|
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin! |
2011-11-07 16:23 |
|
|
Qanûna bingehî (Anayasa) Tirkî û zihnîyeta Tirkan di derheqê Kurdan û Kurdistan`êde, qet nehatîye gûhartin, jibo wê yekê jî, Recep Tayyip Erdoğan, her çûqasî bixwazê jî, ew ê nekare aşîtîyê ligel Kurdan û partîyên Kurdan çêke. Ferqa Erdoganî ji serokvezîrên berîya xwe ewe kû, Erdogan bi nîyeta çareserîyê rahişte pirsgirêka Kurdan, lê hemûkesên li meselê haydarin dizanin kû, ewî jiber nijadperestên Tirkan, nekarî gavên ciddî bavêje û ew pirsgirêk libingûhê hev ket.
Dîsa jî, heya îro jî, ev pirsgirêk jibona zîhnîyeta hakim a nijadperestîya Tirk û tirsa nijadperestan, safî nebûye. Safîbûn û helbûna vê pirsgirêkê girêdayê, gûharîna zîhnîyet û karîna tirsa xwe a nijadperestanne, nîyeta pak (temiz), destpêka safîkirina meselê ye, lê, nîyet û kiryar dive ji hev bigre. Ez nebawerim millet ê Tirk ji nijatperestî û tirsa `jihevcûdabûna Tirkî` xelas bibe, jibo kû, ev mesele `weha ye`; ev tirs ne tirsa nijadperestan tenê ye, ev tirs tirsa Cumhûrîyeta Tirkî ye. Ev endîşa hanê di cîde ye jî, Kurd wê mafê xwe berfireh bikin û pêşî livê yekê girtin, wê nemimkun be.
Kurd di daxwaz û karên xwede, gelekî bi stress (aceleci) û bê sebrin, jibona vê yekê jî, ev kiryar tirsek mezin bi nijadperestên dewletê re ava dike. Her gavek biçûk jibo Kurdan, divêt baş bê pejirandin û qîmetê vê yekê jî, baş bête girtin. Hemi gavên têne avêtin, nîyeta wan gavan çibe bila ew be, dive qîmetê wê bê girtin. Heger yek li pişt xwe binêre û bifikire, Dewleta Tirkî, ji gotinên `Bebek katili`, bûye `PKK Lideri` û her weke dîtir. Lazime hindek komplexên meznahîyê bête avêtin û berjewendîyên gel bêne pêş; wek, Gel ji Şer westayî ye, bêkarî pirr re, girgirên Kurdan Hepisxane tejî kirin e, xurtên Kurdan û yên Tirkan têne kuştin, ticaret û ekonomîya welat têk çûye. Êdî herdû alîyên şer, yanî, Ordîya Tirkî û Gerîlayên Kurdan, divêt riza xwe ji agirbesêre nîşan bidin.
Tayyip Erdoğan û Abdullah Öcalan di dereca yekem de ji vî şerî mesûlin û `agirbes` jî di destên wana deye, yanî, yan ewê vî şerî bi camerî bisekinînin û dest ava kirina welatî a piştî şerî pêk bînin, anjî ewê vî şerî bidomînin û wek hemû kesên berîya xwe bibin hedefa rexneyên di cî de, jibo wê yekê jî ew kêfa xwene.
Tirk hêvîyên mezin ji Tayyip Erdoğanî dikin û Kurd jî hêvîyên mezin ji Abdullah Öcalanî dikin û li gorî vê yekê jî, lazime herdû mirov mesûlîyeta xwe baş bizanin û cejna Qurbanê li Kurdan û li Tirkan bi agirbesê pîroz bikin. |
|