Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : “Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
 
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
2009-11-20 15:13
Îbrahîm GUÇLU
info@mediakurd.com
Şêx Zeynî di 6. 11. 2009-an de li Swêdê bajarê Stockholmê encama bûyereke xemgîn, trajîk, nayêpayîn çû ser diilovaniya xwe. Dema ku nûçeya Şêy Zeynî li Bakurê Kurdistanê belav bû, heval û dostên wî ketin nav hewildenekê, ku pêşwaziyeke layiqî wî pêk bînin. Loma jî Komîteyeke Pêşwazî ji Hîşyar OZALP, Îbrahîm GUÇLU, Hemîd Kiliçaslan, M. Emîn Kardeş, Zahîd Bozarslan, Hesen Çakir, Mamoste Yisufê Derîkî, Zilkuf OZEL, Gazî Daş, Mamoste Behaddîn, hat damezirandin. Wê komîteyê dest bi haziriyekê kir; bi heval dostên wî û malbata wî re û bi Swêdê re danustandin kir, bersîva kurdperwerên Kurdistanê da.

Dema zelal bû ku Şêx Zeynî dê di 18. 11. 2008-an de bê Kurdistanê balefirxaneya Amedê, li hemû bajarên Kurdistanê, di nav heval û dostên wî de, di nav malbata wî de tevgereke xurt ya xemgînî dest pê kir, ku ji Şêx Zeyniyê welatevînî û Kurdistanî re pêşwaziyê bikin. Roja ku Şêx Zeynî gihîşte belafirxaneyê, bi sedan kurdperwer li belqafirxaneyê amade bûn û wêneyên Şêx Zeynî li ber singa wan, li hêviya meşa dirêj ya Cizîra Botan bûn.

Li bin wêneya Şêx Zeynî, “DİLDARÊ WELATÊ XWE KURDISTANÊ ŞÊX ZEYNΔ nivîsandibû.

Dema ku meşa Cizîra Botan ya Şêx Zeynî dest pêkir, bi dehan erebe û bi sedan kurdperwer beşdarî meşê bûn. Dema ku konvoya meşê gihîşte Cizîra Botan, hat dîtin ku ji hemû bajarên Kurdistanê lehiya însanan, lehiyeke mezin ava kiriye û herikiyê hewza Mirîtiya Cizîra Botanê. Ev lehiya însanan di bin baraneke xurt ya bi bereket de pêşî meşiyan mala bavê Şêx Zeynî, pişt re meşiyan mizgeftê û goristana bi navûdeng.

Li Mala Şêx Zeynî jinên kurd yên fedekar ên malbatê tofan rakirin.

Bi sedan kesayetiyên gelek binavûdeng û dozgerên Kurdistanê, berpirsiyarên rêxistinên siyasî û sivîl, 1.5000-2000 jin û mêr li ser mezel kom bibûn. Baranê derfet dabû, ku seremoniya dînî û medenî pêk bê.

Beriya seremoniya olî û medenî, Şêx Zeyniyê mirov û welathez gelek bi îtina hat veşartin û ji bona ku nayê êşandin hewil hat dayîn.

Mele Sileyman, weciba dinî û telqîn bi kurdî pêk anî. Kurdiya Mele Sileyman gelek paqiş û bi standart, naverok dagirtî, xwediyê hest û hîs bû.

Di destpêkê de bi seremoniya olî ya kurdî, bînvedana beşdaran pêk hat û herkesekî di dil û serê de pejirand ku ev seremoniya layiqî Şêx Zeynî ye. Lewra Şêx Zeynî di jiyana xwe de bi her awayî kurd û kurdî bû.

