Skip Navigation Links
Kurdî » Nivîsar : Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...
 
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...
2009-07-10 09:18
Kurmanc Çalî
info@mediakurd.com
2009-04-18 22 :52
---------------------------------------------------------
Pêdivîya siyasetvanên turk demê li bar bo çekdanîna kurdan li berçavan bigire
Pêdivîya siyasetvanên turk demê li bar bo çekdanîna kurdan li berçavan bigire
Kulltr hebûna milletîniyê diselmînît, gelek milet hene tinê xwedî kulturin û xak û pêgeheka siyasî ya li bar nîne bo serbixo jiyanê lê karîne ku hemî mafên xwe yên milletînî biparêzin û li xwe xwedî derketine. Gelek miletên din jî hene weke miletê kurd xwedî xak û kultur û pêgeha siyasî û dîmugrafiyên giring û libarin, lê nekarîne serbixweyî ya xwe bidest bêxin an ku mafên rewayên xwe bidest bixin.
Pîlangêrî ya dujmin û berjewendîxwazî ya Ewropa û Emerîka hokar in ku gelê kurd bi mafên xwe yên rewa negehin, dewlemendî ya Kurdistanê û dîmugrafî ya Kurdistanê hokarên çavtêbirîna turk û ereb û farisan bûye.
Û nezanî, mîratî, axatî û begatî ya Kurdistanê jî ew daxwaza wan bicih înaye û gehiştine vê dewlemendiyê. Û bi yasayên berjewendîxwazî ya neteweyên yekgirtî jî sinorên fermî dipar vekirina berjewendîxwaz da afirandin. Eve bû ku kurd parçe parçe bûyî û berjewendîxwazên Ewropa û welatên dagîrkar di berdewam in li ser bi parçe hêlana gel û xaka Kurdistanê.
Dîtinên min yên veman di parçe bûnê da:
- Nebûna federasyon û yekêtî ya dinavbera layenên siyasiyên Kurdistanê.
- Nedîtina siyasiyaneya kurd di kêşeyên Rojihelata navîn bigiştî û kêşeya kurd bi taybetî.
Tênegehştin li xwezayî (siroşt) ya berjewendîxwazî ya Ewropa û Emerîka
- Venexwandina siyasyane ji bo derfetên dikevin bera kurdan.
- Niyazpakî ya kurdan li hember pîlangêrî ya dujmin.
Ji bo ku niha derfetek heye ku kurd federasyoneka neteweyî pêk bihînin bi kongireya neteweyî li Hevlêrê. Lewma gereke ku hemî layenên siyasî û komele û rêkxistiyên kurd têda pişkdar bibin. Û her partiyêk siyasî armancên xwe yên partiyêtiyê bavêjin û armancên bingehîn yên bi dewlet şabûna kurd bêxin rojeva kongreyê. Eve ye ku niha dibînim delîve û derfet bo federasyoneka kurd heye eger em li xwe xwedî derkevîn.
Bi li çekkirina PKK-ê astengdanîna li rêya DTPê û bicihneanîna madeya 140 ya desturê Iraqê û hevkarîkirina partiyên îslamiyên Kurdistanê bidizîkî ve û hevirûkirina genicên rojihelat bi madên hoşber û parçekirina PDK ya rojihelat û topbaranên qendîl hemî pêvajûyek e li dijî kurdan.
Ku kurd bi hebûna federasyonekê digehîte rojeveka nûya xebatê. Ew jî dest gehiştin bi zanîna kêşeyên siyasiyên Rojihelata navîn bigiştî û her çiwar parçeyên Kurdistanê bi taybetî û pêlangêrî ya dujmin û berjewendîxwazan, ku eve rastewxo yan jî nerastewxo dû rêyan di êxîte ber bizava kurdîniyê.
Rêya yekem: Çekdarî û şerê bergirî kirin li man û bûna kurd û Kurdistanê.
Rêya duwem: Vedîtina dergeên ku berjewendiyên Ewropa û Emerîka pê dewlemend dibin.
