|
Devera Barzan: Bîrhatina 26 saliya komkujiya dijî barzaniyan |
2009-08-01 09:56 |
Kurmanc Çalî info@mediakurd.com |
|
Kurmancê Çalî
Rêkixirawa vejîn ji bo qurbaniyên cînosayda barzan, bi hevkarî digel rêveberî ya roşinbîrî û hunerî û rêveberî ya cînosayid û enfalkiriyan, li hola dezgehê herman, 26 salî ya cînosaydkirian tuxmê nêrîneyê barzanî vibîr anî .
Divê merasîmê de end peyv her êk ji rêzdar felekedîn kakeyî û niwênerê wezareta şehîd û enfal kiriyan û kes û karên cînosaydê hatin xwendin .
Li dûv re pêşkeş kirina kitêbekê bi navê (rehende komelayetiyekanî siyasetî ragiwastinî barzaniyekan bo başorî êraq le serdemî beis da) ku vekolîneka ekadîmî bû ji layê nivîskar rêbiwar remezan ebdola û ji layê rêveberî ya roşinbîrî û hunerî ya barzan zincîreya çiwarê hat bû weşandin pêşkeşy mhvanan hate kirin .
Herweha bilavoka vejîn hijmara 7 ê her bi vê minasbetê pêşkêşî mêvan hate kirin.
Herweha li dûmahîka minasbetê fîlmeka dîkiyomentî li ser jiyan û çawanî ya cînosaydkirinê ji derînana ferzîn kerîm hate nimayiş kirin .
Herweha her bivê minasbetê xelkê devera barzan bi taybetî kes û karên cînosaydkiriyan bi rêjeyeka herî zor û ber bilav serdanî goristana cînosayid kiriyan diken, ku ji layê hikumeta herêma Kurdistanê şiyan 503 rofatên cînosaydkiriyan li başorê êraqê vegerînin warê bav û kalan ..
Di sala 1983 yê de u di pênc hewên girtin u bê ser u şun kirnê de 8000 barzanî ji lay hikumeta raqê hatin cînosaydkirin.
Van boneyan bi wêne bibînin |
|