|
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî… |
2012-03-15 09:19 |
|
|
Îbrahîm GUÇLU/ Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî pirsek gelek girıng û hêja ye; hewcedarî lêkolînek kûr û fireh e. Loma ezê di çarçeweke giştî de vê pirsê bersîv bikim. Ev pirsa di heman dem de, bersîva “gelo dema ku li Sûriyeyê dema rejîma baaasî bê gûhertin, rejîmek nemerkezî (lamerkezî), federal demokratîk û parlamenterî û pirrrpartîtî li Sûriyeyê ava bibe, Başûrê-Rojavayê Kurdistanê û gelê kurd dikare xwe bi xwe birêve bibe û desthilatdariya xwe bimeşîne” ye.
Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)
Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî pirsek gelek girıng û hêja ye; hewcedarî lêkolînek kûr û fireh e. Loma ezê di çarçeweke giştî de vê pirsê bersîv bikim.
Ev pirsa di heman dem de, bersîva “gelo dema ku li Sûriyeyê dema rejîma baaasî bê gûhertin, rejîmek nemerkezî (lamerkezî), federal demokratîk û parlamenterî û pirrrpartîtî li Sûriyeyê ava bibe, Başûrê-Rojavayê Kurdistanê û gelê kurd dikare xwe bi xwe birêve bibe û desthilatdariya xwe bimeşîne” ye.
Beriya ku ez li ser xala civakî, çandî/kulturî, hiqûqî û siyasî bi firehî rawestim û van xalan vekim; gelek bi hêsanî û bi dilfirehî dibêjim ku miletê kurd li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê ji bona ku desthilatdariya xwe bimeşîne, Kurdistanê îdare bike û ava bike, amade ye. Dema ku ez Miletê kurd yê Başûrê-Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê qiyas dikim/bikim, gelek aşkere û bi hêsanî dikarim bibêjim, ku gelê me li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê ji gelê Kurd yê li Bakûrê Kurdistanê zêdetir amade ye, ku desthilatdariya xwe ava bike û bimeşîne; dezgehên desthilatdarî bi hêsanî çê bike.
Di civatan de rewşa civakî, çandî, siyasî raste rast bi hev re girêdayî ne. Ev rastiya ji bona miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê jî derbas dibe. Lê li welatên metîngehkar; li miletên kolonî û bindest rewşa hiqûqî ji van xalên cûda ye, ji derveyî miletên bindest e. Raste rast bi destê dewletên kolonyalîst û miletên serdest çê dibe.
Bi maneyek din, her çiqas dewletên kolonyalîst û miletên serdest nexwazin ku miletekî kolonî ji aliyê civakî, çandî, siyasî de pêşnekeve jî, ew miletê bindest bi hewildana xwe ya taybet û di şertên gelek zehmet û zor de jî dê bixwaze ku rewşa xwe ya civakî, çandî, siyasî pêş bixwe. Li cem van rastiyan, dema ku miletek ji aliyê civakî û çandî de pêşketî be, ji aliyê siyası de jî dê pêşketî be. Lewra rewşe civakî, çandî, siyasî jî bi hev re girêdane, yek dibe sedem yê din pêşbikeve û an jî paşve bimîne.
Wek tê zanîn beriya ku Kurdistan bibe çar parçe, Rojavayê Kurdistanê jî bi parçeya mezin ya Kurdistanê re girêdayî bû û di bin desthilatdariya Împeratoriya Osmanî de bû. Loma jî beriya parçebûnê, Rojavayê Kurdistanê û gelê me, bi parçeya mezin re ji aliyê civakî, çandî, siyasî de bû xwediyê pêşketinek. Piştî Peymana Lozanê Başûrê-Rojavayê Kurdistanê ket bin bandora Dewleta Mandater ya Suriyeyê. Suriye jî di bin bandora Fransayê de bû. Ev desthilatdariyek ewrupayî bû. Çawa ku li ser miletê ereb tesîr û bandora erênî çê dikir, ji aliyê civakî, çandî, siyasî de li ser miletê kurd jî tesirek erênî/pozîtıf dikir. Di bin bandora Fransayê de miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bona ku ji aliyê civakî, çandî, siyasî de pêş bikeve, zêdetir bû xwediyê derfet.
