Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Kurd çima nebûne dewlet?
 
Kurd çima nebûne dewlet?
2009-10-12 10:48
Îbrahîm Gûçlû
ibrahimguclu21@gmail.com
Ev merheleya Bakur Kurdistanê û Tirkiyeyê tê re derbas dibe gelek girîng e. Komara Tirkiyeyê xwe jinûve ava dike, neşruiyeta xwe dixwaze bir riya kurdan fireh bike, enstrûmana demokrasiyê, golbalîzmê, Yekîtiya Ewrupayê ji bona vê yekê bi kar bîne kurdan bixapîne û kurdan ji mafê çarenivîsiyê û desthilatdarî û dewletbûnê û federebûnê dûr bixwe.

Li hemberî ev siyaseta dewletê/hukumetê helwesta rewşenbîr û siyaetvanên kurd, rêxistinên heyî yên mîsyona xwe ya dîrokî qedandine, helwesteke neteweyî, gorî nasnameya kurd û kurdistanî nînin. Ji bona vê yekê careke din li dîroka gelê kurd vegerandin dê baş bibe.

Ev pirsa ku “kurd çima nebûne dewlet?”, pirseke gelek girîng e. Ev pirsa bi dehsalan e, ku di nav tevgera Kurdistanê û rewşenbîrên Kurdistanê de tê minaqeşekirin û lê tê gerandin. Divê bê pejirandin ku bersîvên vê pirsê di nav xwe de gelek spekûlasyonan vedişerîne. Tê zanîn, ku ji aliyê dîrokzan û sosyologan de bi deh salan e, ku tê minaqeşekirin ku gelê kurd herçiqas li Rojhilata Navîn gelekî gelek kevn û cîhûware jî, lê nikariye ku bibe dewlet.

Di dewletnebûna kurdan de li ser sedemeên hundirî û derve tê sekinandin. Gelek dîrokzan û siyasetvanên kurd jî, sedema dewletnebûna kurdan bi sedemên derve û konjontûrel re girêdidin. Ez bı xwe çiqas di dewletbûna kurdan de sedemên derve jî girîng dibînin, sedema esasî, an jî sedemên esasî girêdayî hundir û kurdan bi xwe ne. Lewra dema ku dewletnebûna kurdan bes bi sedemên derve re bên girêdan, wê demê dewletbûna neteweyên din nayê îzah kirin. Tê zanîn, ku ji bona her neteweyekî û gelekî dem û konjonktûrên nebaş hatine rojevê, gel û netewe mecbûr bûne ku di şertên awarte û nexweş de bijîn. Lê dem hatiye ku gel û netewe ji wan şertên awarte û nexweş xelas bûne, ber bi dewletbûnê çûne û di encamê de jî dewletên xwe ava kirine.

Dema ku ji şert û sedemên hundirî tê behskirin jî, çend sedem tên bîra mirov û gelek caran jî dîrokzanan û sosyologan û siyasetvanên kurd jî li ser van sedeman sekinîne. Ew sedeman jî ew in: Avayiya feodalî û paşvemayina aborî û kulturî ne. Gorî baweriya min ev sedeman jî, ji bona ku pirsa dewletbûna kurdan bi serê xwe nikare îzah bike. Lewra hemû miletan di şertên feodalî, paşvemayina aborî û civakî û kulturî/çandî de jiyana xwe meşandine. Lê hemû gel û netew dem hatiye ji feodalî xelas bûne û heta bi tevayî ji feodalî jî xelas nebûne, piştî Şoreşa Fransê ya ku bû sedema dewletên milî û neteweyî, ew jî ber bi dewletên neteweyî û milî meşiyane; di encamê de jî dewletên xwe avakirine. Gelek gel û netew jî her çiqas ji aliyê aborî û kulturî û civakî de di şertên paşvemayî de jiyana xwe domandine, heta piraniya wan jî ji aliyê aborî û civakî û çandî de ji gelê kurd û ji Kurdistanê paşvemayî mabin jî, dîsa wan neteweyan û gelan ji bona xwe dewlet avakirine.

Ji bona vê di dewletnebûna kurdan de sîstema feodalî, paşvemayina civakî û aborî û çandî jî pirsê îzah nake. Heta gelek lêkolîn û nerînên dîrokzanan diyar dike, ku gelê Kurd û Kurdistanê ji aliya sîstema civakî û aborî çandî de ji gelek gel û neteweyên bûne dewlet pêştir bûye.

