|
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!) |
2012-08-05 09:10 |
|
|
Bûbê Eser/ Divê berî her tiştekî em kurdên din ango ne yên rojavayê Kurdistan, li ser rewşa sûrî û bi taybetî li ser rewşa rojavayê Kurdistanê bi awayekî gelemperî rawestin. Rawestin û bibînin ku çi bû, bi ku de dihare û wê çawa bibe? Ji ber ku em Kurd zû xwe û dîroka xwe ji bîr dikin. Ji ber ku em kurd gelekî hîsî û mirovperwer in. Ji ber ku em Kurd zû bi zû têne xapandin û baweriyê bi dijmin û hevalbendên wan tînin.
Heger em Kurd bi awayekî rasteqîn, durus û zelal li rewşa sûrî û kurdên li wir binêrin em ê bibînin ku di destpêkê de çi lîstik li ser serê gelê me dihat lîstin. Di nav wan lîstikan de hin kurd bi destên qaşo hin kurdan hatin kuştin. Kî bûn ew kesana ku Kurd li sûrî ango li rojavayê kurdistanê kuştin? Kî bûn ew kesana ku ala kurdî ranekirin û naxwazin rakin jî? Kî bûn ku ew kesana ango rêxistina ku kurdên rojava li berdestê wan ketibûn amana xwedê? Divê em li ser vana rawestin.
Divê bi zelalî bê zanîn, bi eşkereyî bê gotin û bihîstin ku dijmin tu caran ji ber xwe de tu mafan nadin kurdan. Ev gelekî zelal û eşkere ye. Lê niha em dibînin ku Esad vê yekê dike û dixwaze hin bajarên Kurdan bide hevalbendê xwe. Ew wan bajarana radestî gelê kurd û rêxistinên kurdistanî nake. Niha li sûrî ev yeka nayê dîtin û kurdên me yên din jî weke gelek caran hema li defa dijmin dixwin û li ber meqamê ne kurdî dixwazin govenda kurdî bikin. Carekê ev nabe, ji ber ku meqam û reqs hev nagirin.
Ez dîmînim ecêbmayî û şaş ku çawa kurdên me ketine dorê û vê yekê pîroz dikin. Weke ku kurdan bajarên xwe û rêvebiriya wê xistibin destê xwe. Hey hawar û hezar caran hawar ji destê kurdan. Hema li ber meqamê nekurdî û li ser tayekî direqisin. Ka soza wan ya ku dijmin tiştên didin divê em qebûl nekin(!). Ma ne wan ango rêvebirin wan digotin ku vekirina trt6ê xapandin e. Ma ne wan digotin ku trt6 weke aletekî wê li hember kurdan bi kar bînin. Ma ne wan digotin ku kesên herin wir caş in. Wer hasil gelek tiştên din jî pê re digotin. Li Esad bajaran dide wan li gel wan em jî vê yekê pîroz dikin. Ma gelo çi ferqa PKK û PYDê heye. Ma ne ava herduyan jî ji yek kaniyê tê. Yên ji bona trt6 dinya rakirin ser lingan çima ji bona kurdên rojavayê Kurdistanê dengên wan dernakevin. Ma gelo PYD ango PKK li rojavayê Kurdistanê li hember Esadê dijminê gelê xwe û yê Kurdan şerî çekdarî kirin ku haya me jê tune ye? Na tu şer nekirine. Ma gelo bi hukmê zorê ew bajarên navê wan tê dayin girtine? Na ne wan girtine Esad dide wan. Lê îcar çi? Tişt çawa bêne dayîn wê rojekê weha bê stendin jî. Ango heq nayê dayîn tê stendin. Kesên ku heta do alîkariya Esad dikirin ji bona wê kurd dikuştin wê îro çawa li hemberî wî werin. Ev ne tiştekî aqilane ye. Ev lîstikek mezin e divê ji niha de bê dîtin.
Brano, xuşkno, Kurdno divê em şiyar bin. Lîstikên mezin li sûrî wê bê serê kurdan. Ev dafikek e. Divê kurd nekevin vê dafikê. Heger ev rastî be divê: 1-Berî hertiştî ala kurdî li hemû bajar, gund û bajarokên Rojavayê kurdistanê bê qebûlkirin kişandinê û divê ji bilê ala kurdî tu alayên din neyên kişandin ango hildan.
2- Divê kurd bi tifak û yek girtî bin.
3- Ya herî girîng jî divê peymana Hewlêrê bikeve jiyanê. Çi partî, rêxistin, kes û kesayetiyên li gor vê peymanê tevnegerin divê bêne eşkerekirinê.
4- Divê komîteyek hevbeş damezrînin û li ser navê kurdên rojava tenê ew desthilat be. Ev komîte divê têkiliiyên xwe li gel rêveberiya başûrê Kurdistana xurt bike. Tecrube û zanînên wan ji xwe re bikin rehber.
Mirov dikare gelek tiştên din jî li vê zêde bike. Lê min pêwîstî nedît. Ji ber ku heta ew xalana nekeve jiyanê divê em destbi govendê nekin. Govenda ku em ê li ber meqamê erebî bikin, dê pêşeroja wê jî tune be.
Heger hûn raya min meraq dikin; ez dibêjim ew bajarên ku hin dibêjin yek bi yek dikevin destê kurdan ne rast e. Esad hin bajaran bi zanetî dide hevalbendên xwe da ku sibê hevalbendên wî xwedî li wî derkeve, ew û ereb ji nû de bikevin pêxîla hevdu. Esadê ku nasnameyekê nade kurdan wê çawa bajaran teslîmê wan bike? Aqilê min ji vê yekê re nabêje erê û ev lîstikek li gor dem û zemanê ku em têde dijîn e. Divê kurdên rojava û em hemî Kurd hay ji xwe hebin, vê yekê weke serketina PYD- PKK pîroz nekin. Çi dema bi rêveberiya komîteyeke hevbeş, kurdên rojavayê Kurdistanê bajar girtin û pîroz kirin aha ez ê wê gavê govenda kurdewarî bigirim.
Niha li rojhilata navîn lîstikên mezin têne lîstin û divê kurd xwe ji van lîstikan dûr bixin da ku başûrê Kurdistanê nekeve xeterê. Xeter ew e ku dijmin tu caran nasekinin û wê her bixwazin başûrê Kurdistanê ango dilê kurdan têk bibin, birûxînin, hilweşînin. Ji bona wê jî her lîstikan amade dikin. Loma divê em kurd jî şiyar bin û bi her awayî başûrê Kurdistanê biparêzin û xwedîtiyê li perçên din bikin. 2012.07.28
(Jêder: Rizgarionline) |
|