|
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”? |
2009-12-09 19:11 |
Mihemed Sanri info@mediakurd.com |
|
Jiyaneka bi rûmet, edalet, azadî, xireta mirovan, wijdan; îdeal hêviyên hemî kurûkeçên mirovan e. Helbet aliyekî dîroka însanetiyê wehşet û kiryarên kurênnemirovan be aliyê dî jî rîsaleya Cewherên Mezin ya kurûkeçên mirovan e.
Dilovanî, hezkirin û arîkariya digel yê/ya dîtir cewherên besît yên însanî yên rojane ne. Ji bo van cewherên besît qet hewce nake ko mirov “qehreman” be; tenê sifatê mirovî yê însanî bê bîra mirovî bes e.
Li dora xwe di jiyana xwe ya rojane binêrin, mirovê ko hertim ber bi xwe be, her tiştî ji bo xwe bixwaze, xwe bike serê her tiştî, lê qet ti rêzê ji daxwaz û hêviyên kesên dîtir negire; ji dinyaya derveyî xwe re kor û bêguh be; sedaqet, hezkirin, îtîdal, cesaret ji bo wî tenê îtaatkarina hikûmranan be, gelo dê ew mirov li ber çavên we çawa be?
Bêprensîbîtî jiyanek çawa ye? Ji ber ko cewherên însanî yên besît in ko mirov di jiyanê de dike xwedan prensîp..
Normek besît; mezinê malê, rêberê malê, serokê malê gelek êş û girinaya li ser xwe digire da ko hizûra malê biparêze; da ko mirov û zarokên xwe ji belayan bi dûr bixe; di şer û rojên giran de ew xwe dixe ber xeteriyê da ko xeteriyê ji zarokên malê bi dûr bigire, ya ko wî/wê dike şana rêzgirtinê jî ev cewherê besît e. Ta radeyekî hon dikarin vê refleksa parastina malê û zarokan di jiyana hemî ajalên hov û kovî de jî bibînin.
Lê bifikirin ko we “rêberek” heye lê kuştina bi dehan ji we ne bi qasî xwera partika wî giring e; agir bi mala we bikeve, dayîka we ji bo wî xwe bişewitîne jî, ne bi qasî belxema ko di gewriya wî de giring e. Bifikirin ko we “serokek” heye wekî milet qedera we, hêvî û daxwazên we, pajeroj û jiyana zarokên we, bi dehhezaran şehîdên we ne bi qasî 17 santîm-metreçargoşe ya ko cihê lingekî wî giring e. Bifikirin ko we “lîderek” heye xuşka wî 70 salî, ger dîwar ne di nêvbeyana wî û xuşka wî de be, dê pê li stûyê wê xuşkê bike, lê ew lîder di heman demê de li himberî generalê ko di welatê we de şerî bi rê ve dibe di xizmetê, di “esas weziyetê” de ye!
Çawa dibe ko mirovên temen mezin, xwedan paye û xwedan zarok, jin, zilam, keç, ciwan; civatek mezin, hemî perspektîfa xwe ya jiyanê dispêre serokek, rêberek, lîderek wiha?
Serê civatekî çawa ev qas bi benekî xav ve tê girêdan û her car bedenên ciwan dibin hedefa guleyan li çiya û bajaran?
Dayîkan şîna zarokên xwe, kezaba xwe jî bîr kiriye, ji bo zarokên wan qet dengek dernakeve, hemî deng; tilî, tilîlî ji bo “serok”, rêbêr û “lîder” in. Ew lîderê ko, bêyî misqalek keder bikeve dilê wî her wekî ko mûyek ji pozê xwe kêşa be digot; rêxistina min 15 hezar kes di nava xwe de kuştin. Gelo ew 15 hezar kes bêdayîk, bêxuşk, bêbav, bêkes, bênas, bêdost û bêbira bûn. Ew kes ji kîjan planetê bûn? Ew ji bo çi “binkevir bûn?”
Ji bo çi di heqê wan “bêkesan” de pirsek tenê ji dar û deviyekî jî nehat kirin? Hiquqnas, parêzeren mafên mirovan, parlamenter û siyasetmedarên demokrasîyê, rewşenbîrên wijdan û edaletê binkevirkirina pazdeh hezar can ji bo we tê çi wateyê? Bila qurbana çave bin, bila ne pezde hezar, bila pazdeh kes bin; cewherê mezinê malê ew e ko pirsiyara mirîşka malê ya wenda jî dike. Lê ji bo mûyekî an jî ji ber cihê lingê serok, her car pazdeh hezar kes, canê xwe ji dest jî bidin qet ne di xema “serokê neteweyî” de ye! Ev dinyaya bi serokek wiha ve girêdayî, dinayeka çawa ye, wateyên wê çi ne gelo?
Çi bi rûyê mirovan yê sade, besît û rastîn hat?
Rû û navçavên mirovan çima ev qas bêhest, ji masumiyet û dirustiyê bi dûr e? Çi bi hestên parastina zarokên malê hat? Wehşên çolan jî li himberî ferxikên xwe ev qes bêhset nabin! |
|