Desthilatdariya Fransayê, demek dirêj dom kir. Vê yekê ji bona gelê kurd derfetên mezin çê kir. Bi taybetî jî, piştî serîhildanên milî yên Bakûrê Kurdistanê, rewşenbır û siyasetvanên bijarte hatin li Sûriyeyê cîûwar bûn. Li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê civakî de jiyanek hevdem, nerm, demokratîk pêş ket; çanda kurdî ji gelek aliyan de, ji aliyê edebiyata devkî û nivîskî, ji aliyê helbest, lêkolînên civakî de pêşketinek pêk hat.
Wek tê zanîn piştî serîhildanên milî yên li Bakûrê Kurdistanê kesên di civatê de xwediyê giraniyekê bûn, rewşenbîr, nivîskar, edebiyadzana, helbestvan hatin li Rojavayê Kurdistanê bi cîûwar bûn. Wek: Celadet û Kamuran Bedîrxan, Dr. Nafız û Nureddîn Zaza, Dr. Nurî Dersîmî, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Mele Hesenê Hîşyar, Heco Axa, Qedrî û Ekrem Cemilpaşayî, Qedrî Can, Reşîdê Kurdî, Ebdoyê Telo, Erîfê Ebbas û gelek mele û rewşenbîrên din.
Hebûna wan ji bona ku Rojavaya Kurdistanê ji aliyê civakî de pêşbikeve xwediyê tesîrek û bandorek mezin bûn. Lewra ew kesan, kesên gelek pêşketî û modern, ji kultura Komara Kurdistanê ya Mehabadê, ji çanda Mîr Bedîrxanê Botan sud wergertibûn. Loma jî li Rojavayê Kurdistanê pêşketinek civakî ya hêja û gor standartên hevdem û navneteweyî heye.
Dema civakek ji aliyê civakî de pêşketî be, di ew pêşketinê de hîç şik tune ye ku bingehek çandî heye. Li Rojavayê Kurdistanê li cem çanda hevdem, di heman dem çandek dewlemend ya ku ya eşîretî, axatî, mîrîtî, meletî, medreseyî jî hebû.
Bi taybetî jî, hewildana rewşenbîr û siyasetvanên kurd di derbarê çand de li Rojavayê Kurdistanê pêşketinek çandî ya xurt derxist holê. Li Rojavayê Kurdistanê kovarên bi navûdeng çap bûn. Pirtukên kurdî yên edebî û helbestî amade bûn. Li ser zimanê kurdî xebatên gelek hêja pêk hatin. Di edebiyat û xebata zimanê kurdî de ekol û medresyên cidî ava bûn.
Li Rojavayê Kurdistanê perwerdayî ya medreseyê gelek pêş ketî bûn. Li cem medreseyên edetî, ji bona edebiyad û zimanê kurdî, ji aliyê Osman Sebrî, Bedîrxaneyan, Cegerxwîn û rewşenbîrên din de dibistanê hevdem yên zimanê kurdî jî ava bûn. Heta îro jî dom dikin.
Rojhilata Kurdistanê, girêdayî pêşketina civakî û çandî jî, ji aliyê siyasî de jî, ji Bakûrê Kurdistanê pêştir bû. Li Rojhilata Kurdistanê di sala 1927-an de Rêxistina Xoybûnê ava bû. Xoybûnê ji serîhildana Agrî re piştgirî û pêşengî kir. Di heman dem de ji Tevgera Başûrê Kurdistanê re jî bû piştgir.
Piştî serîhildanên Bakûrê Kurdistanê şikiyan, li Rojhilata Navîn xebata siyasî ya herêmî dest pê kir. Partiya Demokrat ya Kurdistana Sûriyeyê di sala 1957-an de, beriya Bakûrê Kurdistanê 8 salan ava bû. Partiya Rojavayê Kurdistanê bû alîkar kû li Bakûrê Kurdistanê jî partî ava bibe û qedroyên partiyê perwerde bibin.
Partiya Demokrat a Kurdistan a Sûriyeyê, piştî ku serokatiya partiyê hat girtin, ku wê demê Dr. Nûreddîn Zaza Sekreterê Giştî bû, di hepsê de di nav serokatiyê de pirsgirêk çê bûn. Dr. Nureddîn Zaza dest ji sekreteriyê berda, navê partiyê hat gûhertin, navê partiyê bû Partiya Demokrat a Kurdên li Suriyeyê. Partiyê piştî navê xwe gûhert jî, di demek kurt de di nav gel de bû partiyek rêxistinîkirî. Partiyê, yekîtiya xwe parast. Demek dirêj jî, Apo Osman Sebrî ji partiyê re bû sekreterê giştî. Di dema Osman Sebrî de partî gelek çalak û xebatkar bû. Partiyê li hemberî qemera ereban reaksîyonek mezin nîşan da. Wê demê di nav partiyê de şerê çekdarî jî hat niqaşe/gengeşî kirin.
