|
Apoîzm – HABERTURK - Rizgarî – Heqaret... |
2009-12-24 14:18 |
Îbrahîm GUÇLU ibrahimguclu21@gmail.com |
|
Wek tê zanîn ez bi kurdî û tirkî di gelek rojname û malpar û kovarên kurdan de nivîs dinivîsînim. Piştî her nivîsekê hem ji kurdan û hem jî ji tirkan hem pesn û piştgirî tên, hem jî gelek tehdît û haqaret ji min re tên kirin. Ez, daîma bersîva kesên ji min ra piştgirî dikin, didim. Lê pir caran hewce nabînim, ku bersîvan wan kesên min tehdît dikin û heqaretan li min dikin, nadim. Di van rojên dawî de jî ev yeka dubare dibe. Ji bona nivîsa min ya dawî di Rizgarî de û ji bona ku min di programa HABERTURKê de di derheqê Apoîzm û pêwendiyên Ocalan dewletê de nerînên xwe anîn ser zimên ji tehdîtan zêdetir, gelek nivîsên heqaretî, ji min re hatin. Ez vê yekê jî, wek pêşketinekê dibînim. Ev car tehdît ne, heqaret tên kirin.
Ev heqaretan bi xwe jî, pirsgirêkekê nîşan dide û hem jî pirsgirêke “îzm”an û “apoîzmê” nîşan dide. Lewra “îzm” fikrên nayên guhertin û nayên minaqeşe kirinin. Ew kesê bi nexweşiya “izmê” dikeve, ji bona xwe xwedêkî çê dike û ji bona wî xwedêyî her tiştekî dide ber çav. Ji bona wî xwedeyî xwe dikuje û kesên din dikuje. “Îzm” serî dijo û dogmaya çê dike. Dawiya fikirandinê tîne. “Apoîzm” jî îdeolojiyeke wusa ye.
*****
“Îzm” bi nevê kesekî diqewimin. Marksîzm, Hîtlerîzm, Musolînîzm, Bismarkîzm, Bonapartîzm, Kemalîzm, Baaasîzm, Nasirîzm, Stalînîzm, Maoîzm, Lenînîzm, Humeynîzm, Pol-Potîzm mînakên “îzm” an e.
“Îzm” fikrê kesekî îfade dike. Ew fikrên wî kesî dibe îdeolojiyekê û ew îdeolojiya naye minaqeşe kirin û naye rexne kirin. Ji bona guhertina wê “îzmê” daxwaz naye kirin.
Dema ku wî kesî desthilatdarî girte destê xwe, ew îdeolojî û fikrên wî kesî dibe îdeolojiya dewletê û civatê ya fermî.
Dîsa dema ku ev îdeolojiya bû îdeolojiyeke fermî, ji derveyî vê îdeolojiyê hemû îdeolojî qedexe dibin. Dema kesek û rêxistinek ji derveyî vê îdeolojiya fermî û “îzmê” fikrekî biparêze, ew kesa tê hepiskirin, tê dadgehkirin û ceza kirin, tê êşkencekirin û kuştin. Ew berpirsiyarên wê rêxistinê jî hepis dibin, dadgeh dibin, cezayê bilind digrin¸ êşkence dibin, tên kuştin û tên îdam kirin.
“Îzm” û îdeolojiya kesekî û fikrên nayên rexne kirin, ji bona sîstemên otorîter, totalîter, faşîst, monarşîk, teokratîk dibe bingeh û felsefe. Ji bona vê jî, piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, ew bû sîstema kemalîst û otorîter û totalîter û faşîst. Piştî ku li Rusyayê elîta bolşevîkan encama darbeyeke leşkerî desthilatdarî girtin destê xwe sîstema ava bibû, sîsetemeke totalîter ya Lenînîstî û Stalînîstî bû. Ev pêvajo û qewimandina, ji bona “îzmê” din jî derbas dibe.
