Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
 
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
2009-12-20 13:24
Wezîrê Eso
info@mediakurd.com
Ronakbireke me kurdan li paytextê Ermenistanê-Yêrêvanê dimîne, keça kurdzanê mezin Hecîyê Cindî, ya bi nav pasnavê Firida Hecî Cewarî. Zemanê dewî da, bi çend cara ew min, xerîbê li Bêlçîkayê bi hedîya, dîyaryên giranbiha dilxwes dike yên bi sikilê pirtûên du meznayên me kurdan: yê Heciyê Cindî bi giranî wek berevokên berhemên zargotina kurdî û lêkolînên li ser wan û yên mêrê wê- Fêrîkê Ûsiv yên bi giranî wek berevokên helbest û destanên wî. Û gava ez pirtûkên wan herdu gorbuhustan distînim-dest xwe de bi îmêlê yanê jî bi têlêfonê sipasya xwe jêra dibêjim. Van roja jî min du pirtûkên Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv, ku Firîdê ji min ra bi rê kiribûn, stendin: ya Hecîyê Cindî bi sernavê Folklora Kurdan û ya Fêrîkê Ûsiv jî- Pampa min. Vê carê min biryar danî bi cûrê eskeretr sipasya xwe û bi ser da jî ya hemû hogirên xwe yên pênûsê, hemû ronakbirên kurd jî jê ra bêjim, hilbet, ku ewê jî yalê xwe da vê destûrê bidin min pistî xwendina vê agahdarya min di malperên kurdî da.
Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv kedeke dewlemend kirine û dû xwe hîstine: ji bona gelê xwe. Her çiqasî jî wana zêndîtiya xwe da gelek pirtûkên xwe dane weandinê, lê dîsa jî hinek ji wana neçapkirî, destnivîsar mane. Ewên wesandî jî bûne degmetiyên bîblografîk, dijwar ji dest dikevin. Bilî vê yekê, ew bi giranî bi tîpên kirîlîk (rusî) hatine çapkirinê û ber vê yekê jî ew hema hema nebûne mal û milkên xwendevanên kurd li dervayî Sovêtstana Berê, li Kurdistanê û besên dîaspora kurdî yên dinê. A, ji bona ji holê rakirina van kêmasyan û astengyan Firîda Hacî ya bi pêsê xwe va mamosta matêmatîkayê, van salên dewî xwe da li ber karê kurdzanyê û çanda kurdî bi gistî û edebyetzanyê bi tebyetî ji bona ji nû va wesandina pirtûkên Hecîyê Cîndî û Fêrîkê Ûsiv yên çapbûyî û neçapbûyî.
Bi awayê xwegîhandinê, xweperwerdekirinê Firîda Cewarî xwe amade kir ji bona wergerandina berhemên gorbuhustan ser tîpên latînî u bi ser da jî bi kompûterê daktîlokirina wan. Lê eva hela hê despêka bi cîanîna kar û barê pêwîst bû. Wê gotî ji qulç û bûcaxên arsîva berhemên wan yên hetanî niha yên newesandî derxistana yên bi destnivîsarên li ser rûpelên kaxazan yên nava zemanê dirêj da zerbûyî, betrengbûyî. Eva jî sûna xwe da. Wê gotî ew berhem ji bona çapkirinê amade bikira bi pêsgotin, komêntar û pênasînên pêwîst va.
Û bi xweperwerdekirinê û ji ber wê yekê, ku haja wê ji kar û barê bavê û helalê xwe hebû, ewê ev asteng jî ji ber xwe da rakirinê. Û bi serda jî Firîda Hecî agahdaryên usa ser jîyan, kar û barê Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv di pirtûkên berhemên wanda yên nû va û cara yekemîn çapbûyî da bi cî kirin, yên ku bilî wê belkî kesekî dinê nikaribûya ew agahdarî bi destxistana, her çiqasî jî ew kes zane û sereza bûya. Belê, wek nefer û mirova ji malên herdu gorbuhustan haya wê ji hemû kesan bêtir ji jîyan, kar û barê wan heye. Eva yeka gelek agahdaryên Firîdê jî bona me xwendevanan dike yên ûnîkal, destnekeftinê û ber wê yekê jî yên giranbiha.
A bi vî awayî, Firîdê navbera sê-çar sala da bêtirî 15 pirtûkên gorbuhustan dan wesandinê û ne ku bi tenê wesandinê, lê bi dîtina zehmet û mesrefa mezin gelekan ji wana digihîne ber destê xwendevanan, bilî yên li Ermenistanê û welatên Yekîtiya Sovêtê ya berê, lê hetanî yên li Kurdistanê û besên dîaspora kurdî yên dinê.
Berya ji yalê xwe da bi awayê dewîanînê tamkirin û temamkirina kar û barê Firîda Hecî ezê nirxandina hogirê xwe yê pênûsê, sayîrê kurd yê navdar Eskerê Boyîk ya li ser eynî kar û barî bînim navê, ber ku ewê pir pêwîst dibînim. Gava min carekê bi têlêfonê derheqa vî kar û barê Firîdê da sabûna xwe Eskerê Boyîk ra pare vedikir, ewî, ku haya wî jî weke min ji vê yekê hebû, her bi tenê bi sê peyvan ew kar da nirxandinê: „Firîdê soris kir“.
Hecîyê Cindî û Fêrîkê Ûsiv yên welatparêz ev keda zengîn ji boy gelê xwe û bi tebyetî ji bona pêsxistina çanda kurdî kirine. Ber vê yekê jî em xizmetkirina Firîda Hecî di warê amadekirina berhemên wan da ya bona wesandinê wek ya himberî edebyet û çanda kurdî da dibînin, her çiqasî jî ewê wezîfe, berpirsyarya xwe himberî bav û malxwe xwe da jî bi cî anîye. A ji ber vê yekê bû, ku min despêka vê nivîsa xwe da jî navê hemû hogerên xwe yên pênûsê, hemû ronakbirên kurd jî sipasî Firîdê ra got. Ne axir xwedîderketina li keda wan herdu mezinên çanda me wezîfa me hemû ronakbirên kurd jî dihesibe. Bi karkirina xwe ya êgin, jêhatî, bêwesta wê dota gelê me ya sîrhelal barê me ronakbirên kurd, dezgeh û rêxistinên çanda me sivik kir. Ber vê yekê jî ez weke ronakbirekî kurd Firîda Hecî Cewarî be mafê temam ji bona bi cîanîna vî karê mezin û pîroz dixim rêza ronakbirên kurd yên berhemdar lêkolîndarên hêja di warê edebyet û çanda kurdî da û bi serda jî jê ra dibêjim: „ Destê te xwes xweyînga me hêja. Te bi kar û barê xwe her wa mêrxwesî, qehremanyek jî kir û bi temamî hêjaye em vê mesela gelê me yê kurd himberî te bi kar bînin: „Şêr şêr e, çi jin-çi mêre“.
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...