Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
 
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
2011-07-13 13:07

STENBOL, 7/7 2011 — Wekî kêşeyeka esasî, kêşeya miletê kurd ya ku hemî mafên wî yên hiqûqî, serwerî û xweîdarekirinê ji dest hatine girtin û xesp kirin e. Ev kêşe wekî şexis ne ya Abdullah Ocalan e û ne jî ya Hatîp Dicle ye.

Lê wekî çawa bi dehan sal e, di cihê siyaseyaseteka ku maf û berjewndiyê kurdan bide pêş û bide dabîn kirin, siyaseteka bêprensîp û bêarmanc li dora Abdullah Ocalanê rêberê PKK-yê diçe û tê, niha jî bi heman awayî – bo wextekê jî be – li dorê Hatîp Dicleyê ku nûneriya wî ya parlamenteriyê ji aliyê desteya hilbijartinê ya tirkan ve hatiye betal kirin digere.

Guman tê de nîne ku yasayên faşîzan yê tirkan yên ku rê li ber diyarkirin û ravekirina bîr û dîtinên mirovan digirin bi ti awayî bi qasî misqalekê jî ne hêja ne ku rêz jê re bên girtin. Piştî ku destê Hatîp Dicle tevli ti şidetê û kuştina kesê nebûyî be, tenê ji ber ravekirina fikrên wî be; hon dixwazin bila ne ji bo gotina ku wî gotiye “rêzdar Ocalan” bila gotibe “Xweda Ocalan”, di nêrîneka hiqûqî ya universel de heqê ti yasayên faşîzan nîne ku wî siza bikin, û mafên wî yên medenî û siyasî ji dest bigirin.

Lê karê ku niha li dor Hatîp Dicle tê gerandin, ji aliyê hiqûqî zêdetir şikên cidî yên niyeteka nepak di serê mirov de çêdikin. Di serî de Hatîp Dicle û hemî hevalên wî yên nêzîk dizanîn ku ji aliyê karkirînê ve “astengeka yasayî” li ber wî heye. Desteya hilbijartinê jî ji vê rastiyê ne bêhay bû, lê piştî Hatîp Dicle bi dora 82 hezar deng hat hilbijartin, wê hêj nû midaxale kir û mafê wî yê parlameteriyê betal kir. Hatîp Dicle jî û desteya hilbijartinê jî astenga ku li ber pêşiya wî ye ta roja dawiyê veşartin. Cihê rastî lê tê veşaratin, guman derdikevin pêş û niyetên nepak karîger dibin.

Niha gruba BDP-yê hemî hebûn û nebûna xwe ya parlamentoyê bi Hatîp Dicle ve girêdaye. Em ferz bikin ku riyek ji Hatîp Dicle re hat dîtin û ew mafê wî yê parlamenteriyê lê hat vegerandin. Gelo hingê dê BDP siyaseteka çawa bi meşîne? Mihtemel e ku dê careke dî rewşa Ocalan bibe argumanê esasî yê siyaseta BDP-yê. Hevsrokê BDP-yê kevin Selahattin Demirtaş dibêje “ev ne meseleya Hatip Dicle ye, meseleya mafê demokratîk yê kurdan e”.

Lê mebesta Demirtaş ya “mafên demokratîk” jî ne diyar e ku ka ew çi dibêje. Ji ber ku “argumanek” esasî ya Selahattin Demirtaş ya propagandeyên hilbijartinan ew bû ku digot: “Weleh û bileh dewletê bidin kurdan jî kurdan ew navê”. Her heman Demirtaş û derdorên BDP-yê dibêjin ti problema wan digel zimanê fermî nîne û ew daxwaza ku kurdî jî digel tirkî bibe zimanê fermî nakin. Ji bo miletekî wekî kurdan bindest ziman û desthilat du faktên esasî ne, beyî ku ev bên bi dest xistin, kurd bi ti awayî azad nabin. Lewma “xweseriya demokratîk” ji aliyê hiqûqî û siyasî ve, gotineke pûç û vala ye, tenê taleba xurtkirina tîranî PKK û Abdullah Ocalan e.

Heya niha kurdan an kê çi ji helwesta Abdullah Ocalanê li Imraliyê fêm kiriye? Hemî beyan û dîtinên wî li ser du hevokên dijberî hev in. Hefteyekê dibêjê “ez li vir rehîn im” hefteya dî dibêje “hevdîtinên min yên li vir digel dewletê gihanê asteyê peymanê”. Baş e, peyama miletekê, “sulhnameya” miletekê çawa li ser destê yêk kesê “rehîn” tê bi rê ve birin? Gelo çi peywendiyên aqilek wiha digel siyaseteka esasî ya dabînkirina maf û berjewendiyên miletekê heye? Ji bo mirov ji aqilekê wiha bawer be, ne divê mirov jî aqilê xwe xwaribe?

Bayekê îro hemî dinayaya ereban daye ber xwe bivê-nevê dê nizameka dî ya siyasî ya nû di rojhilata-naverast de çêke. Ruh û kakilê vê nizama nû jî azadî û rejîmên federe ne. Tirkiye nikare xwe ji ber vê bayê xelas bike. Lewma îro bi awayê çêkirina “peymaneka-destûreka” nû de dixwaze xwe biguhorîne. Ka ji aliyê çêkirina vê “peymana nû” ve çi amadehiyên BDP-yê hene?

Du aligirên BDP-yê yên siyasî, Kadep û Hak-Par rejîmeka federal diparêzin. Çima ew û BDP hemî bi hev re li ser mijarên esasî yên maf û berjewendiyên miletê kurd ranawestin, tenê hemî bizava xwe li dora Hatîp Dicle digerînin? Xerabiyeka dî ya mezin ya siyaseta BDP-yê ya li ser tundûtîjkirina kolanan ew e ku pişta aboriya başûrê Kurdistanê şikandiye, lê kurd qet naxwazin vê rastiyê bînin ber çavên xwe jî.

Siyaseta bêesas û bêprensîp ya ku heya niha tenê li dora şexsê Ocalan dihate gerandin, niha jî li dora Hatip Dicle tê gerandin. BDP bi vê siyaseta xwe ya li dora Hatip Dicle digerîne rewşeke ji CHP-ya ku li dora du gumanbarên Ergenekonê digere cidîtir nîşan nade û enerjî û hedefên kurdan yên neteweyî berhewa dike. Dema hedefek siyasî ya BDP-yê nebe, her hefte li Diyarbekir, li Şirnex an jî li Hekarî kom bibe dê çibe? Hîç! Ji ber ku ji girêyên çêkirî, siyaseteke esas ya ku berjewendiyên miletekê diparêze dernakeve.

Jêder: nefel.com
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...