|
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN |
2014-04-15 11:31 |
|
|
Nivîs: Reşîd Battê
Partiya PDK-S di sala 1957 de hatibu avakirin. Ji wê demê heta vê rojê di nava vê partiyê de gelek qerqeşûn derbasbûn. Yek bû dido, dido bu sisê û sisê jî bu çar.
Yên bi vê demê re mezin dibûn û gihan vê dema îro qet bawer nedikirin ku wê rojeke wek vê bibînin. Helbet di van salan de û di nava van parçan de perçebuneke tenê binav hatibu pêkhatin. Kurdên endamên van parçeyan û heval û hogirên wan liser erda xwe, li gund û bajarên xwe dîse dost û hevalên hev bûn. Têkiliyên navbera wan tu carî ne gihabun asteya dijminayiyê. Danûstandin bi awayekî mirovane her berdewam bû.
Awayê yekîtiyeke wek vê mezin û berfereh di vê rewşa aloz de û dinava kurdan de cara yekê ye û ji ber wê jî gelekî PÎROZ e.
Helbet dema helwesteke wek vê paşî hewqas sal û di rewşeke gelekî xerab de pêk were bibe nebe wê hinek kurukemiyan jî bi xwe re bîne.
Di avakirina vê Partiyê de yek ji wan kurukemiyên heyî jî nefikirîna liser sê perçeyên Kurdistana roava ye. Wek tê gotin û xuyakirin xuyaye Cizîr, Kobanî û Efrîn di partiyê de ligor hejmara hemwelatiyên van her sê herêman ne hatine temsîl kirin.
Ya dî jî di nava demografiya van her sê perçeyan de valayî heye, di navbera wan de jî, alîgirên çekdarên dewleta baas(PYD) bi çekên xwe yên giran li meydanê ne, rê nadin partiyên Kurdistanî yên ku ala Kurdistanê hildidin.
Partiya jinûve avabuyî PDK-s ne partiyeke bitenê li vê heremê ye. Gelek partî û komikên din jî hene ku wezna xwe dane ser partiya çekdar PYD, ya ku tu partiyên din di herêmê de qebul nakê. Bi çekên xwe yên di dest de rê nadê ku hinek partiyên din li herêmê çalak bin. Ev jî bi sere xwe siyaseteke birakujiyê û perçebûnê peyde dike.
Dewleta tirk, ya Îraqa şîe, Îran û ya elewî ya Sûrî jî li hember yekîtiya kurdên Roava ne û bi her awayî şerê wan dikin. PYD jî ji wan re buye alîkar.
PDK-s bixwe jî ne çekdare, ne li herêmê ye, piştgir û alîgirê wê jî ne ligel şerekî ne, li hember kurdên alîgirê dewleta baas( PYD) û yên din. Silogana PDK-s û Partiyên din yên ne alîgirê PYD, têkoşîneke demokratîk û ne şerxwaze.
Ev helwest bi giştî ji rejîma baas re barsivkayîye û li alîyê dî jî ji kurdan re rê liber perçebûnê û şerêkî birakujiyê peyde dike, walat tê vala kirin, rê ji hatina ereban re vedibe jibo demografiya Kurdistana Roava xerabtir bibe.
Welat robiro ji kurdan vala dibê, gund û bajar tên terikandin, yên mayî jî ketine tirsa peydekirina nanê rojê. Kurd û Kurdistana vê herêmê heşkere tê talan û tarûmar kirin.
Di nava hewqas zordestî û neçariyan de, bê alîkarî û piştgirîyeke bihêz, wê rewşa PDK-s ne gelekî pêşketî û çalak be.
Divê rêberê vê yekîtiyê pirr bi hesab bin, li alîkaran bigerin, bi kurdan re gelekî têkildarbin, Partiya xwe dinava xwe de bihêz û qewîn bikin jibo hinek gavên pîroztir bavêjin. Heger nikaribin gavên baş bavêjin wê vê care bi carekê liber lingan herin.
Bi hêviya ku XWEDA yê mezin alîkarên wan be.
2014.04.14 |
|