Lewma divê pêvajoyê da, Emerîka û Ewropa pê li berjewendiyên xo naxin li hember welatek ava bibe yan jî welatek li ser erdî nemîne.
Eger berjewendiyên Emerîka û Ewropayê bikevin metirsiyê eve sunne û şiye li dijî Emerîka û hevpeymananin û raportên hewlgirî ya Emerîrîka şahîdî vê çendê ne. Di esas û binemak da jî Îran û Suriye li dijî berjewendên Emerîka û Ewropane li rojihelata navîn, turkiya jî tinê hîvî û umêda bi endam bûn li yekêtî ya Ewropa û endametî ya natoyê ye ku nekevîte dinav bazneya dijberî ya Ewropa û Emerîka, nemaze piştî rê nedayna bi hêzên Emerîka û pevçunên siyasiyên navbera Îsrail û Turkiyê.
Lewma weha dibînim ku niha Turkiye kefitî ye dinavbera dû beraşên siyasî ku dijberî an ku dostînî ya Ewropa û Emerîkaye. Li ber ku kêşeyên siyasî û navixoyên Turkiyê bi rengekê mezin rengivedan li ser man û nemana Turkiyê heye, Turkiyê dijberî ya Ewropa û Emerîka naket, li ber ku siyasetivanên turk bi dû şêweyan bîrkirineveyên siyasî bo pêşeroja Turkiyê diken.
- Bîrkirineveya yekê : Turkiye ya mezin (împiratorî).
- Bîrkirineveya duwê: Turkiyeka bihêz û aram.
Bêguman eger siyasetvanên turk bizava hebûna Turkiyeka bihêz û aram biken eve pêdivî ye li şerê dijî kurdan dest berdin heta bigehin armancên xwe. Li cihê dujmindarî ya kurdan bikin dostîniya kurdan bikin, rêya serkeftin û hebûna Turkiyeka aram û bihêz dibe.
Eve dibîte derfetek ku kurd li bakur û başûrê Kurdistanê rolê mezin û aktîv di afirandina federasyonê da bibînin. Ji ber ku başûr kefitiye di xalbendeka asê ya çareserî ya kêşeyên navbera Iraq û herêma Kurdistanê. Ji aliyê dîtir kombûna Emerîka–Turkiye–Êraq û rêkeftina emnî ya navbera Iraq–Turkiye bûye bargiraniyeka dîtir li ser herêma Kurdistanê. Ku eve jî renge bibîte hokarek ku kurd û Emerîka li hev dûr kevin û berev şerê ereb-Kurd biçîn, ji aliyekê dîtir tirsa hebûna şer dinavbera kurd bixwe jê bizêt.
lewma giring e ku kurd dû kêlan bi berekî bêxin erdê. Hem siyasetvanên ku dixwazin Turkiyeka mezin hebît û daxwaza vegeriyana wilayeta Mûsil diken razî biken û hem siyasetvanên daxwaza Turkiyeka aram û bihêz diken razî bikin, ew jî bi hebûna derfetek bi hevkarî ya Emerîka ku hem Turkiye ji aloziyên siyasiyên navixo derbaz dibe u hem kurd jî digehin çareserîyeka bineretî ku xwe di hikumeteka federal ya turkî–Kurdî dibînit.
Lêreye ku hem berjewendiyên Ewropa û Emerîka dihêne parastin li Rojihelata navîn û hem jî dû parçeyên Kurdistanê wek cografî û dû hêzên karîgerên şorişgêr û aştîxwazên bakur û başorê Kurdistanê digehin êk.
Eger federaliyet di navbera dû gelên kurd û turk çê bibe, hem Turkiye ji aloziyên siyasiyên navixo u hem kurd dê dest li çekan berdet wek hêzeka bergirîkar li mafên xwe, hem Turkiye ji aliyê aborî ve ew pareyên li şer û pêvajûyên siyasî dimezêxe vedigerên û hem jêrxana aborî ya Kurdistanê dê vejît û kurd û turk dê gehine rehmeteka îlahî.
