Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
 
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
2013-08-15 08:18

Divê rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê nebin nimûneya Koreya Bakur û Koreya Başûr

Divê rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê nebin nimûneya Koreya Bakur û Koreya Başûr, di warê çawaniya birêvebirinê de, ku xelkê rojavayê Kurdistanê di encama nebûna azadiyê de bi awayekî nehênî bêne başûrê Kurdistanê

Rojavayê Kurdistanê, hingî bûye navçeyeke girtî, bi radeyekê ku pirsa komkujiyê jî li rojavayê Kurdistanê, tiştekî nediyar û cihê pirsyarê ye ji aliyên bêteref. Mixabin ev nimûne welatekî girtî yê wek Koreya Bakûr tîne bîra mirov.

Partiya Yekîtî ya Demokratîk PYD, dibêje komkujî qewimiye. Ji aliyekî din jî hinek saziyên sivîl dibêjin ev ne rast e û PYD dixwaze vê pirsê wek propagandayekê ji bo destkeftên siyasî û cemawerî û tew leşkerî û aborî jî ji xwe re bikar bîne. Yan dibêjin, PYD dixwaze vê yekê li berjewendiya xwe û rêjîma Sûriyê bikar bîne. Herwiha ew hemû partiyên kurdî yên zêde yên ku li rojavayê Kurdistanê hene piştevaniya daxuyaniyên PYD nakin, her çiqasî pirraniya wan, endam û alîgirên wan ên zêde li navçeyên Serê Kaniyê, Efrîn, Girê Spî û navçeyên derdora Kobanê hene, ku PYD dibêje komkujî li hinek wan navçeyan qewimiye. Vê yekê jî guman hêj zêdetir kirine.

Girtîbûna siyasî, ger ji bo civakên di nav dewleteke serbixwe de, bibe sedem ku ew civak bikevin rewşeke paşketî de, wek rewşa ku li Koreya Bakûr heye, êdî ji bo civakekê ku doza çareseriya pirsa neteweyî û rizgarbûna welatê xwe dike, wek rojavayê Kurdistanê, ev bi şîroveyeke kurt tê wateya ji destdana derfeta rizgarbûnê.

Du faktorên sereke di sala 1991 de bûn sedem ku beşekî başûrê Kurdistanê, azadiya xwe ji dest nede. Yekem: Medya. Kurd yekem sûdmendên pêşketina şoreşa teknolojiya û şoreşa pêwendî û zanyariyan bûn. Ew kamêraman û rojnamevanên ku li ser çiyayan bi destên qerimî û cemidî destên xwe didanîn ser pişkoka kamêra û pênûsên xwe, karîn ku prensîpa "Destêwerdana Mirovî" ji bo parastina gelekî ji destê dewleta xwe bixin warê cîbicîkirinê de û, li ser bingeha wê, biryara 688 derket ji bo dirustkirina herêma dijî firînê di hêla 36 a Iraqê de, ku berhema wê Herêma Kurdistanê ya niha bû.

Duyem: Hebûna Bereya Kurdistanî, ku wek garantiya firepartîtî û nebûna desthilata tekpartî bi ser başûrê Kurdistanê de, bû sedemê hevbeşîkirina hemû şepêlên cihê yên civaka Kurdistanê di îdareya wî parçê azad ê Kurdistanê de. Herwiha bû sedemê wê yekê jî ku civaka navneteweyî jî şerm neke ji parastina wê pêkhateya nû ji dayikbûyî. Herwiha medyaya cîhanî jî rojekê jî ji wê navçeya Kurdistanê dûr nekeve.

Rastiyek li ba min, wek tiştekî konkirêt diyar e, ger PDK yan YNK, wê demê û heta çend salan dû re jî bi tenê û bêyî munafeseyeke tekûz Kurdistan birêve biriba û her aliyekî bêyî hesabgirtina hebûn û rikaberiya aliyê din, başûrê Kurdistanê birêve biriba û gotûbêj bi Bexda û welatên din re kiriba, niha başûrê Kurdistanê, nedibû Herêma Kurdistanê ya niha.

PYD, derfeta hevbeşiya hemû şepêlên civaka rojavayê Kurdistanê û rêzgirtina civaka navneteweyî û tew derfeta guhdana civak û medyaya navneteweyî jî bi rojavayê Kurdistanê kuştiye. Herwiha bi awayekî pratîkî Peymana Hewlêrê û Desteya Bilind a Kurd (DBK)ê li rojavayê Kurdistanê bêkar kiriye. Vê yekê jî di pratîkê de beşdariya hemû xelkê rojavayê Kurdistanê di desthilat û îdareya rojavayê Kurdistanê de, bêpar kiriye.

