|
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar |
2009-12-07 15:22 |
Nivîs: Navser Botanî info@mediakurd.com |
|
Seyid, Selim Dindar.
Seyid Selim Dindarê netewa kurd, xizmetkar û xemxorê kes û kar, xemxorê gelê xwe, oxir be, tu çuyî bi serfirazî, tu çuyî bi wê rumata kesayatiya xweya bilind, tu çuyî, lê te dilê haval û hogirên xwe, te dilê civaka xwe rawastand. dest û çukên me tefan û şikendin, dilê me disa, bi kasayatiya paşvarovan ve eşiha, ev çanda hovana, ku buye bala serê gelê Cihana pêşvero, bi van proveka hemu merkasên wekî te, bi hilan bi fizikî ji nava me radikin, lê te karê xwe kiriye û serfirazî bi serkiti, em spasdarê tene Selimê min ê Qahraman!.
Şa,îr dibêje!, wekî ku mirov tê Cihanê, mirov digirî, lê hemu malnat û kes û karên mirov, ji keyfa dikenin. Lê merê qenc ewe, ku mirov ji Cihanê herê, mirov bikenê û hemu malbat û hemu kes ji mirovre bigirî!, wekî ku tu hatî Cihanê, tu digiriyayî kes û karên te di kenin, tu çuyî, bi ser bilindî û bi ken, lê kes û karen te, haval û hogirên te hemî di gîrîn!!!!.
Te bi çuna xwe jî erkê kasayatiya xwe bi kar ain, te ev erka bi kar anî..
Te bi vê çune xweye bê wextde, te em heskiri û evibdarêxe şebikandîn û te em hemî xemgin kirin. Şoreşgerê Netewe xweya Kurd, Xwidanê berxwedan a dujiha girtigiha Amed ê, lehengê hesta civaka xweye rometdar, Canfidayê Aştiyê, hêvîya rojeva haval û hogirên xwe, hêza rêkxitina gelê xwe, ramyarê rêka dayik bavê gelê xwe, dilsozê Aştiya gelê xwe, Selîmê min, ev çibu?. Selîmê min, em kes ne amadabun, ji vê çuna teya bê wextre, hêjayê min, hêja pir û pir pêwîstiya me bi tebetmendiyên te hebî!....
Ev çibu, ev çi bêbexti bu, ev çi hovîtî bu!, bi me û bi Selîmê meyê rêzdar kirin!... Selîmê meyê Aziz Hêja. Evîndarê gelê xwe, Şeidê Netawa xwe, ev çibu, ev çi ne rawabune, ev çi bê rewatiye, ev çi bê Adalatiye, ku caraka di, bi rodana, rêzdarê min Selimê nestêleh, dildarê civaka Kurd, vê rodanê rodaya!, ku caraka dî, dilê gelê hêjayê min, kek Selim, bi vê buyara ne xweş şikest û xemginbuye!.
Selîm ê min.
Selîmê minê hêja, sabra haval û hogiran
Ronîya herdu çavênên, xwişkan û Biran
Misk û ember evîne, qoti melhama birînan
Selîmê minê hêja, sabra keçan û kwirî
Tu zêrê zerî, alîk yaqut û aliyêndî jî dirrî
Wê tu her û her bîjî, tu qat û qet namirî.
Selimê min, tu yi sebra dilê me hemiyan
Kaxez û pênuse, li ser destê me hemiyan
Axaftin û gotine, devê civaka me hemiyan.
Selîmê min, te em kirine xemxorên xwe
Bi wan hewildan, û bi wan helwest xwe
Te em bi hêzkirine, bi wen gotionên xwe.
Selîmê min, ew libê gotinê teyên şrîn
Payda nabin, ne tên firotin û ne têkirin
Mina şelul û bilbile, ku wekîji dil difirîn,
Selîmê min,jibir neçî hiş û sewdanên min
Hunda nabin, ew dimen ji rang û samanen
Bi rabun û runiştina, bi wan çun û hatinan.
Navser Botanî
02.12.2009 |
|