*****
Min di malpare Rizgariyê de çi nivîsandiye diyar e. Nivîsa min ya di malpera Rizgarî de li ser mijara sedemên girtina DTPê, li ser qerektera DTP û mebûsên wê ye. Ne hewceya ku ez wan nerînên xwe dîsa dubare bikim.
Di 17. 12. 20009-an, saet 19.15-an de ez beşdarî programeke Televîzyona HABERTURKê bûm. Min di programa HABERTURKê de li ser “Apoîzmê” û pêwendiyên PKK û Ocalanî dewletê qise kir. Ez dixwazim dîsa li ser van mijaran nerînên xwe pêşkêş bikim. Lewra ev programa ji aliyê HABERTURKê de ji bona nivîsên min yên di derheqê PKK û Ocalanî de pêk hat. Wek tê zanîn, ji avabûna PKKê heta îro min di derheqê PKKê û Ocalanî de bi sedan meqele nivîsandin, di gelek hevpeynînan de min nerînên xwe anîn ser zimên û di programên televîzyonê de jî, min nerîn û şiroveyên xwe zindî pêşkêş kir. Bi taybetî jî, formulekirina “apoîzmê” û “atakurd” ji aliyê min de pêk hat.
Ocalanî ji serî de dixwest ku dîktatoriya xwe ava bike û ji bona vê dîktatoriyê jî îdeolojiyekê çê bike. Ji bona vê jî, qonaxa apocitî di nav pêvajoyê de gihîşte qonaxa apoîzmê.
Apo, wek bi xwe jî îtiraf dike, di sala 1975-an de endamê AYOD-ê bû. AYOD, rêxistineke şoreşger ya cîwanên tirk yên zanîngehê bûn. Cîwanên kurd di sala 1969-an de ji aliyê rêxistinî de riya xwe ji cîwanên tirk û ji siyasetvanên tirk veqetandibûn, biryar dabûn ku rêxistinên xwe yên serbixwe yên sivîl û siyasî ava bikin. Ji bona vê di sala 1969-70yî de DDKO li Enqereyê, li Stenbolê û li bajarên Kurdistanê ava bûn. Kîtlewîbûna DDKO-yan û pêşketina tevgera neteweya kurd li Kurdistanê dewleta tirk tirsand û tevgera kurd, di Cuntaya Leşkerî ya 12-ê Adarê de wek sedem hat nîşan dan û DDKO di 26-ê Nîsana 1971-an de ji aliyê desthilatdariya leşkerî ya dîktatorî de hate girtin û bi sedan kurdperwer û endamên Partiyên Demokrat yên Kurdistanê û TÎPê hatin hepis kirin, dadgehkirin, cezakirin. Apo wê demê ji derveyî vê pêvajoyê bû û hîn xizmetî kemalîzm û çepitiya tirk dikir.
Ocalanî di hevûdîtina xwe ya dawî ya parêzerên xwe de diyar dike, ku di sala 1974-1975-an de ew hem endamê AYODê bûye û hem jî endamê DDKO-yê bûye. Ev agahdariya wî bi tevayî ne rast e. Öcalanî di wan salan de li Enqereyê endamê AYODê bû û lê wê demê DDKO tune bû: Lewra DDKO hatibû dadgehkirin, berpirsiyar, damezrênêr û endamên wê hatibûn cezakirin. Beriya wê jî tu wext li Enqereyê û li ciyekî din jî Ocalanî nebûye endamê DDKO-yan û di nav qadroya siyasî ya kurdan de jî xebat nekiriye.
