|
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê? |
2014-11-05 17:12 |
|
|
Foto: Razî Zêtî
Di madeya 1 li destwarê (Destûra) bingehîn ya îraqê de di sala 2005an de hatiye nivîsandin ( komara îraqê dewletek federalî ye û serbixweyî û xwedî serwerîye, systema hukim komara namzedîyê- perlemanîye- demokrasîye , we ev destwarê gerantî êk parçeya axa îraqêye ).
Di madê 4ê da hatiye ku di îraqêda herdu zimanêt kurdî û erebî di hemî fermangehên mîrî fermîne .
Di berperê êkê ya desturê îraqê heya dumahîkê , îraq di navbera Kurd, Ereba Erebistan û Kurdistanê de hatîye nivîsandin. Li gor destûrê îraq di be perçe eger hikumeta navendî ya begdayê kar bi destûr neke …
Kurd di dîroka xweda di jîyana wan digel wilatên Kurdistan biser da hatîye dabeşkirin tiştek hosa girng bi dest xo nexistine wek ev desturê îraqê serkirdên başurê mîna serok Barzanî û serok Celal Talebanî jibo miletê kurd bidest xistine .
Kurd mîna Ereban xwedî îraqêne , pêşmerge bi xwîna xwe di sala 200an3 bi alîkarîya emerîkayê Iraq ji dîktatorîyetê rizgar kirîye û ev dîmokrasîya li başurê kurdistanê hebû heya niha jî berdewame hat veguhastin. Ji bo begdayê û Emerîka dixwaze ev dîmokrasî ji bo welatên rojhelata navîn jî bihêt veguhastin .
Îro ji ber kartêkirinên îranê li ser îraqê gelek arîşe jibo hemî xelkê îraqê çê bûn. Îraq bûye meydana şerê sîyaseta emerîka û îranê .
Xwasteka îranê 2 tiştin ya êkê deselata kurdan kêm bike û pêşkeftina başurê kurdistanê bi taybetî di aliyê dîblomasî û enercîyêde kêm bike anko nehêle. Ji ber tirsa wê ji serxwebûna başurê kurdistanê , tirsa duwem îranê bawerî bi demokrasyetê nînin û tenê miletek di nav îranêda dihêt qebul kirin ew jî faris in ev miletên din mîna kurd û Ereb û Turk htd.. xwedî hîç maf nînin û naxwaze demokrasîyeta îraqê ser bikeve. Ji ber têkelîyên xelkê îranê bi îraqîyan ev modêla hikum bo îranê bihêt veguhastin .
Piştî derkeftina alozîyan navbera herêma Kurdistanê û îraqê , bexda bi temamî bû paytextê şîîeyan û îraq bû perçeyek ji îranê , îdareya îraqê ket bin hukmê îranê. Kesên çavdêr baş dizanin li bin gefên kurda Nurî al Malikî bo cara sisîyan nekarî bi bê serok wezîran herçende kutleya wî piranîya kursîyan di perlemanêda hebûn . Ji ber sîyaseta bi hêza serok Barzanî û yeketîya navbera partîyên sîyasî li başurê kurdistanê, kurd bûne perçeya herî giring di îraqêda.
Eger kurd neketibana di nav hikumeta Heyder el Ebadî bê guman tiştek bi navê îraqê nedima û herdu welatên hevpeymanên îranê, îraq û surîye dikarin konfedralîyeteke herî mezin digel îranê çê bikin û gefan li kurd û Erebên girava erebî û li hemî cîhanê bi taybetî jî berjewendiyên emerîka bikin.
Kurd îro xwedî îraqê nin û herêma kurdistanê li gelek alîyan li bexdayê bi hêztire.
Îsal hikumeta bexdayê yek dolar pere jibo kurda neşandîye lê hikumeta kurdistanê karî îdarey xo bike bila 2 heyva pere bo bexdayê neçe evê çewa îdareya xo bike gelo !!! du heyv derbaz bû daiş şerê bexdayê dikir çima cîhan alîkarî nedan îraqê? Ev cihê pirsîyarêye lê dû rojan daîş hêriş kirin kurda çend welatên cîhanê alîkarî pêşmerge kirin .
Di nava rojên reşda tenê Emerîka li kurdan xwedî derket û wefadar bû ev rojên emerîka hêrişî sedamê diktator kirin û pêşmerge alîkarî kir û gîyanê xo kire qurbanî jibo nehêlana dîktatorîyetê ev roj hatin bîra emerîka ku pîşmerge ne milişîyaye û ne têroriste pêşmerge parêzerê mafên mirovane û parêzerên demokrasyêne .
Eger îro kurd li ser daxwazîya emerîka pişikdar bibin di nav hikumeta bexdayê da kurdan biryarek şaş nedaye û gelek qencî kirîye. Lazime kurd bi eşkere bibin hevalbendên emerîkayê û kurd bizanin derdorê başurê kurdistanê hemî dujiminin û eger emerîka nebe her gav Kurdistan dibin metrsîyê daye. Herçende têkelîyên herêma kurdistanê û turkîyê pir başin û tirkîyê wek welatek camêr herêma kurdistanê û alayê kurdistanê qebul kirîye. Lê di roja reşda wek pêdivî alîkariya başûr nekir. Pkk û hindek serkirdên şîî dinav YNK ê da bi eşkere li dijî sîyaseta hikumeta kurdistanê kar dikin û gefan dikin ku evê bi tena sere xwe bikevin herderê kurdistanê û destkeftiyên başurê biparêzin anku naxwazin desturê li pêşmerge û wezareta pêşmerge werbigirin , dema ji rojava bêtirîn dused hezar kurd derketin ji tirsa hikumeta surîyê û dîktatorîyeta pkk , gelek partiyên rojava daxwaz kirin ev bi hêza pêşmergên xwe bikevin bergiriyê li rojava bikin.