Wê demê dewletnebûna kurdan de, an jî împeratora neavakirina kurdan de sedemên din yên girîng hene. Ew sedemên, em li ser radiwestin divê bidin aliyekî, sedemên din diyar bikin. Ev sedeman, mimkun e, ku gelek basît û sivik bên şirove kirin. Lê divê bê zanîn ku jiyana neteweyan hem bûyereke gelek tevlûhev e, hem jî gelek sivik û basît e. Carna gelek bûyer jî, her çiqas bi sedemên giran tên îzah kirin jî, dema ku tu bikevî nav pirsan, wê demê tu gelek bi hêsanî dibînî ku sedemên qewimandina vê bûyerê gelek sivik û gelek rojane ye. Ev rastiya ji bona jiyana gel û neteweyan jî derbas dibe.

Sîstema eşîretî…

Gelê Kurd li Kurdistanê di sîstema eşîretî de dijiye. Dîroka sîstema eşîretî li Kurdistanê û di jiyana gelê kurd de gelek kevn e. Heta dema ku li pêvajoya gelê kurd bê mêzekirin û li Kurdistanê lêkolînên hatine kirin, mirov ji ber çav derbas bike gelek bi hêsanî dikare tespît bike, ku gelê kurd jiyana komûnal bi riya û sîstema eşîretî heta îro û ev merheleyê dom kiriye. Heta dikarim bibêjim, ku sîstema feodalî û koletî jî, ji derve de ji aliyê dagirker û împeratoriyên biyanî hatine Kurdistanê.

Sîstema eşîretî, sîstemeke îdarî, civakî, çandî, aborî û desthilatdariyê. Wek tê gotin sîstema eşîretî, li ser bingeha merkezîbûna aborî ava nebûye. Eşîretî tu wextekê bi berjewendiya aborî û îktîsadî re jî girênedaye. Di sîstema eşîretî de sîstemeke aborî ya wekhevî û parvekirî heye. Serokên eşîran û serokên federasyon û konfederasyonên eşîran tu dem xwediyê aboriyeke xurt û desthilatdar nînin. Di sîstema eşîretî de aborî di nav endamên kes û malbat yên eşîrê de piştî meserîfên eşîretê, federasyon û konfederasyona eşiretan girêdayî pîvana wekhevîyê tê belav kirin.

Di sîstema eşîrî de, ji bona ku tu bibî endamê eşîretê hewcedarîya mirovetiya nêzik nîne. Endamên eşîretê bi xwînê bi hev re girêdayî nînin. Kes û malbatên biyanî jî dikarinb bibin endamên eşîretê.

Sîstema eşîretî ji aliyê karbidestî û desthilatdariya îdarî de, sîstemeke merkezî ya ademî û civakî ye. Li Kurdistanê bi sedan yekîniyên eşîran; federasyon û konfederasyonên eşîran hene. Her eşîrek, federasyon û konfederasyona eşîran ji aliyê îdarî de gelek xweser in, li Kurdistanê bi tevayî hevgirêdana federasyon û konfederasyona eşîran bi hev re di nav kordineke gelek qels de ne û merkeziyeteke gelek xurt di nav wan de tune ye. Ez dikarim bibêjim ku her federasyon û konfederasyoneke eşîran xweser desthilatdariyake îdarî û wek dewleteke serebixwe ne. Bes di merheleya mîrîtî de federasyon û konfederasyonên eşîran qerektereke desthilatdarî û firehî qezenç kirin. Lê di navbeyna mîrîtiya Kurdistanê de jî, hevgirêdeneke fermî ya merkezî tune bû. Her mîrek li ser beşekî Kurdistanê desthilatdar bûne û tu dem li tevayî Kurdistanê, bi wateya dewletbûnê karbidestiyek nikarine ava bikin.

Dewletbûn, karbidestî û desthilatdariyeke hevbeş pêwîst dibîne. Lê eşîret bes li ser beşek axa welêt desthilatdarî çê dike û pêşiya pêwendiyeke merkezî digre. Her eşîretek di nav xwe de xwediyê sîstemeke îdarî ye. Ev sîstema îdarî, pêşiya sîstemeke îdarî ya hevbeş û merkezî digre.

Ji bo dewletbûnê şûuereke hevbeş ya welatî pêwîst e. Aîdiyeta welêt, dewletbûnê pêk tîne. Hezar mixabin, di sîstema eşirî ya xurt de aîdiyeta welatekî hevbeş pêk naye. Ew jî dibe asteng, ku şûur a hevwelatî çê nebe.