Mirov pirr bi zelalî dibîne ku rojavayê Kurdistanê îro, di rewşeke nîv serbixwe de ye. Lê mirov hest nake ku xelkê wê dilxweş in. Beşekî zêde yê xelkê hest nakin ku li jêr desthilatekê ne ku jê natirsin û ji wan dane.

Birêvebirina hevbeş û bi awayê bereyî û hêzeke hevbeş a rojavayê Kurdistanê dibe baştirîn parêzvanê azadiya rojavayê Kurdistanê. Ev hevbeşî ti derfeta êrîşkirina ser rojavayê Kurdistanê nahêle. Rewşa navçeyê ewqasî guncaw e ku, tew wezîrê derve yê Tirkiyeyê doz dike rojavayê Kurdistanê bi awayekî hevbeş ji aliyê PYD û Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ve bê birêvebirin.

Wek ax, parçeyên Kurdistanê dirêjiya hevdu ne. Neteweya kurd jî dirêjiya hevdu ye di parçeyên din de. Herwiha normal e partiyên Kurdistanî yên seranserî jî hebin, yan liqên wan bi navên din li parçeyên din ên Kurdistanê hebin; mîna PYD û PKK, yan Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Elpartî) û PDK. Lê ya ku pirsgirêkan derdixe ew e ku PKK, bixwaze li Qendîlê bi mentalîteya partiya pêşeng û bi awayê tekpartî rojavayê Kurdistanê birêve bibe. Ku berê rasterast dosya wê di destê Cemîl Bayik de bû, û niha jî di destê Bahoz Erdal de ye.

Divê rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê nebin nimûneya Koreya Bakûr û Koreya Başûr, di warê çawaniya birêvebirinê de, ku xelkê rojavayê Kurdistanê di encama nebûna azadiyê de bi awayekî nehênî bêne başûrê Kurdistanê, wek çawa xelkê Koreya Bakur bi awayekî nehênî û bi dizî diçin Koreya Başûr.

PYD, bi awayê ezmûna salên pêşî yên şoreşa Mao Zedong, dezgehek bi navê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ji bo îdareya sivîl û hikûmî ya bajarên rojavayê Kurdistanê ava kiriye. Herwiha Yekîneyên Parastina Gel YPG, wek artêşa rojavayê Kurdistanê çêkiriye û dibêje çênabe ti hêzeke çekdar a din hebe. Bi vî awayî jî Peymana Hewlêrê û DBKê ji naveroka wan vala kiriye.

Herwiha di vê dema borî de, ji xeynî terorkirina berpirsê PYD Îsa Heso li Qamişlo di kiryareke terorîstî de, derbarê terorkirina zêdeyî 50 siyasetvan û çalakvanên sivîl, PYD tê tohmetbarkirin. Vê yekê atmosfêreke siyasî û derûnî ya pirr xerab li rojavayê Kurdistanê dirust kiriye, ku tê de rûhiyeta hevkarî û hevbeşiyê geş nabe. Herwiha girêdana xelkê parçeyên Kurdistanê bi desthilatdariya rojavayê Kurdistanê re lawaz dike.

Vekirina dergehekî sînorî di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de, di 16ê çileya pêşîn a îsal de pirr giring bû, nemaze ku awayekî fermî wergirtiye; girêdaneke giring a dewletî û neteweyî dirust dike. Lê destdanîna PYD bi ser hemû desthilatên rojavayê Kurdistanê de, bi ti awayî PDK teşwîq nekiriye, ku beşê serdest ê hikûmetê ye bi taybetî li parêzgeha Dihokê, ku wî dergehî bi hemû awayan bikar bîne ji bilî çûnûhatin û gihandina alîkariyan, nemaze jî ku ji bo guhastina çekan bi awayekî nehênî jî dixwest bê bikaranîn ji aliyê PYD, ku ev jî Herêma Kurdistanê dixe ber tengasiyan. Herwiha jî çiku li gor partiyên hevpeymanên PDK li rojavayê Kurdistanê, çênabe PDK damarên partiyekê mezin bike ku tenê bi rêya hêzeke çekdar, desthilateke tekperest li rojavayê Kurdistanê birêve dibe û behsa birina 15 milyon dolarên dahata wî dergehî dikin ji aliyê PYD ve, bêyî ku haya wan ji çawaniya bikaranîa wan pereyan hebe, wek ku ew partî dibêjin.

