|
Ebbas Ebbas :Çinar |
2011-01-18 00:00 |
|
|
Zivisatna bi pir berf û seqem bi dawî bû, û tîrêjên rojê di bihara şêrin de, germ xwe berdan ser zinar û pesarên çiyayên kurdistanê, li ber hilma wê, hin bi hin perfa ku di sere bibû qeşa, heliya û werivî, di dawiya Adarê de, ava berfa werivî di çavkaniyan ve da der û di çeman de bi rengê sor bû lehî û şikel herikî!....
Lehiya sor û geravî, her tişt li ber xwe bir, heya pez û bizin û dewarên kesên ku heya wan ji dema lehiya salê tûne bû!....
Ez jî şitilek ji toxmê çinarê me, diber qeraxa çemê Soplaxê de, nû şîn dihatim, qama min wek rayên min hîn lewazin, kin û ziravin, hîn di nav çîm û axa wê de kûr xwe neberdane erdê !....
Ji aliyê bakûr ve, dûrî sînorê tîlkirî bi çend gavan, rayên min nû erd digirtin, jiyana min bi bayê xweş û xuisiya ku bi danê rojhilat re, di pelên minî tenik ve didan der, şêrîn derbas dibû!...Lê mixabin, ku lehiya sor û gur, wek tirênê gum gum jê hat û tilmanê di bin rayên min de hêrivand, ez li ber xwe birim!....
Di nav şeka wê de, ser av û bin av bû , û heya sînorê dirihkirî, ku çuqliyên min bi têla dirihê ve man esê , ez dam rawstandin!....Dirih li min hat pêçan, yan ez lê hatbim pêçan!..Nema min di zanî!...
Di nav diriha sînorê bombekirî de, ku welatê dara Çinarê, pê hatiye parçe û bahir kirin, hêviya min bi berdewamiya jiyanê ve hat birîn, lwe re wek kewekî ku di davika nêçîrvan de, piştî hewldana azadiyê xwe de pir pîkol kirbê, bêçar ez jî di nav dirihê de piştî hewildaneke bê semiyan û bêçar, bêzar sist mam!....
Çuqliên xwe sist berdan ser tûjikên têla dirihî û bi ziwakirina rayên xwe de ponijîm!....
Li ber rojava, pelên ewrên ji hevûdin cûde û bele wela, li hevûdin civiyan û hin bi hin di ser serê çiyayên kurdistanê re û bi taybet di ser serê çiyayê Bagokê re, bûn wek konekî reşî koçerî, hingî jî per dewam nekir, heya wek devê kûnê avê, baran barî û di çem û mesîlan de car dî bû gum guma lehiyê û bi gur û bi himetek bihembe herikî, nexasim piştî ku perfa li ser pesarên çiyê, yên ku jiber tîrêja rojê mabûn, ew jî pê re heliyan!... Êdî her tişt da ber xwe, heya têla dirihî û bombên bin axkirî!....
Li ber danê nîvrokî, ez û têla dirihî û bombên zingar girtî, aniha ji derin, bi hevûdin re bin sînorê binxetê ketine!.....Di nav çirava wek lavîna fulkan de, li hêviya hilma dawî me !......
Çiqas ji warê xwe dûr ketime û çiqas di nav çirav û ava sor û qirêj de bin av û ser av bû me, ez bi xwe nizanim!....Li ser erdeke rast û diber qeraxa çemkî de, di nav çirava ku hinkî bê av mabû û tîr bibû, bi termikî winda bibûm!....Eniha ez bi xwe di zanim, ku wê jiyana min berdewam be, lê termikî!...Rast û ne rastiya qama min, ji min re ne derd bû, bi tenê berdewamiya jiyanê!...
Mirovên vê deşta nimz, bi nav gemara lehiya geş ketin û jibo girsên şewatê, qurim û pûş û darên biyên ji qam de ketî, didan hev û li hev kom dikirin!....Ez jî bi destê jineke kurd, ji bin çiravê hatim kişandin û di nav koma êzingê xwe de danîm!....Ez bûm yê şewatê!...
Di hewşa fereh de û di kêleka tenûrê de, ku di qoziya rojhilatî hewşê de hatibû danîn, ji qama xwe de, ez jî bi koma qirşan re berdam erdê û bi lingê xwe û jibo em li ber tîrêja rojê ziwa bibin, ji hevûdin bela û wela kirin!.....
Jiber bejina min î zirav î naz û rengê dara Çinarê, ku ji rengê darên dî cûde bû, çavê xwe berda min û bêhnekê ez di nav destê xwe de zîvirandim, dawî ez bi xwe re birim ber bîra avê, dêwlek av bi min de berda û jibo min ji çirava lehihiya sor paqij bikê, çend carekî ez hilweşandim û li erdê dam!...Hingî ku ez paqij bûm û hîn ez di desta de, li dora bîrê zîvirî û li cihê çandiniya min geriya!...
Dûr ji latên ku li hawir dora bîrê bûn, bi çend gavekî, erd da kolan û xaka wê veda, rayên minî lewaz di nav axa hêwî de çikandin û li wan da hev!....pê re pê re hinavê min hînik bûn û demarên min car dî hilma jiyanê di wan ve hilkişiyan jor û li nav çuql û pelên min belav bûn!....
Sal bi sal, ez jî wek zarokên vê jina kurd î dilovan, bi evîna wê mezin dibûm!.... Qama min, qurmê min, şaxên min, rayên min, ku xwe berdan heya nav ava bîra kûr!....Êdî ez û siha dibin pelên çuqliyên fereh û dirêj de, bibûn dabaşa gelê gundî û bi taybet di germa havînan de!....Ez dara yekem im ku di vî gundî de navdêr bi siha ber fereh û bi bêhina xweş!....Di baweriya min de, ev jî ji dilovaniya jina kurd bû, ku ez jî wek zarokên wê, pê mezin bibûm!....
Sala borî, erd dibin me de hejiya, lê mixabin ku erdhejandin ne ji sedema zagonek suriştî bû, lê belê ji giraniya zagonek ne mirovayetî bû, gelê kurd pê hatin wêrankirin, bê nasname kirin, heya navên wan û navên gundên wan dan guhrtin!....
Ji bandora vê zagona ewrte û ne mirovayetî, dîwarên hewşa vê jina kurd hatin xwar û hin bi hin lewaz bûn û heya hêrivîn, xaniyên wê li dûv hêtin dîwar hatin xwar û hin bi hin ew jî hêrivîn, dîwana malxwyê malê, ku ji derî hewşê bû, ew jî hat rûxandin!...Piştî vê jî, êdî tu kesî ji bîra avê ne vexwar û dibin siya min de ne rûniştin, dîwarê bîra avê; ew jî sal bi sal hatin xwar û heya ku cavkaniyên wê hatin xitmandin!....Loma û jibo berdewamiya jiyanê, giring bû ku ez rayên xwe hîn kûrtir berdim erdê!....
Aniha …Rayên min ne ew rayên lewazin, qurmê min ne ew qurme tengzare, ku bi bivirê hovekî bê birîn, loma jî hîn qama min bilind de û li berbendî dilovaniya jineke kurd im!....
|
|