|
Aziz Gûlmûş: EMANETÊ BI QÎMET |
2010-07-13 15:47 |
|
|
Nivîs: Aziz Gûlmûş
Wergêr ji tirkî: Dr.Cuwan Heqi
Jêder: www.sercavan.com
Me li cihê îşkenceyê de nerehetiyek, lez û bezek ferq kiribû.
Lê gelo çi diqewimî, me pê nedizanî.
Ji ber ku çavên me girêdayî bûn, bes em pê dihesiyan û herweha me hewil dida ku em ji axaftinên polîsan tê bigihin gelo çi diqewime.
Ji ber axaftin û diyalogên di navbêna îşkencekeran de em tê gihan ku wekîlê (miletwekîlê) CHPê, yê rehmetî, Hesen Deger ji bo lêpirsînê anîbûn.
Piştî demekê ew anîn ba me.
Me dît ku polîsên îşkenceyê bi wî ve ji nêzîk ve eleqedar dibûn.
Polîsên ku ew nedinasîn ji hevalên xwe dipirsîn:
-Ev kesê nû ku we (niha) aniye kî ye?
Yekî dî:
-Hesen DEGER e, yê ku 5-6 deman wekîltiya CHPê ya Dîyarbekirê kiriye.
-Çima anîne? Sûcê wî çiye?
-Kurê min, (kurro) ev zilam siyasetmedar e, ji ber vê yekê ew anîne!
-Ohooo... ger em her siyasetmedarekî bînin, Welleh li vir cih namîne!
-Hê baştir e loo; ji kêmahî ve wê tu di pêş de bêjî : Min li miletwekîliyan xistiye û ew dane qêrrîn, ma xirab e?, got û polîsan di neqeba xwe de kenîn.
Di wê navê re, Hesen Deger ku dengê axaftina polîsan di navbera wan de guhdar dikir, got:
-Kurro û tirro! Herroj hun li ber deriyê min wek kûçikan digeriyan. Ma min hindik xwarin û pereyên cigareyan daye we, hey çeqelan!
Divê hun bizanin ku hun serê min jî biperçiqînin, ez nakim qêrr, hema keyfa xwe neynin!
Gava wî ev gotin got, me hemûyan dest bi kenê kir.
Yekî ji îşkencekeran:
-Binêre Xalê hesen, emê piştî kêlîkê te bibin cihê lêpirsînê, hingê tê bikî qêrr, yan jî nakî qêrr, emê bibînin! Me li vir çiqas kesên mêrxas dane qêrran!
Hesen Deger:
-Kesên Tirro û Fiso dikin qêrr, ez nakim qêrr! Ez Hessoyê Zaza me, haa!
Îşkencekeran çûn.
Piştî demekê, îşkencekeran bi tirs ketin hundûrî, û gotin:
-Yawo Xalê Hesen te çima çavê xwe vekiriye? Wellehî carekî dî tu çavên xwe vekî, vê halê emê lingên te jî girêbidin, bizane ha!
Hesen Deger:
-Gava çavên min bigirtîne ez nikarim nefesê bistînim.
İşkencekeran:
-Yawo tu bi xatirê Xwedê kî, ma tu bi çavên xwe nefesê distînî?
-Ma te çi pê ye, ez bi çavên xwe nefesê distînim, çi bi te ketiye?
Ji ber ku Hesen Deger çend caran çavên xwe vekiribû, polîsan mecbûr man ku îfadeya wî bigirin, da ku wî binçav bikin.
Ji ber vê yekê ew ji bo demeke kurt birin û dîsa anîn ba me.
Lê Xalê Hesen sohbeta bi der dora xwe re jî îhmal nedikir.
Ez bi wî re, çavên min ku girtî bûn (çavgirtî), axivîm.
Min xwe pê da naskirin.
Ew dostekî nêzîk yê bavê min bû.
Ez naskirim û dest bi sohbetê kir:
-Xwarzî, mereqê neke, ez ji vir derkevim ezê te jî xilas bikim. Ez bavê te wek birayê xwe, jê hez dikim.
Li pêşberî vê niyeta qenc ya Xalê Hesen, min tiştek negot. Ji ber ku wî xwe hê jî wek miletwekîlî dizanî.
Ew rû bi rû bi xeterbûna vî karî tênedigiha.
Min gava jê re got: ”Gelek spas Mamo, lê ezê li vir demekê bimînim”, wî got min:
-Na... na... tu jî mîna min her serê kêlîkê çavên xwe veke, wê te jî nikarin wisa li vir gelekê bihêlin, loo...! Ev kûçikên he tirsonek in, haa!!
Îşkencekeran hatin da ku wî ji bo binçavkirinê, bibin, ew rakirin şipiya.
Tam gava ew diçû, got min:
-Xwarzî, di navbera yek-du rojan de ezê te berdim, mereqê neke! Û piştre berê xwe da polîsan û got:
-Binêrin, ev kurê he xwarziyê min e. Nabe hun li wî bidin, haa! Ew emanetî we ye!
Ji ber ku Apê Hesen ”berx teslîmî gur dikir” ango ew teslîmî ”destên saxlem, ewlekar...” kiribû...li ser van gotinên wî herkes kenîn.
-berdewam dike
Aziz GÛLMÛŞ
Pisporê Perwerdeya Xwendinê/Nivîskar |
|