|
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî! |
2011-11-13 12:38 |
|
|
Jihev bawer kirin jibo Kurdan gelekî mûhîme û bingehê azadî û serxwebûna wan jî, girêdayê jihev bawerbûn û lihevkirina millî ye, ji bêbawerîtî ya Kurdan dijmin gelekî îstîfade dike, jibo wê yekê jî, divê Kurd bawerîya xwe bi hevdu bînin, da ew (Kurd) serbikevin, di eynî wextê de jî, ew lazime, tehamila kêmasî û xeletîyên hevdu jî bikin, heger ew însanan bê kêmasî û bê xeletî bibînin, bila qet jihev nebawer bin û tehamila hevdu jî nekin. Heger Kurd hem dost û hem dijminên xwe casûs û xayîn bibînin û welê bawerbikin kû, wê herkes dek û dolaban li wan bikin, ewê tu carî ne bawerîya xwe bihevdu bînin û nejî tehamila hevdu bikin, wê serketina wan jî nemimkun be.
Jixwe, jiderveyî xwe, hemû kesî bi dijmin re karkirî û lihevkirî dîtin, yekî jihev dûr dixe, lihev kirin zehmet dibe, nexwe Kurd jî weke hemû neteweyan, xweyî potansîyelekî xurt in û xweyî îradeyekî netewandî ne û serbixwe bûn û azadîya wan jî pirr mimkune. Tişta Kurd lihev nakin, menfeetên şexsîne, lê menfeetên wan ê giştî (tevayî) yek in, yanî serbixwe bûn û azadîya her Kurdî, Serbixwe bûn û Azadîya welat û millet ê wan ve girêdayî ye, vêca, çima Kurd vê firseta hanê bikar naynin? Heger şert û îmkanên herêmê minasib bin çima Kurd jibo azadî û serbixe bûna xwe xebat nekin, yanî, heger hemî wextan, bi hindek dîtir re, di nava sînorekî de û bi dewletek mişterek re jîyandin nemimkun be, çima Kurd li ser hevre mayînê israr bikin? Şertên hevre maayînê ewin kû, herdu millet ji hev bawer bin û ew lihev bikin, an nexwe çi kar û xebatên jibo hevre mayînê bêne kirin, bê feyde ne. Heger Kurd bixwazin bi hindek dîtir re li hev bikin jî; dive yên dîtir jî hazirên vên yekê bin, (mesela yek heyîna mirov qebûl neke) û dewleta xwe bi mirov re par neke û qimetek nede mirov, çima mirov biwan re jîyanê mişterek bibîne? Lê hemûkes dizanê ku, ev dewletên Kurd dinav de dijîn, rê nadin Kurd bi azadî û serbixwe bûna xwe şa bibin, vêca bratî û wekhevî ya bi wan re çî ye? Heger Kurd bibînin ku, li hember wan ne taze tête hereket kirin, yanî, Kurd terorist û paşdemayî têne dîtin, yek dibeje`bixatirê te` û rêya xwe berdewam dike.
Kurd li her herêma kû ew têda dijîn, yekin û ew bixwazin bihev re an jî, jihev cûda herêmêde jî bin, ew dîsa jî, wek bra ne, ew çi bindest, çi jî serbixwe jî bin, ew her bra ne, çi berî serbixe bûn û azadîya bihev re anjî, jihev cûda jî be, lê ew her bra ne. Divê Kurd, jibo menfeetên xwe ên şexsî şerê hev nekin, jiber ku, menfetên wan (Kurd) ên gelêrî yek in. Tiştek dîtir mûhîm heye ku, divê Kurd bawerîya xwe bi sermayê millet ê xwe bînin, rêz lê bigrin û bizanibin ku, sermayê welat, çi ên şexsî be, çi jî ên dewletê (dewleta a çêbe) wan be, mûhîme, sedemê vê yekê jî ewe ku, zengînî û geş bûna welatê wan, girêdayî geş bûn û pêşketina sermayê wan e, sedemê herî giring jî ewe ku, gelek kes nanî jê dixwin. Lazime xwedî sermaye jî, li millet û welatê xwe rêz bigrin û bizanibin kû, bêyî hemwelatîyên wan sermayê wan ne ji tiştekîre ye. Lihevkirinek civakî û millî jibo menfeeta millî giring e! 2011-11-10
Îbrahîm Malgir
|
|