Dîsa dewletbûn jiyaneke hevbeş ya civakî dixwaze. Sîstema eşîrî ya civakî li Kurdistanê bûye sedem ku jiyaneke hevbeş ya tevayî ava bibe. Her eşîret li ser parçeya axa xwe jiyana xwe didomîne û li her eşîretekê pêwendi di nav kes û endamên eşîretê de ne. Ev jî dibe sedem ku şûura hevbeş ya berjewendiyeke hevbeş ava bibe. Dema ku di nav gelekî û civateke neteweyî de berjewendiya hevbeş pêk nayê ew civata nikare karbidestiyeke hevbeş, dewleteke milî, dewleteke beriya dewleteke milî ava bike. Lewra gorî baweriya min netew û dewletbûn; pêkhatin û avabûna berjewendiya hevbeş e. Sîstema eşîretî li Kurdistanê di nav Gelê Kurd de pêşiya ev berjewendiya hevbeş girt, li eşîretekê berjewendiyeke hevbeşî ne, parçebûyî ava kir û vê jî pêşiya dewletbûnê û împeratorbûna kurdan girt.

Di dewletbûnê de çandeke hevbeş jî pêwîst e. Çand jî bi zimanekî hevbeş, bi jiyanake civakî û aborî pêk tê. Jiyana eşîrî ya li Kurdistanê bû asteng, ku di nav her Kurdistanîyekî de danûstandin pêk bê û çandeke hevbeş ava bibe.

Ji bona împeratorîbûnê û avakirina dewleteke milî, jiyaneke hevbeş ya aborî, îktîsadî jı péwist e. Ev jî efirandineke hevbeş pêwîst dibîne. Lê sîstema eşirî li Kurdistanê li ber sîstemeke hevbeş ya îktîsadî û efirandineke hevmişeterek jî astengek bû. Lewra di sîstema eşîretı de fonksîyon û efirandina îktîsadî bi eşîretê re sînorkirî ye. Netew jî, li ser sîstemeke hevbeş ya kapîtalîst dikare dewletekê ava bike. Ev jî, wek min li rêzên jorîn jî behs kir, li ber berjewendiyeke hevbeş ya îktîsadî bû asteng.

Ev jiyana eşîretî di hemendem de bû asteng, ku kurd bi tevayî dîrokeke hevbeş jî bijîn.
Tê zanîn ku welatên ku di sîstema eşîretî de dijiyan, pişt re jî dewletên milî û karbidestiyên hevmişterek avakirin. Elmanya li ser bingeha sîstema eşîretî ava bû û beriya ku bibe dewleteke milî jî, sîstema eşîretî li ber dewletbûna milî astengek bû; her eşîreteke elmanî jî xweser, otonom û ozerk bûn. Li elmanyayê Bîsmark stratêjiya ku bi riya eşîretekê li ser hemû eşîretên din bandor ava bike pejirand û ji bona vê jî, ji bona desthilatdariyeke hevbeş û dewleteke milî jî, şerekî dijwar dest pê kir û di encama şer de jî, desthilatdariya hevmişterek pêk hat û jiyaneke hevbeş ya civakî, siyasî, aborî, dîrokî û çandî ava kir.

Li Kurdistanê ev pêvajoya û stratejiya jî pêk nehat û nehat meşandin. Li Kurdistanê jî di navbeyna eşîretan de şerekî dijwar û dom dirêj hebû, hîn jî heye. Lê ev şera ji bona desthilatdariyeke hevbeş ya merkezî nebû, bes ev şera di navbeyna du, an jî sê eşîretan de sînorkirî dima. Di van şertan de îdiaya desthilatdariya merkezî û hevbeş tune bû.

Di sala 1639-an de encama Peymana Qesr-î Şêrînê dema ku Kurdistan bû du parçeyên girîng û ev du parçeyan ketin bin bandor û desthilatdariya împeratoriya Osmanî û Farisî, parçebûna herêmî ya mezin û ne tebiî pêk hat. Vê parçebûnê di hemendem de eşîr jî di nav xwe de parçe kirin û ev yekîtiya beşî ya di nav sîstema eşîr de negihîşt desthilatdariya îdarî ya eşîretî. Azadî û xweserbûna sîstema eşîrî jî, ji holê rakir û kurd zêdetir ji desthilatdariya navendî û merkezî ya ji bona dewletê pêwîst, dûrtir xist. Dema ku Kurdistan encama Peymana Lozanê di sala 1923-an de bû çar parçe û Kurdistan ket bin bandora çar dewletan (Komara Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê, Suriyeyê), wê demê hîn zêdetir ji merkezîbûnê û ji dewletbûnê dûrket. Kurdistanê ew otonomîbûn û azadîbûna xwe ya dema împeratoriya Osmanî jî wenda kir.