Ji aliyê navneteweyî ve, bi hukmê ku Turkiye daxwaza endambûn li yekêtî ya Ewropa diket asteng namînin û dergehê Ewropa lê ve dibe û hem Turkiyeka bihêztir wek endam di Natoyê da bo aştî û tenahî ya Cîhanê cê digire. Ku hebûna hêza mirovî ya kurd palpişteke ku hevsengî ya Turkiye û Kurdistanê dê zal bibît li ser kêşeyên Rojihelata navîn.
Eger siyasetvanên kurd federasyonekê bo çareyên siyasî ava bikin û xebata xwe bi yek dengî û yek rengî rêbêxin, eve turkiyejî dê naçar bît bo vemana pêgeh û kiyana heyî hindek pênigavên erênî bo çaksaziyeka siyasî havêjît.
li wî demî ne Turkiye pêdivî bi hebûna desteyên wek jîtem û ergenekonê heye û ne miletê Turkiye van bizavên hovêtî jî qebûl diken.
Li wî demî ne mirovê kurd dest bo şervaniyê dibet û ne miletê kurd jî li sindoqên dengdanê vedirevît. Niha wî demî ye ku kurd dê şêt destan li çekî berdet.
Nivîskarê Mêvan
Ednan Bedredin: Jibo Iraqeka konfederal*
Amir Bayar: “Düşünmeyen ve sorgulamayan bir halk KÜRTLER. ........
İsmail Beşikci: Birey Toplum İlişkileri
Fatih Sevigili: Kürtler, halkların demokratik enayisi mi.?!
Nûri Çelik: Rojbaş - Günaydın!
Amir Bayar: ÖCALAN- 19 Yıl boyunca Suriyede ne yaptı......
Fatih Sevgili: PKK, Kürtlerin örgütü mü?!
Bûbê Eser: Min çawa dest bi nivîsandinê kir?
Vahap Coşkun: Hendeğin sanal savunucuları
Muhsin Kızılkaya: Kurtarıcılardan kurtulmak!
Selim Çürükkaya: Ya boyun Eğ
Bûbê Eser: Kurdên xaîn û xwefiroş!
Dr. Sozdar Mîdî E. Xelîl, (wergera ji erebî, Mustefa Reşîd): Kurdistan û rastiyên dîrokî di çîroka Tofanê da
Yavuz Baydar: Ya ben ya tufan
Abit Gurses: Kanton
Razî Zêtî: Çima kurd ketin nava hikumeta nû ya îraqê?
Reşîd Battê : YEKÎTIYEKE PÎROZ Û BAREKÎ GIRAN
America Must Recognize Kurdistan
BAŞKAN BARZANİ'NİN AMED ZİYARETİ VE BİLEŞENLERİ
Mûrad Ciwan: BDPyî qasî AKPyiyan rêzê li Barzanî nagirin
İbrahim Güçlü: 'PKK aslında Öcalan'ın söylediklerini yapar görünüyor!'
AKO MİHEMED: Teqezkirina komkujiya rojava li jêr desthilata tekpartî ya PYDê!
Huseyin Sîyabend: AKP ve PKK, diğer Kürt örgütlerini dikkate almamaktadır.
Oya Baydar yazdı: Kürdistan Kürtlerindir
Turan Turkmen : BARIŞ SÜRECİ Mİ, TESLİMİYET Mİ ?
Bûbê Eser: Rewşa Rojavayê Kurdistanê(!)
Dr. Musa Kaval : Stratejiyeke hevbeş ji bo çareseriya pirsa gelê kurd
Îbrahîm GUÇLU: Li Rojavayê Kurdistanê rewşa civakî, çandî, siyasî, hiqûqî…
Yaşar KARADOĞAN: TESİR AJANLARI VE KÜRD HAREKETİ
Emre Uslu: Why would the PKK need a cease-fire now?
Dengir Mir Mehmet Fırat: Kürtçe masal bile yasak! (Neşe Düzel ile söyleşî)
Rêbwar Kerîm Welî: Mesele ne tenê PKK'ye
Îbrahîm Malgir: Xwedê Kurdan ji şiddetê biparêze!
