|
Aziz Gûlmûş: ŞORBECÎ |
2010-06-30 14:34 |
|
|
Nivîs: Aziz Gûlmûş
Wergêr ji tirkî: Dr.Cuwan Heqi
Jêder: www.sercavan.com
Di îşkenceyê de, roja 15an jî min tejî kir. Di vê demê de ji carekê-duduyan pê ve ji nehkên (nokên) şor pê ve tiştek min nexwariye.
Û tîbûna xwe jî gava wan ez ji bo ku îhtiyaciya xwe li destşokê (tuwaletê) pêkbînim, dibirim, ji musliqên avê, yên ku pirr pîs bûn, derbas dikir.
Piştî her îşkenceyekê, ez demek dirêj li erdê bêhiş (dilborî) dimam.
Di bingeha xwe de, bêhiş mayin li hesabê min dihat.
Çima?
Ezê wê jî ji we re bêjim:
Ji ber ku hem min bêhna xwe vedikir û hem jî di demê bêhişbûna xwe de, min di xewnên xwe de xwarinên xweş didît û ev yek zewqek bêhesab dida min. Ji ber vê çendê, bi berdewamî bêhişî (ji ser hişê xwe çûyîn) bi kêrî min dihat.
Carekê, piştî îskenceyekê, gava dîsa bedena min li ser erdê bêhiş ketibû, canê min li ser xwarinên herî dewlemend danî bû… Birincan, fasulyeyan, şêrîniyan, dew... Lê min ji xwe re got: ”tiştek ji vê sofreyê kêm e?”.
Erê, pêwîst e pîvaz be, lê ew li kû derê ye?
Ez bi bêhna wê ya tûj, dijwar dihesim, lê wê jibinî nabînim…
Lê gava hişê min hat ser min, diyar bû (têgiham): Gava ku îşkencekeran dîtin ku di devê min re kef derdiket, wan digot qey ez bi nexweşiya sarayê (edrê) ketime. Û ji ber vê yekê wan pîvazek- ku di nava wê re kiribûn du qet- li ber pozê min girtibûn. Ji ber ku wê (pîvazê) ez hişyar kirim, anîm ser hişê min, min kofriyên, sixêfên herî mezin bo vê pîvazê rêz kir.
Di lêrpirsînê de, ji min pirsa navnîşana rêxistinê dixwestin. Yan jî, di çalakiyên çekdarî de, silahên ku me bikaranîne, li kû deverê veşaritne, dipirsîn.
Min ne bi malek ya rêxistinê dizanî, ne jî agahê min ji sîlahan hebû.
Her carekê bi jopan, tazî û çiplak bi rengê îşkenceya ”hilawistina filistiniyan”, şoka elektrîkê; silahên ku dikirin serê min de; tehdîda ku ”wê ew min bibin deverekî û min ji derekî bilind de bavêjin!”, ti alîkarî û feyde nedikir.
Ji ber ku min birastî nedizanî.
Şevê, ya herî min dixwest li derekî nerm razim, bû.
Li ser zemîna betonê, her derên min bibûn wek darekî hişk û req.
Birçîbûn û tîbûn jixwe serbar bûn.
Pişta min li dîwêr; çavên min girtî û wisa rûniştîm, min serê xwe bi şûn de kişand, dixwest bi rasta pozê xwe re li derdora xwe binêrim- wê binasim û bizanim.
Ez çi bibînim, bi cend gavan ji min û wir de, doşekek stûr, (qalind) ku ew wisa vale, betal li wir dima.
Ma disekinim?
Ku dawiya wê mirin jî be, divê ez li ser wê doşekê razim.
Û ez bi xirê-xirê ber bi doşekê ve çûm- tam gihame doşekê, pahînek mezin li rûyê min ket. Û min bi ”naqawtbûnê” re, bi stêrkan re dest bi dansê kir.
Diyar bû ku ewa (doşeka) min dîtî, ne doşek bû. Ew cihê ku em lê diman bêronahî bû, ew ronahiya deriyê ku li salona mezin vedibû daketî hundûr bû.
Roja dî, danê êvarî, dîsa ji bo îşekenceyê birim.
Ji birçîbûn û tîbûnê min xwe wek pirtikek ku li ber bayê geh ber bi çep ve, geh ber bi layê rast ve diçû û dihat, his dikir...
Mîdeya min bi awayekî (radeyeke, dereceyek) xurt digel zilmê sixêfên mezin yên ku hê jelatîna wan venebûyin, dikir.
Ez li ser kursiyeke dar rûniştandin.
-”Silah li kû derê ne?
Vê carê min got:
-”Erê, temam, silah li mala me ne, min bibin malê, ezê cihê ku silah lê hatine veşartin şanî we bidim!”
Ev gotinên min li ba polîsên îşekenceyê wek ku tesîrek ya îdê, şahiyekê peyda bike, wisa birha xwe li wan kir. Ji keyfa, wan dayin û standinek ”dostane (bavûbiratî)” ji min re nîşan didan.
