|
Îqtîdar |
2009-09-07 18:39 |
Îbrahîm Malgir info@mediakurd.com |
|
Xwe îdare kirin, bingehê îqtîdarê ye. Her mal û her civat lazime bikarê xwe îdare bike. Heger yek nekarê xwe îdare bikê, wê ji derveyê wî de hinek bên û wî îdare bikin. Milletê kurd lazime ji rastmalê xwe yê îroyîn hereket bike û qîymetê wê yekê jî baş bizanibe.
Duhî û îro, çi yek bi yek, çi jî bi rêxistinî xebat û tekoşînek baş hatîye kirin û îro ev yek tê domandin. Metodên demokratîk jibo civata kurd, çareserîya jîyana civakî û desthilatî ye. Metodên dîktatorî jibo civata kurd kevneperestî ye. “Yên weke hev difikirin bab û bira, lê yên cihê di fikirin wey li halê wan”, ne mantiqek demokratîk û ne jî mantiqek pêşvero ye.
Her rêxistin û her şexis li gorî taqet û fêmkirina xwe xebatek kirîye, lê ew xebat dikarê ne li gorî pîvanê hindeka bin. Jibo wê yekê jî, demokrsî çareserîya civakî û ya îdarî ye. Nîqaşên îdeolojîk, civatan ji hev dûr dixe, lê nîqaşên li ser karûxebatê bên kirin civatê nêzî hev dike.
Mafên di Kurdistan’a bakur de hatîn wergirtin, hemu girêdayî yê van çalakî yên rêxistin û pirranîya hemwelatîyan ne. Rêxistin û hemwelatî li hev bin û ji hevre rêzdar bin, wê mafê millet jî li gor wê yekê berketî be. Çendî, nêrîn û bawerî yên kurda ji hev cihê jî bin, vê yekê wek zengînîyekî bibinin. Ew lazime pêşîya xwe û jê wêdetir jî bibînin.
Ji hevdu hesidandin (bi tirkî jêre dibêjin ‘bir birini kıskanmak’), dijminahîyê ava dike. Jibo wê yekê jî divê hinek hîsên însanî, li însanî hikum neke. Yek nekare xwe li ber birçîbûnê bigre, wê nekare rojî bigre. Îrada yekî ne xurt be, wê nekare dev ji çixarê berde. Sîyaset zanabûnek baş û îradek xurt dixwaze.
Sîyaset ne tenê dîplomasî ye, lê ew îdare kirin e. Sîyaset îdare kirin e û mixalefet kirin e. yên îro îdare dikin, ne dûre ku, wê sibehî mixalefetê bikin. Di kurdî’de dibêjin ‘ev yeka hanê bi dore ne bi zor e’. Xebatek bi tehamil û bi sîyanet di nava gel de piştgirîyê zêde dike û dijminahîyê kêm dike. Îqtîdar bênfirehî yê dixwaze. Fikrên cihê, jibo îqtîdarê ne wek tehdîtin, lê ew baş bên pejirandin, ew jibo îqtîdarê zengînî ne.
Kurd li başûr ê Kurdistanê xwedî desthilat in, lê li bakurê welat ev yeka hanê nêzîke, lê ne dûr e. Li başûrê biçûk û li rojhilat ê Kurdistan’ê jî, jibo desthilatdarîyê xebatek hêja tête kirin.
Desthilatî wek çê kirina qazaxekê ye û divêt yek wê bi bênfirehî û bi tehamil çê ke. |
|