Piştî seremoniya olî seremoniya medenî, ji aliyê ÎbrahÎm GUÇLU de hat meşandin. Wî axevtineke kurt kir û diyar kir ku “Gelê Cizîra Botan û Gelê Kurdistanê, civateke birîndar e û Şex Zeynî ev birîna wan kûrtir kir.” Domand got ku, “Ez baş dizanim, ku we li vê goristanê li hemû Goristanên Kurdistanê gelek serok û têkoşerên Kurdistanê gor kirine. Şêx Zeynî jî yek ji wan kesan e. Şêx Zeynî, nûha li tenîşta Mîr Bedîrxanê Botanê, Mele Mistefa Berzanî, Şêx Seîdê Pîranî, Qazî Mihemedê Mehabadî, Mehmud Berzenciyê Sileymaniyê, Seyîd Rizayê Dersîmê runiştiyê. Ewyeka bû sedema kêmxemgîniya me. Şêx Zeynî, her saniyeyê, her deqîqeyê, her demê azadî û serxwebûna Kurdistanê difikirî. Wî, ji bona ku ji jiyanê û welatê xwe pir hez dikir, wî ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê xebat dikir. Bila serê gelê kurd, dost û hevalên wî, malbata wî sax be.”

Pişt re li ser navê Komîteya Pêşwaziyê Hemîd Kılıcaslanî axevtineke hêja kir. Axevtina wî li rêzên jêr e.

“GELÊ KURD

“Gelê Kurd! Gelî beşdarên behîya- şwîna Şêx Zeynî, Em îro tekoşerê bêrawestan, rêwîyê rêya dîrêj Lezgîn, Memo Zeynelabidîn Ozalp li paytexta Mîrîtiya Botan li Cizîrê dispêrin axa Kurdistanê. Ez dizanim hemî beşdarên vê gorrkirinê bi kêmanî wekî min bi koçbarkirina Şêxê Kubar xemgîn in, Ji bo ku derfeta axaftinê para min ket, ez xwe bextiyar dibînim û dizanim berpirsiyariya min grantir dibe. Karwanê barkirina kesên bi kesera azadiya welêt berdewam e. Meriv kîj devera axa welatê me biguvêşe ji giyanên pak yên netewaperweran tijî ye.Lê dîsa sed mixabin ku em piştî koçkirina hêjayiyên xwe aliyên wan yên qenc dibînin û di saxiya wan de, tişta ku divê bê kirin di behîya wan de bi lêv dikin.

Min Şêx Zeynî di nivê salên 1970î de naskir. Merivekî comerd, wêrek û çalak, endamekî hêja û mêrxas yê TKDP. Di warê hezkirina ji welêt û rêya çareserkirinê de kadirekî bipêşketî, bi dunyaya pêşverû re lihevkirî. Di dawîya salên 70 yî de di bipêşdexistina partiyê de tekoşerekî bê hempa û di lêbixwedîbûna malbetên şehîd û malên pêşmergeyên ji Başûrê welêt hatîyî bi dilovanî û mêrxasî xebata wî nuha jî wek şirîteke filîmê sinemayî li ber çavê min e. Di nav nexweşî û zahmetiyên dawiya salên 1970 yî de dîsa têkoşerekî bikêrhatî endamekî TKDP/KUK qet nizanîbû rawestan çi ye. Di şevahengên KDP KUKê de, ne bi tenê ew her weha hê keçeke biçûk dota xwe Gulê bi deng û rengê xwe beşdarî şevahengan dikir û ji dost û dujminan re dîyarkir ku pirs ne pirsa kesan e. Pirsa welat û miletekî ye.

Şêx Zeynî, piştî 12ê îlona 1980ê ji bo ku ziyanê negihîne derû dora xwe derket derveyî welêt. Demekê li Binyaxetê û li Başûrê Kurdistanê weke kadirekî birêvebir xebata xwe domand. Lê her û her vegera welêt, vegera bakurê Kurdistanê û têkoşana di nav gel de xewnên wî bûn. Şêxê Kubar ev xewnên xwe qet carekê jî sêwî nehişt. Di nav agirên dagirkerîya desthilatdariya leşkerî de, di rojên herî dijwar de vegerîya nav welêt. Stuyê xwe li gora wê demê da kêrê û têkoşa. Lê mixabin, sed mixabin ku ne ji ber leşker an zorlêkirina desthilatdariyê belê ji ber ku kurd xwebixwe dîsa dest bi xerabiya hev nekin careke din mecbûr ma xwe da aliyekî.

