|
Aziz Gûlmûş : MELLE |
2010-07-22 18:38 |
|
|
Nivîs: Aziz Gûlmûş
Wergêr ji tirkî: Dr.Cuwan Heqi
Jêder: www.sercavan.com
Qêr û hawar bûbûn parçeyek ji jiyana me ya rojane.
Gelek kêm caran gava ku dengên qêr û hawaran kêm dibûn, hingê em têdigihan ku îşkencekeran yan çûne bêhnvekirinê, yan jî çûne xwarin xwarinê.
Di wê demê de, me bi çavgirtî di nava xwe de sohbet dikir.
Wek ku “Diyaloga nava koran de” bû...
Di van axaftinên xwe de, me kesekî ku ji Batmanê bû, jê re digot “Melle”, bi navê Nezîr nas kir. Û em bê ku hev bibînin, bûn dostê hev yê nêzîk û me jê hez kir.
Ji bo çi sedemê ew sûcdar dikirin, nizanim, lê ya tenê ku min pêdizanî, wî bi israr ji îşkencekeran re weha digot: “Min ti kes nekuştiye!” bû.
Dîsa destekê bi qirpika min girt û ez birim.
Û weku hertim û digel pirsên xuya, ez di bin îşkenceyên herî xirab û giran re derbas kirim û herweha bi şoka elektrîkê ji ser hişê min birim.
Îşkencekeran ez anîm avêtim nava girtiyan.
Û gava wan dît ku demek dirêj ez bêhiş mam, ew nerehet bûn, ketin nava panîkê de.
Ji ber ku wan nedikarîn min bînin ser hişê min, di nava xwe de digotin “Ew mir”.
Ez birim, li qismek dî danîm. Cilên min jî avêtin ba Melle û gotin wî: “Kuro, Melle! Ev cilên he ji aliyê hevalê te ve ji bo yadîgar in. Te bivê wan li xwe bike, te bivê jî wan hilêne!”.
Melle ji bo mirina min gelek xemgîn bû- heya ku wî bi giryane Fatihayek li ser ruhê, canê min xwendî bû...
Ji bo ku demek dirêj ez bêhiş mam, îşkencekeran bi masaja dil ez dîsa “anîm jiyanê.”.
Piştre da ku ez bêhna xwe vekim, avêtim odeyek cuda de.
Piştî du rojan ez anîm li cihê berê rûniştandim.
Me, di navbera mesayiyê, bêhnvekirinna îşkencekeran de dest bi axaftinê dikir.
Da ku ez bizanim hevalê min Melle li odeyê ye, yan na, bi dengek nimz min gazî kir:
-Melle! Melle! Tu li kî derê yî?.
Lê ti deng ji Melle nedihat.
Min ji xwe re got “bawerke ew ji bo binçavkirine birine!”
Lê dixweya ku Melle digot qey dengên xeybê gazî wî dikin. Ji ber vê yekê heya ku wî ji xwe re digot: “Aziz li wê hêlê gazî min dike, nexwe mirina min jî nêzîk bûye!” Piştre gava min dengê Melle bihîst, têgiham ku ew nebirine bo binçavkirinê.
Û bi keyfxweşiyekê min dîsa gazî wî kir:
-Melle ! Melle
-....Ti deng nedihat.
--Melle ! Melle ! Gava min got: Ez li virim, ber bi min ve were!
Vê halê bersivek ji Melle hat:
-Euzu Billahî mîne şeytani recîm, Bismillahîrrahmanîrrahîm!
Û Melle bi dengek bilind dest bi xwendina duayan kir û got:
-Hevalno, ruhê, canê hevalê me Aziz yê ku li vir hatiye kuştin, gazî min dike. Heqê xwe li min helal bikin. Ez jî diçim.
Piştî wî ev gotin got, wek ku ew ji xwe re bêje: “madem ezê li vir bimirim, ya qenc ew e ku ez kêrî tiştekî werim” û bi dengek bilind dest bi sloganan kir:
-Bimre mêtingehkarî! Bimre Faşîzm! Bijî berxwedana serbilind ya miletê kurd! Kurdistan dê ji mêtingehkaran re bibe goristan!
Her yek ji kesên îşkencekeran, ku dengên sloganan bihîstin, hatin kom bûn.
Û da ku Melle bêdeng bikin li wî dîxistin.
Yekî ji îşkencekeran:
-Kurro, min ti nemabû pêbawer bim ku ev kesê he bêsûc e! Ew kesê ku weqas van sloganan dizane, bêgoman ew mîlîtanekî gelek baş hatiye perwerde kirin! Vi qu...deyî bo lêpirsînê zû bibin!
Mele bi xire-cirê birin.
Wî jî her ji ber fikra ku: “Her ezê bimrim” bi ziravî berdewamiya qêrîna, gotina sloganan dikir.
Û vaye “mirina min” mîlîtantî û qeweta, hêza berxwedana ku di kûrahiya ruhê Melle de veşartî bû anî ser rûyê erdê.
Ji min re bes : “Bıji Melle! Bıji Berxwedana Melle” mabû.
-Berdewam dike-
Aziz GÛLMÛŞ
Pisporê Perwerdeya Xwendinê/Nivîskar |
|