Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
 
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
2009-12-07 15:32
Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com
Li Komara Tirkiyeyê, pirsa neteweyî ya Kurd pirsa sed salî ye. Ev pêvajoya sed salî, pêvajoyeke gelek bi xwîn û dijwar e. Kurd, dema ku ji aliyê Komara Tirkiyeyê de hatin înkar kirin û mafên wan hat xesip kirin, serîhildan. Serîhildana neteweya kurd ji sala 1919-an dest pê kir, heta sala 1938-an bi serîhildana Dersîmê dawî hat. Hezar mixabin serîhildanên milî yên Kurd ji alıyê dewletê de bi qetlîam û jenosîdên leşkeran hatin şikandin û temirandin.

Piştî serîhildanên milî yên li Kurdistanê, demeke dirêj gelê kurd û berpirsiyarên wan ji derveyî siyasetê man û kurd li ser qedera xwe desthilatdar nebûn. Komara Tirkiyeyê, di 1946-an de biryar girt, ku gorî dinyaya demokrat tevbigere. Ji bona vê jî, pêvajoya pirpartitiyê dest pê kir. Kurdan di vê pêvajoyê de helwesteke serbixwe û otonom nîşan nedan. Di partiyên dewletê û tirkan de siyaset meşandin. Bi taybetî jî di Partiya Demokrat de cîh girtin. Lewra Partiya Demokrat, bi awayekî ji dewletê azad û otonom tevdigeriya û bi hêzên navneteweyî û Emerîkayê re di nav danûstandinekê de bû û ji bûyerên Herêma Kurdistanê re nezîkatî nîşan dida.

Kurd, di sala 1959-an de ji bona xwe û ji bona mafên xwe yên neteweyî ketin nav hewildaneke gelek qels û bê rêxistinî. Ev hewildana domdar nebû. Bi hepiskirina 50 kesî, ev pêvajoya hat dawî. Ew doza wek Doza 49-an tê bi nav kirin.

Di salên 1960-î de kurdên çep di nav Partiya Karker de cîh girtin. Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê di sala 1965-an de bi qadroyeke gelek qels û kêmhejmar ava bû. Tevgera serbixwe ya kurd, bi avabûna DDKO-yê qerektereke kîtlewî û vekirî û legal qezenç kir. Ji wê demê vir ve di 40 salî de Tevgera Bakurê Kurdistanê di gelek merheleyan re derbas bû û gihîşte vê qonaxê.
*****

Li Tirkiyeyê, di van mehên dawî de pirsa neteweyî ya Kurd di rojevê de pirsa yekem û girîng e. Li ser pirsa neteweyî ya Kurd minaqeşeyên gelek girîng hene. Hikumetê jî, ji bona xwe pêvajoyek tespît kiriye û projeyekê ji bona xwe dimeşîne. Armanca hukumetê ew e, ku dewletê jinûve ava bike; meşruiyeta dewletê, bi demokrasiyê, bi “pirsa kurd”, bi globalîzmê, bi Yekîtiya Ewrupayê qezenç û fireh bike.

Li hemberî projeya dewlet/hikumetê, kurd, xwediyê projeyeke neteweyî, hevbeş, rasyonal, nûjen nînin. Bi taybetî jî, wek aktor PKKê/DTPê ji vê pêvajoyê berpirsiyar in. Lê DTP/PKKê jî, ji bona ku “pirsa kurd” çareser nebe hewil didin. Lewra serokerkaniya Dewleta Tirk û PKKê bi hev re naxwaze ku pirsa kurd çareser bibe. Desthilatdarî û serweriya wan bi vî awayî dom bike. Ji bona vê jî, PKKê di çarçewa dewleta kûr û serokerkaniya Tirkiyeyê de tevdigere.

Di van rojên dawî de PKKê, bi sedema ciyê Ocalanî û salvegera damezirandina 31 salî ya PKKê ketiye nav çalakiyan. Ev çalakiyan di vê merheleyê de pêwîst nînin, lê dîsa jî PKKê van çalakiyan pêk tîne. Ev jî sedemên çalakiyan tîne rojeva minaqeşeyê. Ez bi xwe ne di wê baweriyê de me, ku sedemên çalakiyên PKKê yên demên dawî sedemên tên nîşan dayin, nînin. Lewra wek tê zanîn ji bona Ocalanî hepisxaneyeke nû hat ava kirin. Ocalanî berê li hepisxaneyê bi tenê dijî. Di hepisxaneya nû de hevalên wî anîn cem wî. Ew û hevalên xwe her hefteyê çend seatan hevûdu dibînin. Wusa diyar e, ku Ocalanî ji vê yekê kêfxweş nîne. Ji bona vê jî sedema tê diyar kirin, sedema rasteqîne nîne. Sedemên din hene ku Ocalanî ne rehet e û ji rewşa xwe îro xwediyê gilî û gazinda ye. Gorî baweriya min sedema esasî ew e, ku Ocalanî dema ku bi tenê bû û li îmraliyê di bin kontrol û bandora leşkeran de bû, gorî dilê xwe û hêzên piştgir/hevalbend tevdigeriya. Hukumetê, di hepisxaneya nû de kontrol girtiye destê xwe, loma Ocalanî jî, ji vê rewşê ne rehet e.

Li cem vê yekê, ji bona çalakiyan sedemên giştî hene. PKKê di vê merheleyê de di nav kurdan de desthilatdar e û bi riya DTPê di Meclîsa Tirkan de tê temsîl kirin. Hikumetê ji bona pirsa neteweyî ya Kurd gorî xwe û gorî paradîgmaya xwe pêvajoyek tespît kiriye û projeyekê dimeşîne. Di vê pêvajoyê de divê PKKê bi riya DTPê bibe teref, projeyeke layiqî neteweya kurd pêşkêş bike û li ser mesaya bazarê cî bigre. PKKê ji bona ku xwediyê projeyeke neteweyî nîne, dewlet/hikumet bibêje ku were li ser maseyê rûne jî, dê qebûl neke. Lewra dema ku li ser maseya bazarê rûne, di nav gelê kurd de deşîfre dibe û gelê kurd dê fahm bike ku PKKê ji bona berjewendiya neteweyî xebat nake. Ji aliyê din de dewleta kûr û hêzên ku bi Ocalanî re di nav pêwendiyê de ne nahêlin, ku ew bibin teref û di pirsa kurd de berpirsiyariya xwe bîne cîh.

Ji aliyê din de, ev pêvajoya, bêçekbûna PKKê jî tîne rojevê. PKKê dema ku di bazara sivîl û demoklratîk de bibe teref, divê dev ji çek berde. Lê ew jî ne li berjewendiya PKKê û elîta desthilatdar ya PKKê ye. Lewra hebûna PKKê û elîta rêvebir di çekdarbûnê de ye. PKKê bi çek heye û bi çek ava bûye; dema ku dev ji çek berde PKKê jî diqede.

Dîsa PKKê nikare DTPê, rêxistinên din yên girêdayî xwe, endamên xwe, maliya xwe kontrol bike û bandora xwe bikare bidomîne. Li cem vê yekê serokatiya PKKê bi çekan karîzmayekê û karîyerekê qezenç dikin.

Amed, 03. 12. 2009
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...