Partî, piştî kul i Iraqê Otonomiya Kurdistanê ava bû, bû du beş. Her çiqas bi hewildana Serok Barzanî yekbûna partiyê hat xwestin, ku pêk bê, di encamê de nebû. Partî gor helwesta Mele Mistefa Barzanî û Celal Talabanî bû du beş. Li aliyekî Partiya Demokrat a Kurdên Suriyeyê û li aliyê din jî Partiya Pêşverû ya Kurdên li Suriyeyê ava bû.
Piştî salên 1975-an li Rojavayê Kurdistanê tevgera siyasî hîn zêdetir beş bû. Li partiyên heyî, Partiya Çep ya Kurdên Sûriyeyê û Partiya Hevgirtina Gel lê zêde bû.
Piştî salên 1980-yî, dema ku PKKê li Suriyeyê bi cîh bû; Sûriyeyê ji aliyekî de PKKê li hemberî Tirkiyeyê û ji aliyekî de jî li hemberî Tevgera Rojavayê Kurdistanê bi kar anî. PKKê xortên Rojavayê Kurdistanê kişand çiyayên Bakûrê Kurdistanê, 3500-4000 xortên Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin. Dîsa PKKê serok, serokatî û partiyên Rojavayê Kurdistanê bêîtibar kir. Li hemberı partî, serok û serokatiya Rojavayê Kurdistanê qempenyeyek gelek reş, tarî, qirêj meşand.
Ji aliyekî de nenûjenkirina tevgerê û serokatiyê, ji aliyekî de jî qempanya PKKê bû bû sedem ku tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê hem zêdetir parçe bibe, hem jî partî di nav gel de gelek qels bikevin.
Ev merheleya em têde dijîn, 18 partiyên Rojavayê Kurdistanê hene. Ev partiyan di nav xwe de -PYD ji derve- di nav yekîtiyekê de ne. Ev tiştekî baş e. Lê di serokatî û model û bernameya tevgera siyasî ya Kurdistanê de krîzek heye. Partiyên Rojavayê Kurdistanê xwediyê armancek hevbeş nînin. Ev pirsgirêkek mezin e.
Tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê xwediyê serokatiyek nûjen, hevdem, demokrat bi qepasîte jî, nîne. Awa û modela rêxistin û têkoşînê jî hîn kevnare ye.
Li Başûrê-Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka mezin PKK/PYDê ye û ji rejîma Baasî-Esadî re piştgirî dikin. Ev yeka dibe sedem ku mûxelafeta kurd li hemberî rejîma baasî-esadî tevbigere û bi mûxalefeta ereban re yekîtiyek xurt û bibawerî çê bike. Divê Rojavayê Kurdistanê ji vê astengî û belayê xelas bibe.
Di van rojên dawî de beşdarbûna Meclîsa Nitîmanperwerya ya Kurdên Li Suriyeyê civîna dostên Suriyeyê ya li Tunusê gavek gelek baş bû. Li wir bi mûxalefeta ereb re pêwendî xûrttir bû û ji aliyê din de jî bi berpirsiyarên Emerîka û welatên din re pêwendî pêk anîn dê di pêjeroj de fêde bigihîjîne Tevgera Rojavayê Kurdistanê.
Wek tê zanîn Fransa ji tevgera Rojavayê Kurdistanê re nêzikatiyek nîşan dide.
Li Rojavayê Kurdistanê civakîbûna kurdperewerî û welatparêzî ji bona riya rast bê dîtin û rêxistinîbûnê gelek girîng e. Tevgera Rojavayê Kurdistanê bi her awayî kurdî ye û di jiyana civakî û siyasî de kurdî bi kar anîn hêjayek e û rê li ber tevgerê vedike.
Li Rojaavayê Kurdistanê kurd ne hevwelatî ne jî. Kurd ji hemû mafên xwe yên civakî, çandî, siyasî, îdarî bê par in.. Loma jî rewşek gelek xerab ya hiqûqî heye. Heta mirov dikare bibêje ku li Rojavayê Kurdistanê hiqûq tune ye, gotinên rejîma dîktatorî û baasî derbas dibe.
Amed, 05. 03. 2012 |
|