Lê bersiva pkk ev bû ku li rojava îdareya kantona heye û herkes bixwaze li rojava şer bike bila bihêt di bin destûrêya kantonê anko pkk da bît. Her derê dunyayê dizaninin îro rojava li bin deselata Beşar Esed daye û şervanên kurd xiwîna xwe bo parastina deselata dujimnê kurda Esed dirêjin.
Gelo ev sîyaseta pkk be li rojava çima rê dide xwe ev bi tena serê xwe bikeve herderê baûr ku ev bixwazin erê ev tiştek başe yan jî xwîn rêştina kurda bi destê kurda lê tê çaverê kirin. Erê karê pkk dike jîyana gerîlaya dixe metrsêyê ji bona çîye ? ne ji bona çêkirina astengaye jibo pêşmerge ! ne jibo bi cih înana sîyaseta îranêye di deverêda.
Gerîla xwîna kurdanin ev pir mixabine di sîyaseteke dreu a pkk ê bihên xapandin , îro emerîka şerê daîş dike emerîka dixwaze alîkarîya pêşmerge bike , pir ciwan dibû ku eger pêşmerge daxwaz li pkk kiriba wî demî ew ketibana alîkarîyê. Lê mixabin , li hindek deveran pkk dikeve nava şerê partîyên rojhelat tên derxistin. Erê eve tiştek din lazime mirov ji bona karê wan digel îranê bibêje …
Heta serok Barzanî hebe carek din kurd nakeve şerê kurdanû sîyaseta serok dikare pkkê jî biparêze lê dema li dezgehên ragehandina pkk tê gotin pkk dixwaze destketîyên başûrê biparêze ev tişt cihê pêkenîna xelkê başûrêye ji ber ku ev destkeftî xebatek dûr û dirêj bo hatîye kirin di şoreşa eylulê hukmê otonomî jibo başûrê hatiye misoger kirin û piştî çendîn şoriş û kîmya baran û enfal û raperîna 1991 federalî bo başûrê kurdistanê bi xwîna pêşmergeyan hatîye nivîsandin. Ev destkeftiyên îro berhemê xwîna şehîda ye û îro serokê Kurdistanê serok Barzanî û xelkê başûr ku hemî pêşmergene dikarin başûrê bi parêzin bi rastî jî ev kurdên naxwazin çeka bidin pêşmergeyan alîkarî kirina pêşmergeyan naxwazin.
Bila bizanibin xelkê başûrê ew nasikirin û merama hatina wan ne jibo parastina kurda ye . Ez hîvî dikim kar jibo serkefitina proseya aştîyê li bakur û turkîyê bikin û rêz li deskeftyên başûrê bigirin û bi çavên mezin li pêşmergeyan ramînin ( mêze bikin).
Fişara welatên dujmin li ser kurdistanê gelekin û pirsgrêkên nav xwe yên kurdan jî ne kêm in. Kartêkirina xerap li ser danûstanên hikumeta kurdistanê û îraqê hebûn.
Li ser pêşnîyara emerîkayê heya sê mehan kurd dikeve nava hikumeta bexdayê. Ji ber ku Emerîka dixwaze terorê li ser rêya kurdistanê û demokrasîyeta îraqê nehêle.
Ya herî giring îro li nav birina daîşe ez bawerim piştî nemana daîş û girtina serokên wan li dadgehê ewê gelek rastî bo cîhanê eşkera bibin ku çend dewletên derdorê kurdstanê mîna îran û surîye û hindek serkirdên şîîe yên îraqê ev terror heta bi alîkarîya tirkîyê çê kirine jibo dagîr kirina başurê kurdistanê , 6 şeş feyleqên leşkerê hikumeta îraqê bi hemî corên çekên giran radestî daîş kirin û bi milyonan dolar di nav bankên Musil û Enbarê radestî daîşê kirin eve cihê gumanêye ku dixwestin daîş beramber van çek û pereyan hêrişî başûr biket û ev hêriş kirin .
Îro xwîya bû ku Kurdistan di nava sitratîjîyeta emerîkayêye û pêşmerge roj bi rojê bi alîkarîya çend welatên natoyê
Dibe leşkerek xurtir û pir çekên giran, kurdistanê hemî axa başûrê xistîye nava destê xwe û borîya newtê jibo ser deryayê rakêşîye û em xwedî serokek û rêberekî ne dinava hemî serokên cîhanê da seng û giranîya xwe heye ew jî serok Barzanî , pişikdarîya kurdan di hikumeta bexdayê da erkê kurdan piştî nehêlana terorê xwe amadekirine jibo refarandomê û serbixweyî û rewşa îraq û kurdistanê îro ev kar asantir kirîy .
Biryara serkirdayetîya kurdan jibo pişikda bûna di hikumeta nû ya bexdayê biryarek dirust bû. Kurdên başurê Kurdistanê car na car serkeftinê wan mezin tir û pêşîya wan runaktir dibe. Bijî kurd bijî pêşmerge
Têbinî: Ev nivîs ji başûrê Kurdistanê û ji devera Barzan ji bona hat ku em jî biweşînin. |
|