Dema ku Apo ji AYOD-ê veqetiya, ji bona xwe grubek çêkir, wê demê li dijî hemû grubên siyasî yên Kurdistanê dijminitî kir. Gruba wî jî bi “apociyan” hat nas kirin. Öcalanî jî, ji ve yekê gelek kêfxweş bû. Ji bona ku ev pêvajoya pêş bikeve û “Apocitî” di nav civata siyasî de cî bigre, hewildeneke taybetî pêk dianî. Pişt re jî bi manîfestoya damezrênêrî ev konsepta fermî/resmî eciband û îdeolojiya girêdayî kesekî û şexsa xwe realîze kir. Apoîzmê jî bi manîfestoyê bingeha xwe çê kir û bi pratîkeke gelek qirêj û bixwîn jî pêş ket. Di salên 1989-an de jî bi bi xîret û xebata Dogu Perînçekî ev pêvajoya gihîşte qonaxeke bilind û Apo wek “Atakurdekı” hat lanse kirin. Ev helwest û xîreta ji aliyê min de jî di Kovara Yekîtiya Sosyalîst de hat rexne kirin.
*****
Apoîzm, wek min li rêzên jorîn jî diyar kir, lihevsîwarbûnakirina Kemalîzm, Hîtlerîzm, Stalînîzm, Baasîzm, Polpotîzmê, nexweşî û fikrên Ocalanî ne. Kemalîzmê li Tirkiyeyê ji bo kurdan û tirkan, baasîzmê li Iraqê û li Suriyeyê ji bona kurdan û ereban, Hîtlerîzmê li Elmanyayê ji bona Elmanan, Qereçiyan û Yahudîyan çi felaket pêk aniye, Apoîzmê jî ji bona kurdan li her parçayên Kurdistanê ev encama amade kiriye.
Kemalîzm, baasîzm, polpotîzm, hîtlerîzm, îdeolojiya resmî ya desthilatdarî û hikumetkirinê ye. Apoîzmê di qonaxa mıxalîfbûnê de felaket amade kiriye. Dema ku apoîzm bibe desthilatdar û hikumet, wê demê felakete li Kurdistanê pêk bê naye tehmîn kirin jî.
Apoîzm, ji dervayî îdeolojiya xwe hemû îdeolojiyan meşrû nabîne. Ew kes û dezgehên ji derveyî îdeolojiya xwe dijimin dipejirîne. Ji bona vê jî dixwaze ku ji dervayî Apocitî her îdeolojiyekê tasfiye bike. Ji bona vê jî dişibe kemalîzmê. Loma Apoîzmê, fikrên Rizgarîyê, Riya Azadiyê, DDKDêyê, KUKê, Kawayê, Têkoşînê, PDKT-yê dijmin dihesiband.
Apoîzm, desthilatdarî û hebûna yek îdeolojiyekê diparêze. Apoîzmê, ji bona vê di nav xwe de û ji derveyî xwe li hemû beşên Kurdistanê bi hezaran kurdperwer, siyasetvan, rewşenbîr û pêşmêregeyên kurd kuştin.
Apoîzm, ji derveyî hevalbendên xwe her kesî û her kategoriyeke civakî û her grubeke siyasî û her rêxistinekê ji bona xwe dijmin dihesibîne. Lewra ew sîstema yekpartitî diparêze. Ji bona vê jî, li hemû beşên Kurdistanê li dijî hemû rêxistinên siyasî şer îlan kir. Li hemberî axa, mîr, şêx û tebeqeyên din yên li Kurdistanê şerekî ne meşrû û ne mirovane domand. Bi hezaran kurdperwer û kurd kuştin. Ji bona vê li bajarên Kurdistanê şerê hundir derxist, bi alîkariya hêzên dewletê jî, hêzên Kurdistanê parçe-parçe kir; bû sedem, ku bajarên Kurdistanê vala bê kirin, nekokiyên di nav civatê de kûr û dijwar kir; dijiminitiya eşîretî xurt kir.
PKKê, qetlîamên mezin pêk anî û komkujî kir.
Apoîzm, di heman dem de ji derveyî Ocalanî, ji serokên din yên kurd re jî tehemûl nake. Ew bes serokbûna Ocalanî li hemû Kurdistanê diparêze. Ji bona vê jî, Ocalanî wek serokê neteweyî dipejirîne. Ocalanî di ser neteweya kurd re digre. Ji bona Ocalanî jin û mêr, keç û law xwe dişewîtînin û întîxar dikin.