Tiştê ku ji van hemûyan zêdetir jî mirov dilgiran dike ew e ku, PYD behsa komkujiyan li hinek navçeyên sînorî yên rojavayê Kurdistanê dike. Lê çiku partiyên rojavayê Kurdistanê vê yekê teqez nakin, herwiha jî desthilateke PYDê ya tekperest heye, ku piştrastkirina wan nûçeyan ji bo aliyên bêteref û navendên cîhanî zehmet bûye, zehmetiya wê jî bêhtir ketiye ser canê neteweyî û çarenivîsa neteweya kurd. Rêxistina Kurdwatch, ku rêxistineke kurdên rojavayê Kurdistanê ye û navenda wê li Berlînê ye û raportan dide navendên Ewropî; dibêje komkujî li rojavayê Kurdistanê nehatiye kirin û ew propagandaya PYD ye ji bo qerebûkirina wê ziyana cemawerî ku di encama kuştina şeş xwepêşanderên bajarê Amûdê de lê ket. Nabe parçeyekî Kurdistanê ku nû nîv serxwebûnek ji rêjîmeke dagîrkera Kurdistanê wergirtiye, di encama wê rewşa ku bi ser Sûriyê de hatiye, hêj girtî be; ku wek serdema hikûmeta dîktator a Sûriyê kes nikaribe zanibe rewşa rastî ya xelkê rojavayê Kurdistanê çawa ye. Çarenivîsa jiyana xelkê rojavayê Kurdistanê hemû kurdan elaqedar dike.

Di demekê de ku çend partiyên rojhilat û başûrê Kurdistanê amadebûna xwe nîşan dan ku hêzan bişînin ji bo parastina xelkê rojavayê Kurdistanê ji wê komkujiya ku PYD dibêje Cebhet El-Nusre li dijî kurdan dike; hevserokê PYD Salih Muslim got, pêwistiya me bi hêzê nîne û ger hêz ji wan aliyan re pêwist e emê ji wan re bişînin. Herwiha jî rê neda ku Elpartî hêzê bişîne bereyên şer. Dîsa jî hêza Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê jî li Kobanê ji hev belav kir. Êdî pirsyar ev e, çiku komkujî heye û xelkê rojavayê Kurdistanê di wê belayê de ne, ji ber çi PYD hevkariyê qebûl nake? Erê PYD ji ber çi bangewaziyê dike û mebesta wê çi ye gava dibêje komkujî li rojavayê Kurdistanê tê kirin û çi dixwaze? Ger hêza wê hebe û rê nede ti hêzeke din, wê demê ku komkujî çêbibe, êdî berpirsyariya wê komkujiyê dikeve ser milê PYD.

Tiştê ku wiha dike ku PYD li ser wê rêya çewt berdewam be, ku heye bibe sedemê ji destçûna derfeta rizgarbûna rojavayê Kurdistanê û ji destçûna wê azadiya ku niha jî heye; ew e ku hinek partiyên başûrê Kurdistanê ji nerîngeha munafeseya siyasî ya navxweyî ya başûrê Kurdistanê, ji bo lawazkirina PDK piştevaniyeke dûr bi dûr li PYD dikin. Ger ew helwest bi xwendineke cuda ji aliyê partiyên opozisyonê li başûrê Kurdistanê behaneyeke wê ya lawaz jî hebe, lê helwesta YNK, dikeve xaneya şîroveyeke din.

YNK jî, dirêjiya xwe li rojavayê Kurdistanê hebû, ku ew jî Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê ye. Lê giraniya siyasî û cemawerî ya wê partiyê li rojavayê Kurdistanê lawaz bûye, lewma jî piştgirîkirina helwesta PYD li rojavayê Kurdistanê, wê giraniya pêwist ji bo YNK li rojavayê Kurdistanê dirust nake. YNK çiku dikare piştevaniyeke mezin a aborî û medyayî bi PYD re bike, hinek caran piştevaniya siyasî jî pê re dike. Lê ev ji bo YNK destkefteke siyasî û partîtî tê de tine. YNK celebê hizrîna PKK qenc nas dike. Herwiha ew dest li piştdan, wiha dike ku PYD bi birêvebirineke hevbeş û bi awayê bereyî, razî nebe. Ev yek jî bi hemû pîvanan ziyanê digihîne siberoja xelkê rojavayê Kurdistanê.

Rudaw.net
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...