|
Ebbas Ebbas : Quling |
2011-01-18 00:00 |
|
|
Refê Qulingan, ji sir û seqema berfa çiyayê Sipanê Xelatê koçber bûn û berê xwe dane germa başûrî kurdistanê .
Qulingekî kal, rêzanî ji ref re kir, û ref jî li ser du rêzan dan dûv!...Berê wan da başûrî rojava yê kurdistanê, û bi taybet, da deşta di nav bera çiyayê şingal û Bagokê de , cihê xêr û xuşiyê .
Li bakurî şingalê û jê ne dûr, di ser gola Simoqiyan re, Çend caran firiyan û ku temamê wê dor kirin û xom kirin, û ku dilê wan ji aliyê dijminan, çi ji nêçîrvan û çi ji laweran ve ket cih, baskên xwe sist berdan û li ser yek kelê xurbûn nav ava şîn û zelel !...
Hin ji wan di nav de, ser û bin av bûn û leystin, û hin ji wan li nav çirava dora wê bela bûn û li geyayê şîn û nazik çêriyan . Lê ne bê nehtor!…
Serbazî kal, bi qulingekî ciwan re, li hêla dî û li ser bilind cihekî, li ser yek lingî man nehtor!…
Bêhneke baş derbas bû, ji axînên giran û keserên germ pêve, di wê bêdengiya di navbera wan de ne di hat!.. Û wilo, heya kêlîka ku Qulingê ciwan axifî, û bê hêrz li ser derdê evîna xwe ji kalo re got û jê re biland, û dawî bi dilkî şewat pesnê yara xwe da, yara ku di nav refekî dî de çûbû .
Kalo, guhdarî lê dikir û serê xwe di bere di hejand, lê bi ewakî ku çavên wî bi çiyayê şingalê ve mabûn xar û bi hêsir!…
Qulingê ciwan, hîn di nav peyêva evîndariya xwe de bê hiş bû, heya kêlîka ku kalo ji dilkî şewat û bi hêsirek germ re keserek berda, û pêre nalî !..
Qulingê xort behitî û axiftina xwe birî!…Û pêre pêre bi tirs got :
-Min bibexşîne apê delal, heger min bi axeftina xwe birîna evîdariye te nûkir!…
Kale Quling, sivik kenî û pêre jî got :
- Na delal, di dema evîndariya min de, ji ber ku ez û yara min, em bi dilê hevûdin bûn , min pir bi dilxweşî ew dem qedand !..
Qulingê ciwan, li dûv pirsa xwe çû û car dî pirsî û got :
-Naxwe bo çi ji kêlîka ku em gihiştine vir, tu wilo bi kulî û di ponijê?!..
Qulingê kal, serê xwe hejand û bi melûlî tewand, çengê xwe hilda û serê perîya xwe bi çiyayê şingalê ve kir û xemgîn got :
-Ez bi serpêhatiya bilbilên çiyayê şingalê mijûl bibûm û ponijî bûm!…
Xorte Quling, çavên wî hin dî bel vebûn, û bêhnekê ji xwe re li çiyayê şingalê temaşekir, dawî bi tirs jê pirsî û got :
-Çi serpêhatî bi wan hat bû?!…
Qulingê kal, piştî ku çavên xwe baş li gelî û zinarên çiyayê şingalê gerand û jê têr kir, got:
- Çîroka bilbilên şingalê, dîroka man û nemana wan bû !…
Qulingê kal, hîn gotina wî bi dawî ne bibû, heya qulingê xort cefilî û bi lez û bez fiririya û pêre kir qîj û hewar!…jiber ku çavên wî li nêçîrvanekî ket .
Qulingê kal jî, bi giranî kûlkûlî û xwe bi banî ve hilda, ew jî firiya û da pişiya ref, berê wan da bi ser çiyê de, xwe nêzîk kir û di nav bera gundê Xanesorê û çiyê li dehma gundê Simahêstir de, li ser tilmanekî bilind danî û ref li dûv hatin xwar .
Bi vê nêzîk bûna kalo ku li çiyê kir, bêhtir hinav lê sûtkir û dilê wî şewitand!… Westiya, ji lewre jî xwe berda bi ser sînga xwe de û bi giranî melisî!..
Qulingê ciwan, li ber û li ser lingekî ew jî ma serpiya û berbendî çîrokê ma guhdar .
Qulingê kal, kêlîke baş xwe di cihê xwe de bir û anî, heya cihê sînga xwe xweşkir û di bin çavan re, car dî li çiyayê şingalê temaşekir, dawî bi dengekî xemgîn axifî û got
- Bilbilên şingalê, bi nav û deng bûn, bi hêrz û ceger bûn, dijminên wan jî ev xasin han di wan de di zanîbun !…Loma ji wan di tirsiyan û ji hêza wan di pelikandin, sedemên van xasên hêja jî, yekîtiya wan bû, ku di gotin û şêwra kal û bavpîran de bûn, di xêr û şerên hevûdin de dijîn, li ser kevineşopên ol û tora gelê xwe bûn!… Û wilo, heya wê sala bê xêr, ku bi ser wan de hat, ew sala bê baran û ziwa, ku du havînan li dûv hev, bircî û perîşan û tengezar bûn, êdî dilmanî ket nav malbatên wan de, heya ku her yek bû ji xwe re û bûn dubendî !…
Kalo, çavên xwe bi serê piriya xwe paqij û ziwakir, car dî axeftina xwe berdwam kir û got :
- Pir ji wan bêçar bûn, ji koçberiyê pêve li ber xwe nedîtin!…Û wilo jî, hin ji wan bi axa xwe ve man girêdayê!…Û dawî, li ser koçberî û mana li welat, bûn du ref, refekî got man û refê dî kar û bara xwe li koçberiyê kir, dawî berê xwe dane welatê beyanî, welatê Erbstanê!….Ku tev ax û germ û ziwaye.
Kalo, piştî ku çend zixûrên hûr ji bin sînga xwe anîn der, pêre jî keserek ji dilkî şewitî berda got :
- Lê mixabin, refê koçerber pir dûr ne çûn, heya ku di berîstanê de, li bablîsokê rast hatin, bahozê ew di nav axa germ de kirin qertal!…Di nav axê de winda bûn, û heya wek îro jî em ji wan bê gomanin!..
Qulingê kal, ji kel da xwe û li ser lingekî ma şipê, serê xwe kir bin periyê xwe de, û wilo bêhnekê ma da ku çavên xwe germ bikê, heya kêlîka ku Qulingê xort, bi tirs û bi dilkî şikestî li ser refê li welat mayê jê pirsî .
Kalo, serê xwe rakir li çiyê temaşekir û car dî bi erdê ve tewand û got :
-Yên man, tev jî jin û zarok û kal bûn, bê serdar û bê delêl bûn!…Lewer jî, ketin ber şek û pekan de, dijminên wan, çi ji kundan û çi ji başokên birçî, di wê salê de bi nav wan ketin, qira wan anîn!… Li nav kortik û mesîlan bela bûn, di bin teht û latan de xwe veşartin!…Lê mixabin, ev jî ji wan re ne çar bû!…
Kalo, hêsira ku ji çavên wî bi ser simbêla de herikî, bi serê piriya xwe paqij kir û bi derdekî giran, serê xwe car dî kir bin çengê xwe de û li ser lingekî di xwe ve çû .
03/07/1996
Axin-Alemaniye.
|
|