Apoîzm, çawa ku di kemalîzmê de şêfek heye, di PKKê de şêfitiya Ocalanî diparêze. Ji derveyî Ocalanî kes wek serok û heta mirov naye pejirandin. Dema ku kesek, jin û mêrek di nav tevgera PKKê biçek bi navûdeng be, Apoîzm ji vê yekê ditirse û wî kesî/kesê tasfîye dike. Ji bona vê jî, Apoîzm narsîzme jî.
Apoîzm, zihniyetateke otorîter, totalîter, faşızan e. Ji bona vê jî li dijî demokrasî ye. Hîtler çawa ku demokrasî ji bona desthilatdarî û sîstema xwe faşîst bi kar anî, Apoîzm jî demokrasiyê ji bona desthilatdariya xwe bi kar tîne. Apoîzm, desthilatdariya PKKê, bi wateya mitlaq diparêze. Ji bona vê jî, bi tu rêxistnekê re naxwaze ku desthilatdarî û hikumdariya xwe parve bike. Sedema şerê PKKê li Başurê Kurdistanê bes daxwaz û berjewendiya dewleta tirk, Îranê, Iraqê, Suriyeyê nebû, di heman dem de ew dixwaze ku li tevayî Kurdistanê bibe desthilatdariya mitlaq û yek beş. Ji bona vê jî PKKê li Başurê Kurdistanê komkujî kir û siyaseta kolonyalîst meşand.
Apoîzm, sîstem û civateke otorîter û totalîter û faşîzan proje dike. Di vê civatê de Ocalanî û PKKê çi dibêje ew dibe. Di vê projeya civatê de maf û azadiyan kesan û gruban tune ye û nabe. Azadiya fikir û xwe îfadekirinê jî nabe. Di vê projeyê de hiquq jî nabe. Hiquq, peyv û fikrên Ocalanî ne.
*****
Wek min di HABERTURKê de jî diyar kir. PKKê, projeya dewletê ye. Dewleta tirk, di salê 70-yî de fahm kir ku bi komkujî û bi qetlîaman; bi asîmîslayonê, bi hepiskirina kurdperweran û serokên kurdan, bi kuştina kurdperweran, bi koçberîkirina kîtlewî ya ji Kurdistanê nikarin neteweya kurd bi tevayî bikin tirk û ji holê rakin. Wê demê dewleta tirk stratejiyek nû pejirand. Ew stratejî jî, tevgera kurd ji hûndir de teslîm girtin bû. Lewra piştî salên 70-yî Tevgera Bakurê Kurdistanê qareketereke nû qezenç kiribû, serxwebûn û azadiya Kurdistanê wek stratejiyeke yekem û xurt hatibû pejirandin.
Ji bona ku kurd ji serxwebûn û azadiyê dûr bên xistin, di salên 70-yî de PKKê hat projekirin. Dema ku li pêvajoya PKKê mêzekirin û bûyerên hatine qewimî yek û yek bên analîz kirin ev yeka gelek bi hêsanî tê dîtin. Ê girîng jî, Ocalanî bi xwe jî vê yekê îtiraf dike. Dibêje ku me Dewleta tirk xapand. Lê dema ku hat îmraliyê derket holê wî ne, dewleta tirk ew xapandiye û an jî di ser wî re hesabên xwe meşandiye.
*****
Helwesta parlamenterên Apo jî careke din derxist holê ku beşek kurd, kurdên apocî xwediyê fikrekî azad nînin. Ji wan re çi tê gotin, wê yekê pêk tînin; murîd in. Ev jî wek ji bona her civatekê çawa ku felaket e, ji bona kurdan jî felaket e. Divê kurd ji bona ku bibin kesayetî, divê azad bifikirin. Heger kurd dixwazin berjewendiya neteweya xwe biparêzin, divê azad bifikirin.
Amed, 21. 12. 2009 |
|