|
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze! |
2011-11-18 12:41 |
|
|
Ev gotina min tê wê ma`nê ku; heger Kurd pêwîst (lazim) nebînin şiddetê bikarbînin bila neynin, anjî, rê nedin hindek dîtir, ew lihimber wan (Kurdan) şiddetê bikarbînin, jibo wê yekê jî, Erdoğan û hikumeta xwe ve, heq (maf) nîne, Kurdan mecburê şerî bikin!
Kurd ne dijminin û ne terorîstin jî, ew wek her kes û her milletên dî ê dinava sînorê Tirkî`de, hemwelatî yê wî welatîne. Îro rewş weha ye, lê, heger sibe rewş bê guhertin, wê çaxê wê tiştek dî bê gotin. Ez welê bawerim ku, li Tirkî gelek kes, grup û partî ji vê yekê (ji rewşa îro) feyde dibînin û vê rewşa xirab ji xwere bikartînin.
Erdoğan û hikumeta wî, li himber Kurdan metodek (rêya çareserî yê) xelet hilbijartine, ji ber ku, di destpêkêde Kurdan bawerîya xwe bi Erdoğan û partîya wî (AKP`ê) anîn, lê, mixabin îro ferqa Erdoğan û Devlet Bahçeli (serokê MHP`ê), ferqa AKP`ê û MHP`ê nemaye. Erdoğan îro bawerîyê nadê Kurdan ku, ewê meselê (problema Kurdan) çareser bike, jiber ku, hema ew rêya çîya nîşa hemû Kurdan dike. Çima `BDP di meclîsêdebe an ne dimeclîsêdebe, ferqtune` be? Erdoğan dizanabîna wêde ye, ew çi dike?
BDP bi dengê Kurdan heye û ew kesên hatîn hilbijartin ne dijminin û Ew Kurdin û dostên Kurdan ê herî nêzîkin. Çima ev yek zora Erdoğan û hevalên wî diçe? Her Kurd ne mecbûre AKP`lî be, herkes ne mecbure Fethullah`çî be û herkes ne mecbure Nurcî jî be, jiber ku heqê wî ê jîyanê li Tirkî hebe.
Bila hemîkes bizane; `Kurdên qenc û Kurdên Xirab` nîne. Kurd milletekin û pîvana `qencbûnê` ne di destê hinekandeye û ev gotina `Kurdên qenc û Kurdên Xirab`, gotinên beleheqin û ez bixwazim ez dikarim bêjim kî van gotinan bikar tînin, lê ezê wê gotinê vê neqlê licemxwe biparêzim, heya roja wê bê ezê bêjim, van pîvanên henê wek metod kî bikar tîne.
Kurd ne aletê bikar anînê ne, hemî partî û dezgeh wan ji xwere bikarbînin, jibona wê yekê jî, jibo xwirt kirina xwe, ne Kurdan hedef bistînin nejî wan wek tonikê masîyan (yem) bikarbînin. Dayîk û babên kesên tên kuştin hene û dilê wan jî liser zarokên wan têşin û tiştek nikarê êşa wan li wan xweş bîne.
2011-11-18
Îbrahîm Malgir
|
|