|
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş! |
2011-05-05 08:18 |
|
|
Îbrahîm Malgir
Beyanî baş ya heval û hogirên hêja!
Beyanî baş ya dost û mihubên min!
Min bêrîya hewe kirîye!
Min ji dilê xwe pirsa hewe kirîye,
Lê bersiva wê li cem hewe ye!
Min bêrîya heyîna hewe ji dilê xwe kirîye!
Lê bersiva wê li cem hewe ye!
Gelo tu çi ve mijulî ?
Gelo tu li xwe nagrî pirsa heval û hogirê xwe bikî?
Gelo li himberî dostê te şûbhekî te heye?
Gelo tu li hevalûhogirê xwe ne ewle yî?
Tu ji hevalûhogirê xwe çi hêvî dikî?
Gelo ew têra menfeetê te nake?
Gelo te xeta kî wî bihîstî ye?
Ew hevalûhogirê te xetakî kirî ye?
Qey tu bê xeta yî?
Gelo kî bê xeta ye?
Bes hevalê te xetaker e?
Nexwe tu heqlî yî?
Bila weke te be.
Nexwe Beyanî baş ey hevalê heval!
Uxir be!
Heger tu li min vegerayî,
Bixêr bî ya hevalê heval!
Beyanî baş ya mêhvanê hêja!
Tu kengê vedigerî ya mêvanê delal?
Îro neweke sibe ye!
Ez dibînim îro ewre û nêzîke baran be,
Lê min bihîstî ye sibe wê tav û xweş be,
Lê dûh teyrûk barî bû,
Xem nake,
Pêlên ava behrê jî welê bû,
Dûh bi pêl bû, îro pêl hebûn lê ne weke dûh bû!
Ez bawerim sibe, pêlên behrê wê ne weke îro be!
Lê mereq neke,
Dûh neweke îro bû,
Sibe jî wê neweke îro be!
Ez bawerim, sibe jî ezê neweke îro bim!
2011-05-05
|
|