Min ji xwe re got: Allah… Allah, ma ne ev bûn ku berî kêlîkê îşkence û dijûn li min dikirin?
Erebe û gurûbek (ekîp) hatin amade kirin.
Li erebeyê digel komek polîsan siwar kirim.
Gava em nêzîkî malê bûn, çavên min vekirin.
Bi ava ku di şûşeyên ku di destên xwe de digirtin, xwestin rûyê min bişon.
Min pirraniya avê vexwarî bû û yê mayî jî li rûyê xwe werda. Di rê de wek ku ekîpek (gurûbek) dî ez anîbim.
Van ji wan kesên di lêpirsîna îşkenceyê re sixêf, kofrî dibarandin, wek:
-Li ba wan heywanan jibinî hîsa dilpêvemayinê, (insanetiyê) nîne. Binêre çi bi halê serê vî kurî anîne!
Yekî dî:
-Ez di diya.. jina vî meslekê he n …m… Ger zarok-marokên min nebûyan, ez deqîqeyekê li vî meslekî de nedimam!
Lê bi ser van gotinên wan de, ji ber gurme-gurma mîdeya xwe min tiştek nedibîşt.
Gava em daketin deriyê hewşa mala me de, hemû kesên mala me li eywanê rûniştibûn û kûr kûr difikirîn...
Gava çavên wan bi me ketin, hemû rabûn şipiya û bi temaşeyekî matmayî li me dinêrin- dixwestin bizanin ka çi qewimiye.
Û dema em ketin hundûrî, birayê min di tasek mezin ya sifir de şorbe dixwar. Wextê wî jî em dîtin, ew jî rabû şipiya.
Min di eynî demê de xwe gihande şorbeya ku birayê min tewa nekirî û li aliyê dî jî min bi îşaretan devera ku polîs bikolin şanî da.
Di demê ku polîsan berdewamiya kolanê dikirin, min jî hewil dida ku zû şorbeya xwe xilas bikim. Di heman demê de, diya min li ber min sekinî bû, firaxa (tasa) min ji şorbeyê dadigirt.
Wextê polîsan têgihan ku tiştek ji wê devera ku ew dikolin dernakeve, wisa gotin:
-Kurê min, ji vir tiştek derneket. Te em ne xapandibin?
Min jî:
-Belkî ez şaş bûme, li kêlîka wê bikolin.
Û min ji dayika xwe avek cemidî xwest.
Dayika min bilez av gihande min.
Min bi afiyet ava xwe vexwar û piştre ji birayê xwe cigareyek xwest.
Gava min cigareya xwe pêxist, min ji xwe re got:
”Oooh! Axa jî ez im û paşa jî ez im!”
Gelek baş bibû. Nikarim bidim xuyakirin çiqasê ez rehet bibûm. Dema ku di taliyê de ji kolana devera duduyê jî tiştek derkneket, ew têgihan ku min ew xapandine.
Yekî ji wan wek ku bêje ”te em xapandin!”, li çavê min zîq-zîq dinêrî.
Min got:
-Wellahî abê, ez gelek birçî bûbûm, min ji ber vê yekê derew li we kir.
Acizibûna rûyê wan mirov nikare tarîf bike.
Gava wan ez dîsa li mînîbûsê siwar kirim;
Dayika min li ber polîsan digeriya :
-Kurê min seqet e, li wî nedin, binêrin çi bi halê serê wî hatiye?
Polîsekî:
-Welleh xaltîkê, kurê te belaş tatîlê dike û herweha em carna wî li nava bajêr jî digerînin!, destê xwe danî ser milê min û berdewam kir:
-Em gelek hez vî nesekiniyî (keratayî) dikin”
Pêşberî vê gotinê de, dayika min duayên xwe yên herî qenc got:
-Xwedê destê we ve zêr bîne.
Ez gava di rê de dibirim li îşkenceya ku bi min bikin pê ve nedifikirîm.
Eynî wisa çêbû.
Dengê min dengê sîrena tirêna di ber serê me re diçû winda dikir.
Bi awayekî bêhiş, dilborandî, ez dîsa anîm, avêtim wir.
Çiqasê bêhiş mame, nizanim...
Wextê ku bi ser hişê xwe ve hatim, cilên min danîn ber min û gotin ku ez wan li xwe bikim.
Min cilê xwe li xwe kir, lê di berîka mantoyê xwe de bi tiştek stûr, qelew, hesiyam.
Ji ber westabûnê min nekarî lê binêrim.
Gava nîvê şevê, bêdengiyek kete wê nêvê, herkes ji wir çûn, min destê xwe lê peland (gerand) û dît ku vaye di nava nanekî de parçeyek penîr heye.
Ez şaş mam.
Hinekê fikirîm, piştre têgiham ku gava ez li mal bûm, dayika min bilez ew kiribû berîka min de.
Û min keyfa ji ber ku ez dê rojek dî bêbirçîbûn derbas bikim kir.
Aziz GÛLMÛŞ
Pisporê Perwerdeya Xwendinê/Nivîskar |
|