Îbrahîm Malgir: Bawerî û bëbawerîtî!
Ibrahîm Malgir: Cumhûrîyeta Tirkî nehatîye gûhartin!
Şemdin SAKIK: TERÖR VE ŞİDDET APO, PKK, DTP VE SOLCULUKLA BİTMEZ…
Îbrahim Malgir: Cizre’de şahit olduğum görüntüler
Mihemed Evdila: Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd !
Mahmut Alınak´tan BDP ye "mikroskopik eleştiri!"
Sezgin Tanrıkulu: Türkiye'nin ilk "sivil savaşı”
İbrahim GÜÇLÜ: Türkiye’de vesayet sistemi son buldu mu?
İbrahim Malgir: Kemal Burkay ve Hükümet
Sedat Günçekti : Top şimdi KCK´de
Öcalan’dan itiraf: “Ben Taşeronum”. Öcalan=PKK, O zaman
ABD, Kürtlere mi yoksa PKK’ya mı karşı?
İbrahim GÜÇLÜ: "Tanrı başkanlar"- PKK/Öcalan - "Demokratik Özerklik"...
Gelo “Xweseriya Demokratîk” tê çi mane ye? Ceribandina Başurê Kurdistanê…
Arşevê Oskan: Tirsa pîr û raperîna ciwan
Sedat Günçekti: BDP iki arada bir derede
Mihemed Evdila: BDP-ya ko daye dûv Dicle û Ocalan çi dike?
Rêbwar Kerîm: Bersiveke nû ji bo pirsyareke kevin
Seyîdxan Kurij : Hakkari’de Kürdoloji Konferansı
Barışa indirilen darbe!
Îbrahîm Malgir: Türkler ve Kürtler
Îbrahîm Malgir : Beyanî Baş!
Ali BURAN: GÜNEY Kürdistan'in bağımsızlık koşuları
Îbrahîm GUÇLU: Serokê Neteweya Kurd Mele Mistefa Berzanî nemir e…
Ebbas Ebbas :Çinar
Ebbas Ebbas : Quling
Zinarê Xamo: Tiştê Abdullah Ocalan dike zorbatî ye!
Ahmet Altan: Şerm Bike PKK
Mehmet METİNER: Öcalan tipik bir Jakobendir
Ümit Fırat: Öcalan derin devletle de temaslarını sürdürüyor
Joseph Puder: THE FORGOTTEN KURDS OF SYRIA
Îbrahîm Malgir : Kurd û Dewlet
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê
Îbrahîm Malgir: Türkçeyi seçmeli ve kürtçeyi resmi dil yapsak ne olur?
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre!
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?!
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN
Aziz Gûlmûş : MELLE
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK
Îbrahîm GUÇLU: Hilbijartina Iraqa Federalî û Helwesta Partiyên Kurdistanê…
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret...
Mesele qebûlkirina siyaseta dewletê bû
Firîda Hecî yanê jî: „ Şêr şêr e, çi jin-çi mêre
Ergenekon bi ser ket
Jı bo rêxistineke nû konferansek û di sîstema kevn ya rêxistinî de israr
Figûranek bêcewher çawa dibe “serokekî neteweyî”?
Sedemên rasteqîneyên çalakiyên PKKê…
Selîm ê Netawa Kurd: Selim Dindar
“Şêx Zeynî nûha li tenişta serokên Kurdistanê … rûniştiyê.”
Dîkê sibê
Kurd çima nebûne dewlet?
Arîstokrat û mîrê siyaseta kurd çû ser dilovaniya xwe…
Qublenameya bêdengiyê
Îqtîdar
Lîsta Goran û opozisyon
Dr. Vet. M. Nûrî Dersimî-Lehengek
Ji bo neteweya kurd derfeta dîrokî û mîsyona neyênî ya PKKê…
Konê Reş: Zilamok!
I.Gûçlû: Dewlet û PKK çareseriya pirsa neteweya kurd naxwazê…
Gurzek Nêrgiz Bo Aramê Dîkran
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan
Kurmancê Çalî: Pêdivîya siyasetvanên turk...