Piştî Kurdistan bû du û çar parçe, ev car ew împeratorî û dewletên milî yên neteweyên serdest pêşiya dewletbûna kurdan girtin. Ji bona vê sîstemeke jenosîdî ku gelê kurd jiholêrakin, kirin sîstemeke domdar û dîrokî.

Rewşa jeopolîtîk û parçebûn û dewlemendiya Kurdistanê…

Kurdistan, li ciyekî gelek jeopololîtîk, stratejîk, cografî (erdnîgarî) ye. Ji aliyekî de bi Erebîstanê re, ji aliyêkî de bi Kafkasya yê re, ji aliyekî de bi Risyayê û Yekîtiya Sovyetê re, ji aliyekî de bi Afganîstanê re gîrêdayî ye. Di navîna Rojhilata Navîn de ye û bi Rojhilata dûr re jî xwediyê derîkî ye.

Kurd gelekî kevn û otantîk yê Rojhilata Navîn e û xwediyê dîrokeke gelek kevn e. Dema ku hîn tirk li Rojhilata Navîn tune bûn, Kurd bi gelên din yên Rojhilata Navîn re li Rojhilata Navîn dijiyan û şerestanî ava kiribûn. Kurd di Rojhilata Navîn de piştî ereban bi hejmarê gele duyemîn bû. Di qonaxa dewletên milî de wek neteweyekê tekamûl kiribûn, lê tirk hîn neteweyek nebûn. Tirk piştî avabûna Komara Tirkiyeyê, bi helandin û asîmîlekirina kurdan û grubên din yên etnikî hatin ava kirin.

Hem girîngya Rojhilata Navîn û hem jî girîngiya Kurdistanê li Rojhilata navîn, her dem ji bona neteweyên emperyal û kolonyal bûye ciyê şer û dagirkeriyê. Ev şerên li Kurdistanê pêk hatibûn jî, bûn sedem ku Kurd di nav xwe de parçe bibin û dînamîkên xwe yên hundirî û civata kurd ava dike parçe bibe.

Kurdistan di sala 1639-an de bi Peymana Qesr-i Şêrînê raste-rast bû du parçe. Ev du parçebûn û pişt re bi Peymana Lozanê çar parçebûna Kurdistanê jî, ji bona dewleteke neteweyî û feodalî, ji bona dewleteke milî astengî çêkir. Parçebûna Kurdistanê bes bi awayê fizîkî ne, di hemen dem de di hûndir de jî bû sedema parçebûna çandî û zimanî û civakî.

Li cem van hemû sedeman, dewlemendiya Kurdistanê ya binerd û sererd jî gelek girîng bû, ku dewletên emperyal û kolonyal li hemberî neteweya kurd û tevgera milî ya kurd tîfaq çê bikin.
Heqer em li vê qonaxê mêze bikin, parçebuna neteweya kurd, dibe sedem ku raste rast çar dewletên kolonyalîst (Tirkiye, Îran, Iraq, Suriye) bibe dijminê neteweya kurd û ew dewletan li hemberî her pêşketineke neteweya kurd bikevin nav tîfaqêk e.

Piştî avabûna dewleta federe ya Kurdistanê, helwesta çar dewletên kolonyalîst li hemberı pêvajoya giştî ya dewleta federe ya Kurdistanê û pirsa Kerkûkê, vê yekê û helwestê nîşan dide.

Qelsiya îdeolojiya nasyonalîst…

Li cem van sedemên girîng, sedemeke din a girîng ku pêşiya dewletbûna kurdan girt jî, di nav kurdan de qelsiya îdeolojiya nasyonalîst e. Ev sedema piştî pêvajoya avabûna dewletên milî derbas dibe. Lewra piştî Şoreşa Fransayê ji bona civatan û neteweyan pêvajoyeke nû dest pê kir. Neteweyên bindest, kolonî û bi emperyalîzmê re girêdabûn, ji bona ku dewletên xwe yên serbixwe ava bikin, tevgeriyan. Ev tevgerandina di pêşengiya burjuwaziya milî de bi beşdarbûna hemû civat û çînên neteweyî pêş ket û gelek netewe jî encama vê tevgerandinê gihîştin armancên xwe û dewletên xwe ava kirin.

Neteweya kurd, di vê pêvajoyê de paşve ma û an jî dereng duxulî vê pêvajoyê bû. Dema ku duxulî vê pêvajoyê jî bû, astengiyên din yên dewletên kolonyalîst û astengiyên navneteweyî derketin pêş wê. Ji bona vê jî, di qonaxa dewletbûna milî ya neteweyan de jî, neteweya kurd nebû dewlet.

Amed, 11. 09. 2009
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...