|
Ergenekon bi ser ket |
2009-12-15 15:00 |
Şerîf Omerî info@mediakurd.com |
|
Ergenekon bi ser ket
Ergenekona Tirk û Ergenekona PKK di armanca xwe de bi ser ketin û rojeva Tirkiye û Kurdistanê li gora armanca xwe guhertin.
PKK a ku heta îro ji azadîya serokê xwe pêve tu xêrek bi doza Kurd û Kurdistanê nekiriye, ji bahaneya tengbûna mezela serokê xwe darbeyek mezin li pêvajoya rêdana demokratîk xist û bi zanatî rûn li ser nanê dewleta kûr a Tirkiyê kir.
PKK a ku berjewendîyên Kurd û Kurdistanê kiriye bi qurbana serokê xwe, bêyî ku li kar û xisara meselê binere, bû sedemê girtina partîya DTP û alozîya rojevê. PKK baş zane ku siyaseta demokratîk wê dawîya wê bîne û ji ber vê jî rê li ber DTP û radîkalên di nava DTP de girtin. Aştîxwazên di nava DTP de pûç kirin û şerxwazên mîna Emîne Ayna li ser kar, di xizmeta Îmralîyê de hiştin.
Bûyer û terora ku îro li Kurdistanê tê kirin û pê xort û zarokên Kurdan dikin bi burbana Ocalanê ku derhemek qîmet bi Kurd û Kurdistanê nade, ji zirarê pêve tu faydeyekê nade Kurd û doza Kurdî. PKK û mirîdên Ocalan, bi van kiryaran dixwaze dîsa xwe di rojevê de bihêle, girseya ji derveyî xwe bitirsîne û îtîbara ku wenda kiribû bi paşde vegerîne. Ji ber vê jî, xort, zarok û jinan didin pêş û wan dikin qurban.
Piştî ku li Amedê xortekî Kurd hat qurbankirin û alîgirên PKK li ser xwîna wî xortê Kurd kabên xwe avêtin, li bajarê Mûşê qeza (Hopê)Bûlanixê jî du xortên Kurd (Kemal Kayacan û Nejmi Oral) hatin qetilkirin û kêfa dijmin û xêrnexwazan li Kurdan hat. PKK a ku ji roja çêbûye û heta bi îro li ser xwîna Kurdan diçêre û bi kiryarên xwe pir eşkere rûn li ser nanê Ergenekon û dewleta kûr a Tirk dike, bi rêtina xwîna xortên Kurd kaosek mezin li dar dixe, li ser wê xwînê dixwaze siyasetê bike û pê re jî rê li ber pêvajoya rêdana demokratîk û gavavêtinên hikûmeta Erdogan digre. PKK a ku bi heman helwesta CHP û MHP dijberîya AKP dikir û dike, bi kiryarên xwe armanca Ergenekonê bi cîh tîne, Tirkiye û Kurdistanê ber bi kaosê ve dibe û rê ji pêkanîna rewşa awarte û lidarxistina darbeyek eskerî vedike.
17 santîmên Ocalan, kuştina 7 eskerên li Reşadîya Tokatê û bi dehan sedemên din, tev bahane, plan û programên navendekê, dek û dolabên dewleta artêşa Tirk û Ocalan e. Êdî tiştekî veşartî nemaye. Ocalan roja ku peydah bû bi pereyên MÎTê û bi alîkarîya Pîlot Necatî û kesên wek wî (ew bi devê xwe dibêje) PKK damezirand û bi rêtina xwîna Kurdan dest avêt meselê. Îro jî xortên Kurd ji bo berjewendîyên wî yên şexsî tên kuştin, wê bên kuştin û heta ew hebe jî wê berjewendîyên wî yên şexsî ji berjewendîyên doza Kurd û Kurdistanê pîroztir bin. Ev rastî vekirî û eşkere ye.
Ji alîyê din pêkanîna kaos û alozîyê, hêz û piştgirîyek mezin dide partîyên faşîst ên wek CHP, MHP û Serekerkanîya Artêşa Tirk da ku rê li ber partîya AKP bigrin û hetta sedeman ji girtina wê re jî biafirînin.
