, lê mixabin ku ji rex rijîme ve hat qedexekirin.. Belê, ta di mirinê de jî, Dr. Nûrî Dersimî nexwest neyar zanibe ku têkçûye.. Û razî nebû, ku serê wî li ser ti axê bê danîn ji bil axa çiyayê Dersimê pêve.. Û her dem û gav bi axîn û hesreta axa çiyayê Dersimê bû..
Ji min re gotin; Berî ku Dr. Nûrî Dersemî here ber dilovaniya Xwedê, wî di sala 1964 an de, ew mizgeftika biçûk ku wek xanîkî bû di goristana şêx Henan de, li Kefercenê, ser riya Efrînê, ji nû ve nûjen kir(restore kir), hem jî hewşek ji wê mizgeftê re ava kir û di hundirê hewşê de, gora xwe û a kebaniya xwe Ferîde xanim kola û amade kir û ev nivîs li ser kêla gora xwe nivîsand:
Dilbirînê Bi Nalîna Welat
Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo
Li ser vê riya dijwar
Min jî kire pir hawar
Da ji bo we rojekê
Dinya bibe gulbihar
û her wiha qewîtiyên xwe (wesyet), li dost û hevalên xwe yên nêzik wek: Dr. Mihemed Cafer, Şêx Mihemed Şêx Îsmail Zade û hin din kirin, ku roja bemire qewîtiyên wî bi cî bînin; yek ji wan qewîtiyan, ku wî li çiyayê Kurdaxê, di goristana şêx Henan de veşêrin, da ku her sibeh bayê çiyayê Dersimê bi ser de bibare.. A din ku darbesta wî di ber qunsilxaneya tirkan re derbas kin.. û ya din ku, ew kîsê AXA çiyayê Dersimê, yê ku her dem di bin palgeha wî de bû, di gorê de jî, têxin bin serê wî de.. Belê, û ji min re gotin; dema ku Rehmetî Dr. Nûrî Dersimî di sala 1973 an de koça dawî kir, me ew qewîtiyên wî, wek ku wî dixwest, bi cî anîn.. Lê mixabin gelek kes bi me re beşdar nebûn, newêrîbûn, ditirsiyan..
Di vê gera xwe a çiyayê kurmênc de, min du rojan ser hev gora wî û kebaniya wî ziyaret kir û her car min çend kulîlkên Nêrgizan datanîn ser gora wan. Li ser gora wî wiha hatiye nivîsandin:
Dilbirînê Bi Nalîna Welat
Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo
Li ser vê riya dijwar
Min jî kire pir hawar
Da ji bo we rojekê
Dinya bibe gulbihar
Li Kurdistana tirkiyê meha azara 1892 an çêbûye
Li Helebê di roja 22ê meha abê 1973 an de miriye.
Li ser gora kebaniya wî Ferîde xanim, a ku di rex gora wî de ye, bi tenê ev nivîs hatiye nivîsandin:
Dilgirtî
Ferîde Dersimî Elî(Xiz)Oglî
Sê zarok ji wan mane, du keç û kurek, keçek li Elmaniya ye, yek li Dûbey ye û kur li Bolgarisanê dimîne. Yezdanê gewre Dr. Nûrî Dersimî û tev têkoşerên Kurdan bi dilovaniya xwe şad bike.
Konê Reş / Qamişlo
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...