Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
 
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
2009-12-21 19:33
Mewla Benavî (kerkuk-kurdistan.com)
benavime@hotmail.com
Şer û gêreya van du-sê mehên dawî ji bo komkirina kurdan li dorê Abdullah Ocalanî bû. Her cara îhtimala alternatîfekê ji bo kurdan derkeve meydanê, tirk hindek kurd didin kuştin da kurd bikevin bin emrê Abdullah Ocalanî. Çekê herî giran û mezin yê tirkan Abdullah Ocalan e û wisa xuya dike dê heta mimkin be wî çekî ne avêjin.

Ji berê û pê de tirk dixazin tenê wan PKK hebe. PKK-ya wan Abdullah Ocalan û dezgehên dî yên goya bi Abdullah Ocalanî ve girêdayî ne. PKK-ya Abdullah Ocalanî li bakurê Kurdistanê xurt e. Tirk dixazin PKK-yên dî nemînin lê ya wan bimîne da bikarin li gor dilê xwe kurdan kontrol bikin.

Murat Karayilanî di hevpeyvîna ko rojnameya Turkiye Gazetesî (23-24 11 2009) pê re kiribû de gotibû ko heger terefê miqabil, yanî dewleta tirk, DTP-ê wek mixateb qebûl bike ew jî dê bibêjin DTP muxateb e. Wî gotibû ko ew dixazin DTP-ê roleka giring hebe.

Niqteyeka dî ya balkêş ew bû ko Murat Karayilanî bi carekê behsa Abdullah Ocalanî ne kiribû û ne gotibû ew jî dikare rolekê bilehîz e.

Bê goman dewleta tirk ji axaftina Murat Karayilanî zêdetir tiştan dizane. Lê mirov dikare bibêje ew axaftin û daxuyaniyên Karayilanî bû egera ko dewleta tirk karekê bike ko cardî kurd wisa bizanin ko Abdullah Ocalan kesê herî xurt e.

Piştî van bûyerên dawî, medyaya tirkan gelek behsa meznahî û xurtbûna Abdullah Ocalanî dike. Dixazin bi kurdan bidin qebûlkirin ko kesê herî xurt, Abdullah Ocalan e.

Jixwe tirkan ji berê de têra xwe hazirî kiribûn. Kesên wek edîtorê rojnameya Hurriyetê, Ertugrul Ozkok, Mehmet Ali Birandî, Avni Ozgurelî, Ahmet Altanî û çend rojnamevan û nivîskarên dî, nivîsarên meznahiya Abdullah Ocalanî dibirin ber perê asîmanan re weşandibûn. Digotin ew lîderê mutleq e û hindik mabû ji bo wî biçin sicdê. Medyaya Aydin Doganî bi carekê ketibû xizmeta Abdullah Ocalanî.

Vegera 8 gerîla û 26 mihacirên Mexmûrê jî kirin pergalê propagandeya Abdullah Ocalanî. Ji axaftina Murat Karayilanî diyar dibe ko qerar, yan tewsieyeyeka KCK-ê nîne ko kesên vegerayî bibêjin ew li ser daxaza Abdullah Ocalanî hatine, yan resmên Ocalanî rakin. Lê hem bi notên abokatên Abdullah Ocalanî û hem jî medyaya tirkan û apociyan nivîsandin ko kesên vegerane gotine ko ew li ser daxaza Abdullah Ocalanî hatin û jixwe resmê Ocalanî kirin ala.

Bûyereka dî ya meselê aşkere dike civîna 98 serok belediyeyên Kurdistanê ya li Diyarbekirê ye (04-12-2009). Serokên belediyeyên DTP-ê daxuyaniyek amade kririn. Osman Baydemirê serokê belediyeya Diyarbekirê ew xwend, yan jî pê dan xwendin.

Di daxuyaniyê de behsa girtîgeha Imraliyê û şertên jiyana Abdullah Ocalanî têt kirin û dibêje gerek şertên jiyana wî bên xweşkirin û “gerek Imralî wek deriyê herî giring yê çareseriyê bêt qebûlkirin”

Egera kuştin û girtina van demên dawî jî ev rewşa lezgîn û nazik bû. Dewleta tirk qebûl nekir tehekima wê ya li ser tevgera kurd kêm bibe û bi kuştin û girtina kurdan, Abdullah Ocalan kirin “serok”.

Kuştina 7 eskerê li Tokat-ê jî bûyereka ne zelal e. Lê kê kiribe jî ew jî ket xizmeta siyaseta dewleta tirk. Xizmeta xurtkirina Ocalanî kir.

Bi îhtimaleka mezin egera girtina DTP-ê, di vî wextî de, ji bo van sebeban bû. Belkî dewleta tirk wisa bawer kir ko DTP dikare bibêje ew rola muxatebiyê digire û ji bo rê li wê bigirin DTP girtin.

Ev du sal bûn mehkeme li DTP-ê hatibû vekirin û mumkin bû du meh dî jî qerar nehata dayin. Lê ecele kirin û ew girtin. Egera bêserûberiya qerara mehekemeya desturê (constitutional court) jî belkî ev ecelekirin bû.

Vêca heger mirov berê xwe bide axaftina Ahmet Turkî, ya ko got parlamenterên DTP ji parlamenteriyê îstîfa nakin—Berî DTP bêt girtin, qerar girtibûn ko heger partiya wan bêt girtin, yan siyaset li hindek palamenterên DTP-ê bêt qedexekirin, tevaya parlamenterên DTP-ê dê ji parlamenteriyê îstifa bikin—mirov dibîne ko Ahmet Turkî, yanî DTP-ê, daxaza dewleta tirk baş fêm kir û qebûl kir.

Heger wisa nebûya tu sebeb nebû ko Ahmet Turk bibêje ew li ser daxaza Abdullah Ocalanî jî îstîfa nakin. Wî dikarî behsa Abdullah Ocalanî neke. Meydana siyaseta aşkere dixwest ko ew behsê neke, nebêje daxaza wî ye û heger negotiba, dê li gor rûyê aşkere yê siyasetê minsabtir bû ya. Lê heqîqeta siyaseta dewleta tirk, tişteka dî bû û Ahmet Turkî û DTP-ê ew fêm kirin, qebûl kirin û tetbîq kirin.

Berî midetekê balyozê (ambasador) Emerîkayê yê li Tirkiyeyê got gerek tirk problema PKK-ê ji beriya ew eskerên xwe ji Iraqê derxînin çareser bikin, heger ne ew dê siyasetên alternatîf bixin dewrê.

Çaxê em berê xwe bidin van bûyeran em dê bibînin wan tesîreka mezin li ser “vebûna demokratik” heye.

Tirk “vebûnê” li gor xwe dikin. Ne hesabê kurdan û ne jî yê tu aktorên mezin jî nakin.

Abdullah Ocalan her cara devê xwe vedike dijûnan dide ingilîz, emerîkî, îsraîl û kurdên başûr.

Gelo çaxê tirk Abdullah Ocalan û rêxistinên wî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ko her gava dixazin dikanan dişewitînin, li kolanan şerî dikin, esker-sivîl, mirovan, dikujin, di kontrola xwe de bihêlin, dê bi çi rûyî bibêjin xelkên dî bila PKK li ba we ne mîne?

Ew dê bibêjin, lê kî dê guh bide wan?

Çiriya paşî 2009
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...