|
Dîkê sibê |
2009-10-12 10:50 |
Media Kurd info@mediakurd.com |
|
Dîkê sibê bang da
Mela di pey re azan da
Dayê rabe, rabe
Taştêkê tu çêke
Cotyaran bi rêke
Dayê rabe, rabe
Dengê simên hespan
Xew revandî ji çavan
Dayê rabe, rabe
Bakî hînik rabû
Bi pelên daran şa bû
Dayê rabe, rabe
Dengê şelqa meşkan
Çukên daran tirsan
Dayê rabe, rabe
Gûlên sor vebûn
Hilme xweş dabûn
Dayê rabe, rabe
Rojê tîrêj derda
Rih bi çiyan dida
Dayê rabe, rabe
Çûk û kevok firîn
Seyên belek reyîn
Dayê rabe, rabe
Tenurê tu pêxe
Nanê xwe xweş lêxe
Dayê rabe, rabe
Berlin, 14.10.1992
Hisên Abbas |
|