|
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin |
2011-07-13 11:47 |
|
|
Nivîskar: Rêbwar Kerîm Welî
Gelek caran rojnamevanên tirk, û heta yên biyanî jî, dema bi siyasetmedar û dewletdarên me re diaxivin, di nava axaftinên xwe de pirsa pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê jî ji wan dikin. Cara herî baş jî bersiva wan bi vê şêweyê bûye: "pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê pirsgirêkeke navxweyî ya Tirkiyeyê ye, bi şêweyê leşkerî nayê çareserkirin…" û dema piştre pirs ji wan dikirin “gelo çareserî çi ye?” bersiva wan ew bû ku "em dest nadin karûbarên hundurî Tirkiyeyê, çareserî wê li gor taybetmendiya siyasî û civakî ya Tirkiyeyê bê dîtin." Tevî ku birêz Nêçîrvan Barzanî berî sal û nîvan ew çarçove şikand û bi eşkere got "divê PKK weke muxateb bê dîtin", lê daxuyaniya dawiyê ya vî siyasetmedarê Kurd ê Herêma Kurdistanê ku niha cîgirê serokê mezintirîn partiya Başûrê Kurdistanê ye û peywendiyên wan digel Tirkiyeyê di qunaxa zêrîn de derbas dibin, ew daxuyanî xaleke werçerxane di xwedîderketin û dûvçûna pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê û bersiveke nû ye ji bo pirsyareke kevin.
Daxuyaniya dawiyê ya Nêçîrvan Barzanî bo rojnameya ‘Milliyet’ a tirkî çarçoveyekî rast diyar dike ji bo derbasbûna vê qeyrana ku niha Tirkiye ketiyê, ew di heman demê de nexşerêyeke jî bo çareseriyê. Ev daxuyanî gihişt wê radeyê ku Murad Karayilan, Serokê Konseya Serokatiya PKKê, di wê derbarê de ji min re got "ez hêvîdarim hemû siyasetmedarên Kurd mîna kek Nêçîrvan helwestê nîşan bidin."
Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyên xwe de çareserî di 7 xalan de diyar kiriye, lê berî ku ew wan 7 xalan pêşçav bike, ew bi eşkere dibêje ku êdî gok di saheya Enqere de ye, ji ber ku haya wî bi xwe jî baş ji wê prosesê heye ku ev dema bêtirî salekê ye karbidestên tirk daxwaz dikin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) agirbestê dirêj bike û derfetê bide wan heta ku tiştekî bikin. Helbet tevî ku Tirkan tiştek jî nekirine, lê li hember de PKKê bi fermî gotina Serokatiya Herêma Kurdistanê û agirbest jî neşkandine.
Heft xalên ku Nêçîrvan Barzanî berçav kirine, bi kurtî pêk tên ji: "Qebûlkirina rastiya PKKê û di prosesa aştiyê de hesabê wê bê kirin, berçavkirina rola Ocalan û rewşa Ocalan di vê prosesê de nêyê ji bîra kirin ku Ocalan serokê rasterast ê PKKê ye, yekkirina xitaba Tirkiyeyê di meseleya aşitî û çareseriyê de, avakirina baweriyê, biryarên desthilata dadweriyê yên derbarê dosyeya Hatîb Dicle û girtiyên KCK di bin çavan de bên derbas kirin, dîtina çareseriyê ji derbiderên Kampa Mexmûrê re."
Roja îna borî, dema min û çend hevalan li ser vexwandina birêz Karayilan serdana Qendîlê kir, hemû axaftinên Karayilan jî, eger em hevber bikin, digel axaftinên birêz Nêçîrvan Barzanî di yek çarçove û hêla giştî de bûn, helbet tevî hin cudahiyên di hûrbîniyan de. Karayilan di wê rûniştinê de got ku ew êdî ne amade ne agirbestê dirêj bikin û eger di van çend rojên mayî de, ku heta 15ê tîrmehê maye, dewleta tirk bersiva daxwaziyên wan pê re nebe, ew ê "şerê şoreşgeriya gel" îlan bikin. Dema min jê pirs kir ka mebesta wan şikandina agirbestê ye?, wî got "şerê siyasî û leşkerî yê yekperçeyî li Bakûr."
Lê xwestekên PKKê çi ne? Bi kurtî mîna ku min got, heman ew çarçoveya giştî ye ku birêz Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriyê û parastina aramiyê diyar kirine. Ji ber ku Karayilan dema behsa heft xalên Nêçîrvan Barzanî kir, got "kek Nêçîrvan piştgiriya PKKê nekiriye, lê ka rêya çareseriyê çawa ye û çarçoveya wê çawa ye, wî ew ronî kiriye. Em diyarîkirina wê çarçoveyê ji aliyê wî ve gelekî pozîtîv dibînin." Ji ber ku PKK jî dibêje dewlet bi Ocalan re rûdine, lê ne amade ye eşkere bike, divê ev bi eşkere bê ragihandin û hewlên çareseriya pirsgirêka kurd di bin perdê de nemînin.
Dewlet li aliyekî behsa aştiyê dike û li aliyê din operasyonên leşkerî û polîsî didomîne. Loma dewleta tirk û bi taybetî Erdogan divê di maweyê van du heftiyên ku bo dawiya agirbesê mane, danûstanên xwe yên ligel Ocalan eşkere bikin û operasyonên esker û polîsan bidin rawestandin. Ev du xwestekên bingehînin ji bo domandina prosesa aştî û çareseriyê. Bi rastî heman ew axaftinin ku birêz Nêçîrvan Barzanî di heft xalan de ronî kirine. Bi ramaneke din, Tirkiye êdî nikare di meseleya çareserkirina doza kurd a li Tirkiyeyê, PKKê piştguh bixe. Herwiha hemû pêşketinên di wî warî de jî girêdayî wê yekê dimînin ka dewleta tirk çend amade ye wê rastiyê qebûl bike ku niha li ser cadde û di nava Parlemene Tirkiyeyê de heye.
Jêder: rudaw.net |
|