Dema li binya xetê vexwarina qehweya Baasiyan bi Şêx Zeynî jî tahl hat, wekî gelek heval û hogirên xwe yên pirraniya rêxistinên Bakurê welêt, ji binxetê derket, berê xwe da Ewrupayê, li Swêdê bi cih bû.

Lezgîn di jiyana xwe ya li welêt û û li derveyî welêt her tim rêxistin ji xwe re weke navgînekê, wesîteyekê didît. Armanc azadiya welatê wî Kurdistan bû. Rêxistin navgînên, rêyên gihîştina armanca mezin, azdakirin û serbuxwebûna welatê wî bû. Vê felsefeya rengê xwe di tevaya jiyana Zeynelabidîn Ozalp de xuya dikir. Li ku, bi çi rengî û bi kê re ba, dema di armanca mezin de bi Şêxê min re li hevkirî ba, tu caran dudilî nedikir Şêx Zeynî sergovend bû û destmala azadiyê bi mêranî dihejand. Di vî warî de mêrxasekî bêhempa bû. Di avakirin û geşkirina alternîfeke neteweyî ya ji bo Bakurê welêt, di avakirina Partiya Yekîtiya Sosyalîstên Kurdistanê PYSK de roleke çarenivîssaz lîst.

Di destpêka salên 2000 î de, dîsa da pêşîya gelek kesan û berê xwe da Bakurê welêt, li Amedê bi cih bû. Bi şev û bi roj, li gora xwe, li gora zanîn û têgihîştina xwe ji bo avakirina tevgereke neteweyî xebat kir. Di nav Însîyatîfa Paritya Kurdistanê de cih girt. Belê tu caran xwe bi tengbînîya rêxistinê dorpêç nekir. Çi bizaveke ku ji bo pirsa neteweyî ya li ser bingehê ax û milet, li ser bingehê Kurd û Kurdistanî li dar biketa Şêxê min bi mêrxasî her di nav de bû. Dema Başûrê welat desthilatdarîya xwe xiste destê xwe û dagirkerên Kurdistanê bi vê desthilatdariyê nerehet bûn, bi taybetî dema Leşkerên Turkiyeyê li sînorên Başûrê Kurdistanê kom bûn, Şêx Zeynî bêdudilî li dijî vê çavsorîyê dengê xwe bi yên bi baweriya wî re lihevkirî bilind kir û tekoşîneke dijwar da. Di dadgehên dujmin de bi zimanê xwe bi jimanê bav û kalan, bi serbilindahî xwe û hevalên xwe parast.

Gelî Beşdarên Behîya-şwîna Şêx Zeynî! Em çend dirêj bikin û ta ku ji me were pesnê Şêxê xwe bidin, sed mixabin Şêx zeynî ji nav me bar kir. Ger bi vê mebesta ku em hatine ba hev, li vir civiyane, di pirsa ax û miletê xwe de em aliyên ronî, aliyên çarenivîzsaziyê ji xwe re hildin, bikin rêber û di xebata azadkirina kurd û Kurdistanê de dudilîyan nekin em dê giyanê bi hezaran gorbuhiştên xwe şad bikin û rêya keserranîştinê li ber zarok nevîyên xwe bigrin. Bi Gotina Nurî dersîmî yê Gorbuhişt dixwazim dawîyê li axaftina xwe binîm.
“ Me bi hezaran qurban dane Xwedayên azadiyê,. Qurbanên rêya azadiyê ji me beryadekê-abideyekê dixwazin, ew beryad Kurdistaneke Azad û serbuxwe ye.” Spas.

18 11 2009 Cizîra Botan”

Di dawiya seremoniyê de li ser navê malbatê pismamê wî axevtinek kir û sipasî ji beşdaran re pêşkêş kir.

Reşat Somuk jî, gulên ku ji Amedê anîbûn li ser mezelê dostê xwe Şêx Zeynî bi cîh kir.

Roja duyem (19. 11. 2009) di her deqîqeyekê de bi dehan kes hatin beşdarî ser saxiyê bûn.

Vê jî derxist holê ku gelê kurd ji serok û xebatkarên xwe re bi dilsozî û bî xurtî xwedî derdikevin.

Cizîra Botan, 19. 11. 2009
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...