|
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan |
2011-07-14 19:14 |
|
|
Dema şoreşa ciwanên Sûriyê dirêj kir û heta kengî dê bighêje armanca xwe, ew jî nediyar e.
Bila em jibîr nekin ku hîna jî rêjîm li ser lingan e.
Konferansan lidar dixin û ji hêla din ve jî, bi tank û topên xwe li kolanan gelê bêguneh dikujin û teror dikin!
Hîna jî, rêjîma Sûriyê hêviyên xwe li kolanê bi xwîna gelê sivîl û destvala av didin.
Dara rêjîmê koka xwe ya çilsalî bi tirsê di dil û mejiyê vî gelî de kûr biriye.
Mebesta min ne di dilê kurdan bi tenê de, lê belê di dilê çerkez û ereb û suriyan û hemû kesên ku di nav sînorê vî welatî de dijîn de kûr biriye. Tirsa wê, niha li tevgera kurd li rojava nîşan dide, ku heta niha ceger nakin ku rûxandina vê rêjîmê bixwazin.
Hîna hêviyên pîr di mana vê rêjînê de dinuxêmin, tevî ku ji hemûyan jî diyar e, nema dema berî 15 adarê bi paş ve vedigere û ew kirasê rêjîmê nema pîne dibe!
Ne destê rêjîmê ji zuhniyeta wê ya kevneperest dibe û ne jî ciwanên nû vê rêjîmê dipejirînin û ji helwestên xwe vedigerin.
Herwekî di nav tevgera me de jî ev yek diyar dibe ku dê xwînên nû êdî guherînê çêkin, dê wan rûyên berpirsiyarên beriya 40, 50 salî biguhrînin. Ciwanên sedsala 21ê dê li hemû rojhilatê çarenûsa xwe bi awayekî şaristaniya cihanî bistrên û ev yek tiştekî xwezayî ye û belkî gelekî dereng mabe jî.
Ez vegerim nav kolanên Sûriyê li hêrsa awirên çavên şoreşgeran temaşe bikim.
Li dilê daiykên wan yên kezebşewitî guhdar bikim û sembolên û tîpên serkeftinê li laşên wan zarokên kuştî bixwînim.
Ma qey rast e, ku temenê dîktatoran bi kuştina mirovan dirêj dibe, yan jî bi destên xwe gora xwe ya di zibilgeha dîrokê de dikolin?
Bila em jibîr nekin ku çirûska pêşîn ji Tunisê dest pê kir û her çû cesaret û enercî da derûdorên xwe û ew agirê laşê Bûezîzî bû mîna volkanekê, burcên dîktatoran bi ser wan de herifandin!
Belê ji Tunisê dest pê kir û bayê vîna azadiyê di ser çend welatan re bi ser Sûriyê jî ket.
Heger ne ji wê cangoriyê ba, dê niha kolanên me jî bi vê şoreşê şad nebûbana.
Vê germahiyê rûyê zalim û reş yê rêjîmê bi xwe re eşkere kir û da zanîn ku rûyê salên heftêyî hîna jî xwe nû nekiriye, hîna jî ew rûyê kirêt û qirêj e.
Bi rijandina xwîna 2000 mirovên Sûrî re, rewş nema rewşa berî 15 adarê ye.
Lê bi rastî jî bi pîvana şoreşa gelê Sûrî bi şoreşa Misr û Tunisê re, dem gelekî dirêj kir û dibe jî ku hîna jî dirêjtir bike, ji xwe pirs di vir de ye.
Kurd dibêjin “Goştê pîr zû nakele”.
Dara ku kokên xwe 40 salî di xwîna gel de hatibe avdan, ev dara qalindbûyî zû bi zû nayê birîn. Zeviyê ku çil salî nehatibe cotkirin û bi ava paqij nehatibe avdan, zû bi zû kulîlkan çeleng napişkivînin.
Mirovê ku temenê wan niha pêncîsalî ne, cara yekemîn derdikevin kolanê û bi dengekî bilind bang li mafên xwe yê derengmayî dikin.
Loma qet guman tune ye ku bi xwîna wan kesan dê ev ax bê cotkirin û avdan û kulîlkên geş bipişkivînin.
Konê ku gelek sal di ser re derbas dibe û neyê nûkirin, dirize.
Loma dema ku bayekî xurt lê radibe zû diherife û zîvarzîvarî dibe.
Rêjîm bi xwe jî dizane ku ya çûnê ye, lê tiştekî normal e ku heta niqirîska dawîyê, di ber xwe de bide, mîna beranê ku tê ber kêrê.
Rêjîm hemû şêweyan bikar tîne, geh gurên har “Şebîha û muxaberatan” berdidin kolanan û xelkên sivîl didin ber guleyên kor û li hêleke din jî, komcivîn û kongiran lidar dixe, da ku rûyekî şaristanî bi navê diyalogê bi çend kesayetên keysebaz re ji cîhanê re diyar bike.
Di ragihandina xwe ya fermî de bi roj û şev dixwaze ku van xwepêşandanan bikin kesên terorist û çekdar da ku zilamên xwe wenda nekin.
Êdî diyar e ji me hemûyan re ku rêjîmê sînor û piransîbên exlaqî û şaristaniya mirovatiyê li dû xwe hiştine.
Rêjîmê jî qet bawer nedikir ku gelê Sûriyê dê bi hêrsa dîrokî rabe û mîna lehiyeke harbûyî li rûmeta xwe xwedî derkeve.
Wan texmîn dikir ku sal salên heştêyî ye û dê bi çend kuştiyan pirs çareser bibe û bê jibîrkirin. Ji ber derengmayîna raperîna gel, êdî me nema bi gotina ”Giha di binê keviran de namîne” bawer dikir.
Hişmendiya raperînê niha basikên xwe berdane ser hemû beşên civatê, ji zarokan bigre heta bi kal û pîran, ji nezanan bigre hetanî zaniyar û rewşenbîran.
Gihaye wê astê ku kesên bi helwesteke nediyar derdikeve pêş civat û nerînê ji ber xwe şerm û fedî dike.
Wê çaxê em karin bêjin şoreşê rewaya xwe bidest xist û dê biser bikeve.
Ev bawerî dê bandora xwe li civata kurd jî bike. Bila ciwanên me jî êdî konên kilasîk yên pînekirî biguherin bi qesr û qonaxan.
Hişên ezwerî û keysebaziyê bi nerînên azad û helwestên mirovane û derbirînên demokrat biguherînin.
Hêvî ew e ku ciwanên kurd hevgirtin û yekîtiya tevgera xwe ya perçebûyî pêk bînin û rûyên ku bi dehên salan qermiçîne bi rûyên nû re biguherînin. Kirasê ku li ser laşê tevgerê riziyayî û bêreng maye, bi rengên buhara kurdan ”kesk, sor û zer” bixemilînin.
Rûpeleke nû û eşkere bi çarenûsa gelê kurd nivîsî, di nav çavên nijadperesên tirk, ereb û farisan de lêxînin, bila ew jî bizanibin ku kes nikare li ber rastiya hebûna gelan bibe kelem û asteng.
13.07.2011
Arşevê Oskan |
|