Balkêş e ku Sereksawcîyê Komarê Abdurrahman YALÇINKAYA jî ji Ruhayê ye, hemşeriyê Ocalan e û kesê ku Ahmet Turk, Aysel Tugluk û Leyla Zana ji siyasetê men kiriye û Emîne Aynaya şerxwaz li ser wezîfê hiştiye jî ew bi xwe ye. Wekî din kesê ku herî dijwar li dij AKP derdikeve û dixwaze AKP bide girtin dîsa Abdurrahman YALÇINKAYA ye. Yalçinkaya wek zilamê dewleta kûr û Ergenekonê tê destnîşankirin û kesekî bi şik û goman e. Lê çi hîkmet be Abdurrahman YALÇINKAYA baskên radîkal yên di nava DTP de ji siyasetê men dike û şerxwazên mîna Emîne Ayna ji siyasetê men nake. Ev jî eşkere dike ku dewleta kûr û çeteya Ergenekonê li ser kar e û daxwazên xwe yeko yeko pêk tîne.
AKP û serokê wê Erdogan, çi bi piştgirîya Amerîkayê be, çi bi ya Ewrûpayê û hinek hêzên din be, dixwest û dixwaze hinek gavên aştîyane bavêje û refahekê bîne Tirkiyê. Kesên ku gerek piştgirî bidana Erdogan Kurd bûn ji ber baş yan xirab, Erdogan û partîya xwe dixwazin hinek gavên piçûk ji bo Kurdan jî bavêjin. Lê ji ber tunebûna mixalefeta Kurd û bêalternatîfîya PKK, AKP bi tena serê xwe ma, ket bin barekî giran. PKK û DTP a ku diviyabû piştgirîyê bidin AKP û Erdogan û wê bi tenê nehêlin, di refê CHP û MHP de cîh girtin û keleha artêşa Tirk xurttir kirin.
DTP a ku ne xwedîyê îradeyek serbixwe ye û hefsarê wê di destê Îmralîyê de ye, nikarîbû hinek tabûyan bişkîne û siyasetek serbixwe û xwedî îrade bimeşîne. Ji ber vê jî PKK û Îmralî DTP bi dîreftîf û fermanên xwe bi rê ve birin û siyaseta demokratîk xitimandin. Her çiqasî di nava DTP de car caran deng û peyamên mixalif derdiketin jî, lê ew helwest jî bûn bela serê wan û di encamê de kesên wek Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Leyla Zana û kesên ku ji dil ne Apocî ne, ji siyasetê men bûn û tasfîye bûn.
AKP bi avêtina hinek gavên demokratîk dixwest rê li ber despotîzma PKK û Ocalan bigre çunkî AKP baş zane ku PKK û Ocalan wek taşeronên dewleta kûr dixebitin. Erdogan gellek caran PKK vek taşeron bi nav dikir û zanîbû ku Ergenekona Tirk û Ergenekona Kurd hevkar û şirîkên hev in. Ji ber vê jî çû ser çeteya Ergenekona Tirk û dixwest dorê bîne ser Ergenekona nava PKK û têkilîyên Ocalan jî.
Lê çi hîkmet be Dadgeha Makzagona Bingehîn û serokê wê Abdurrahman YALÇINKAYA, dest bi tasfîyekirina kesên radîkal wek Ahmet Turk û Aysel Tugluk kir, şerxwaz û mirîdên Ocalan ên wek Emîne Ayna ji siyasetê men nekirin û bi vê re bala AKP û Erdogan kişand, ew îqaz kirin. Ji ber ku Abdurrahman YALÇINKAYA dixwaze AKP jî bide girtin û girtina AKP jî di rojevê de ye, AKP û Erdogan zêde naçin ser sedema girtina DTP û pirê caran bêdeng dimînin, tevlihev nakin.
Axir, rojeva Kurd û Tirkan îro li ser 17 santîmên Ocalan tevlihev bûye, bûye şorbe.
Lê xwezî mirîdên Ocalan rojekê ji bo 550 hezar kîlometreyên Kurdistana dagîrkirî jî derketina kuçe û kolanan. Helbet wê ew roj jî bên.....
Şerîf Omerî
15.12.2009
|
|