|
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK |
2010-12-01 16:08 |
|
|
Ahmet Altan
Ji bo min di jiyanê de, tevgera herî kirêt ew e ku kesekî/a çekdar, kesekî/a bêçek tehdîd bike, bitirsîne û bibe zorbe. Ji derbeyên leşkerî herî zêde ji ber vê sedemê dikerihim/nefretê dikim. Ji ber vê yekê min bêehleqî dît. Ji ber ku hewla çewisandina çekdaran a li ser bêçekan; -dev ji hiqûq, demokrasiyê berdin- li derveyî mêranî, comerdî, dirûstiyê bixwe ye.
Di pêvajoyên ku bi salan e em li dijî dewleta kûr, zordariya derbeyên leşkerî, faîlên kiryarên wan nediyar, înfazên bêdaraz derdiketin de, niha baskê çekdar a PKK’ê bêyî ku qet şerm bike, Orhan Mîroglu bi mirinê
tehdîd dike.
Çeka Mîroglu tuneye.
Fikrên wî hene û wan dibêje.
Û PKK, Mîrogluyê ku hê jî guleyên ku li ber Apê Mûsa xwarine, di bedena xwe de hildigire, hewl dide bi awayê herî ketî biçewisîne.
Çi ye, Mîroglu dîtinên siyasî yên PKK’ê rexne dike.
Heke fikreke we ya dijber hebe, wê binivîsin.
Na, fikrekê nabêjin.
Ji dêvla wê, berê lûleyê dizivirînin Mîroglu.
“Hiş be, an emê bikujin.”
Gelo wê PKK bi vê bipesine?
Gelo wê bi tirsandina mirovên bêçek, bi kuştina mirovên bêçek bipesine?
Wê mafê axaftinê nede kurdan?
Wê ji bilî fikrên siyasî yên PKK’ê, fikrên tu kurdî tunebin?
Rêveberên PKK’ê bixwe jî dibêjin; “Êdî bi çekan mirov nikare bigihêje tu derî.” Ma wê vê yekê kurdekî/a din nikaribe bibêje?
Ma hûn xwedî, efendî û patronên kurdan in?
Tiştên ku dewleta tirkan bi salan e kirin, ma wê niha PKK li kurdan bike?
Generalên derbekar ên vî welatî, bi salan gotinên bi rengê; “ji bilî nêrîna me, gotina nêrîneke din xiyanet e ji bo welat” di devê xwe de kirin benîşt, kesên ku di nav xwe de “xayîn” didîtin tune dikirin. Gelo wê niha PKKi hemanqederî bi kurdan bide jiyandin?
Îro bi milyonan kurd hene ku dibêjin çekan “mîada xwe” tije kiriye û bi vî awayî difikirin.
Hûnê wan hemûyan bikujin?
Hûnê bi milyonan kurdên ku difikirîn biryara boykotê şaş e jî bi kuştin3e tehdîd bikin?
Hûn vê zordariyê wiha berdewam bikin, kurdên ku ji ber zordariyê li kurdan dike, li dijî dewletê derdikevin, niha jî wê rastî çekên ku ji nav wan derdikevin, werin?
Bila dewlet bêdeng bike, hûn bêdeng bikin.
Bila kurd qet neaxivin, ne wisa?
Gava biaxivin an bila gotinên ku dewlet dibêje dubare bikin, an jî gotinên we. Hûn vê dixwazin?
Hebûna fikrên kurdan ku fikrên wan bixwe ne qedexe ye?
Bûyîna xwediyê fikir û ramanan, li kurdan heram e gelo?
Ji artêşê bitirse, ji PKK’ê bitirse, kurd ji bo ku bitirsin, hatin dinyayê?
Di pêvajoya ku Ocalan li Îmraliyê hevdîtinên “aştiyê” dike de, ev feraseteke çawa ya aştiyê ye?
Tiştên ku PKK ji aştiyê fêm dike, ji “xweseriya demokratîk” fêm dike, azadbûna derbarê tirsandin û çewisandina kurdan bi riya çekan bixwe ye gelo?
Gelo hûn Kurdistaneke ku tevahiya kurdan tê de bêdeng in, bi tenê PKK diaxive, xeyal dikin?
Ev xeyala Tirkiyeyê ya dewleta tirk bû.
Ev, xeyala Tirkiyeyê ya generalên derbekar bû.
Ma hûn xeyalên wan parve dikin?
Madem hûn çewisandin û tirsandina kesê çekdar li ser kesê bêçek û bêhêz wisa xwazayî/normal dibînin, naxwe hûn li dijî çi derdikevin?
Gelo hûn dibêjin; “Bila ne tirk, lê bila kurd kurdan biperçiqînin?”
Kesên ku dibêjin; “Bila kurd azad bin”, dibêjin divê kurd bi tu awayî di bin çewisandinan de nemînin. Ji ber ku ji perçiqandina kurdan, ya ku ji aliyê kurdan ve tê kirin re “azadî” nayê gotin.
Heke neynûka Mîroglu bişikê; vê ne dinya, ne Tirkiye, ne jî kurd efû bikin.
Zivirandina çek li bêçekan, ne mêrxasî ye, ne dirûstî ye, ne jî ehlaqî ye.
Dev ji van zordariyên tehdîdkar berdin. Ne xwe, ne jî kurdan bidin şermê.
Zilamê ku hûn tehdîd dikin, mirovekî wisa ye ku tevahiya jiyana xwe diyariyê doza kurdan kiriye.
Mirovekî ku ji bo mafên kurdan têkoşiyaye.
Tiştê ku Mîrogluyê di destê wî de çek tuneye, di bedena xwe de şopa guleyan dihewîne bi mêrxasî dike, hûn jî bikin.
Fikra xwe bibêjin.
Ji dêvla ku hûn Mîroglu tehdît bikin, azadiya mejiyê wî ji xwe re bikin mînak.
Ji ber ku azadiyeke ji wê azadiyê mezintir tuneye.
*Ahmet Altan/ Taraf/rizgarî |
|