|
Şerîf Omerî: Operasyona li dijî Roj TV û KNK |
2010-03-06 19:27 |
|
|
Nivîs: Şerîf Omer
Dewleta Belçîqa operasyonek mezin li dijî Roj TV, xebatkarên wê û hinek endamên KNK kir. Di operasyonê de kesên wek Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar jî hatin binçavkirin û aqûbeta wan ne kifş e ka wê bên berdan, yan wê radestî Tirkiyê bên kirin. Lê çi dibe bila bibe, dixuye ku wê operasyonên li dijî endam û alîgirên PKK û KCK bidomin.
Piştî operasyonên li dijî çete û rêxistinên kûr yên wek Ergenekon a ku di nava dezgehên sivîl, artêş û rêxistinên Tirk û Kurdan de xwe hûnandiye, di gellek delîl û belgeyan de eşkere bû ku zêdeyî 200 endamên Ergenekonê ketine nava rêxistinên Kurd û Tirkan da ku rojeva Tirkiyê aloz bikin, provokasyonan bikin da ku zemînê ji darbeya eskerî re çêkin. Ev di gellek îfade û dosyayên doza Ergenekonê de eşkere bûn.
Balkêş e, her ku operasyonek li dijî endamênErgenekonê pêk tê, PKK û dezgehên wê yên sivîl jî dikevin ber operasyon û zixtên dewletê. Di operasyonên li dijî dezgehên sivîn yên KCK û PKK, nêzîkî hezar û pêncsed kes hatin girtin û operasyon hîna jî berdewam in.
Piştî civîna sêqolî (Tirkiye, Amerîka û Iraq) a li Enqerê, operasyonên li dijî endamên PKK zêdetir bûn. Xuyaye operasyona ku dewleta Belçîqa li dijî Roj TV û endamên KNK kiriye jî, parçeyek ji biryarên wê civînê û bi daxwaza Tirkiyê hatiye kirin. Piştî Îtalya û Fransa, operasyona Belçîqayê dide xuyakirin ku wê operasyonên li dijî PKK û ezgehên wê bidomin û cîh li PKK bê tengkirin.
Di vê operasyonê de du îhtîmal tên dîtin.
Yek jê ew e:
Ku êdî PKK ji çav hatiye derxistin û li ser tasfîyekirina PKK li hev hatiye kirin.
Ya duyem: jî ew e:
Ku Ewrûpa bi vê girtinê dixwaze bala Tirkiyê bikşîne ser avêtina gavên demokratîk û jê dixwaze ku rojek zûtir reforman pêk bîne, daxwazên ku Ewrûpa ji wan dixwaze têxin jiyanê. Ango, bi vê operasyonê heta bi astekê dilê Tirkiyê hatiye xweşkirin, jestek jê re hatiye kirin û ji alîyê din de jî bala wan hatiye kişandin.
Ewrûpa di gellek daxuyanîyên xwe de operasyonên li dijî Ergenekonê pesinandiye û wek gavek pêwist û erênî qebûl kiriye. Ji ber vê jî, dem û pêvajoya herdu operasyonan (Ergenekon û PKK) balkêşî û lihevrasthatinek balkêş e.
Ji alîyê din, girtina serokê KNK Remzî Kartal û cîgirê wî Zubeyîr Aydar jî pirsan di serê mirovan de çêdike. Gava berpirsekî PKK yê Ewrûpayê yekî wek Sabrî Ok (ku berî derketina xwe çûbû Îmralîyê û bi serokê xwe A.Ocalan re hevdîtin jî kiribû û ji Ewrûpayê bandorek mezin li endamên PKK yên Tirkiyê jî dike) li holê be, girtina endamên dezgehek mîna Roj TV û KNK balkêş e. Ev jî dide xuyakirin ku Belçîqa û pêve girêdayî jî Ewrûpa dualî dilîzin, ji alîyekî bala Tirkiyê û ji alîyê din de jî bala PKK dikşînin ser daxwazên xwe.
Axir
Balkêş e ku ev demek dirêj e PKK tu çalakîyan nake û peyamên pir nerm dide awira gelemperîya Kurd û Tirk. Herweha Abdullah Ocalan jî di hevdîtinên xwe de ne wek berê hişk e, daxwazên nerm û maqûl dibêje û bala gellek alîyan dikşîne ser helwesta xwe. Bi taybet piştî operasyona vê dawîyê ya li dijî 49 general, serdar û efserên Ergenekonê, hem ji alî hikûmet û artêşa Tirkiyê ve û hem jî ji alî PKK ve pêvajoyek nerm dest pê kiriye. Û hetta hinek nivîskar û pisporên siyasî, di şirove û texmînên xwe de operasyona li dijî Roj TV û KNK jî wek tasfîyekirina Ergenekona di nava PKK de dinirxînin.
Ji alîyê din, Serokê PJAKê Hacî Ehmedî jî doh li Almanya bajarê Kolnê hat girtin. Ev jî nîşana berdewamîya operasyonan e û piştrast dike ku operasyon ji navendekê tên dezgehkirin.
Di her halûkarê de, biryara tasfîyekirina Ergenekon û kes û rêxistinên pêve girêdayî hatiye girtin. Operasyonên li dijî dezgehên PKK jî wek beşek ji vê operasyonê tê şirovekirin. Helbet wê di demên pêş de mesele zelaltir bibe. Lê xuyaye hikûmeta Erdogan û hêzên ku dixwazin Tirkiye bide ser rêya demokrasî û cîhana global, wê berî hilbijartina 2011an hinek astengan ji pêşîya xwe rakin. |
|