|
Aziz Gûlmûş: SEMPATİZAN |
2010-08-04 20:16 |
|
|
Nivîs: Aziz Gûlmûş
Wergêr ji tirkî: Dr.Cuwan Heqi
Jêder: www.sercavan.com
Taliyê de lêpirsînên me tewa bûn.
Ez û grûbek ji hevalên min derêxistin mehkemeya (dadgeha) eskeriyê (sikiyonetîmê).
Berî ku me derêxin dadgehê, em li odeyek biçûk demekê sekinandin.
Piştre navên me xwendin û em daxistin pêşiya sawcî.
Sawcî, kesekî kej (zer), efserekî (subayek, yûzbaşiyek) hewacî (asmanî) bû.
Ji ber ku sawcî rûyê xwe tirş û tahl kiribû, têgiham ku ew wê min binçav bike.
Lê hêviya hevalên min yên dî hebûn ku ew wan berde.
Sawcî ji kesê herî li rêza serî destpêkir û kesnameya me yeko- yeko tesbît kir.
Ewilê lêpirsîna min dest pê kir:
-Tu endamê rêxistina……. yî?
-Na!
Sawcî aciz bû:
-Kurro qu.. de, tu çi inkar dikî? Îfadeya hevalên te li vir e…
-Birêz Sawcî beg, ew îfade di bin îşkenceyan de hatine girtin. Binêre, laşê min hemû riziye; bi rojan xwarin nedan min; bi job û ava tazyîkê; bi elektrîk û hilawistina filistîniyan ez îşkence kirim. Silah êxistin serê min de. Ez bi kuştinê tehdît kirim. Hevalan jî ji mecbûrî ew îmze kirine!, min got.
Sawcî bi ûslûbeke (awayeke) ku henekê xwe li yekî bike, got:
-Erêê? Çima nabêjî tu ji mizgeftê anîne, loo.
Piştî lêpirsîna min tewa bû, dor giha hevalekî min, Mistefa- ku ew wek insanekî saf dihate naskirin.
Sawcî dîsa bi rengekî kenê xwe bi mirov bike, got wî:
-Nebe ku tu jî ji mizgeftê anîbin?
Hevalê min jî xwe wek masiyê sazan, avête nav û dest pê kir:
-Abê, tam ez diçûm mizgeftê polîsan ez girtim.
Sawcî bawer kir ku ew henekê xwe bi wî dike, rûyê xwe tirş û tahl kir û got:
-Kurro hey qewwad, derewan neke!
-Wellehî ez rastiyê dibêjim. Ger tu bixwazî ji polîsan bipirse.
-Tu diçûyî mizgeftê da ku nimêj bikî?
-Na Welleh, ez gelek tengijîm, ezê biçûma tuwaletê, polîsan ez ji ber derî girtim.
Sawcî bi awayekî aciz dest bi girtina îfadeyên kesên dî kir.
Ji kesên ku digotin ”ew ne endamên ti rêxistinan in”, sixêfên herî giran, xirab digot.
Lê j re i bo yên ku digotin ”ew endamên rêxistinekê ne” re jî digot:
-Erê, tam wisa dirûst be, kurrê min.!
Wî wan kesan bi ”aferînan” perrû, xelat dikir.
Ji hevalekî, ku ew jî bi safbûna xwe dihate naskirin, pirsî:
-Tu? Endamê ....rêxistinêyî?
Hevalê me bi awayekî saf got:
-Wellehî ez nûka ketime vê rêxistinê, hê sempatîzan im.
Da ku ez nekenim min lêvên xwe gez dikir.
-Keyfa te ji çi tiştên ve rêxistinê re hat?
-Ji ber abê min Azîz..
Sawcî tênegiha.
-Yanî çawa?
-Ez gelek hez abê xwe Azîz dikim. Ji ber vê yekê gelek hez rêxistina wî jî dikim.
Di vê rêxistina wî de biraderên mezin, yên dî jî ku di ûniversîteyê de dixwendin, hene.
Di pêş de, gelek ji wan wê bibûna doktor, ebûqat, mihendiz, hakim û sawcî.
Û herweha dê di nav tebeqeya bilind de wê hevalên min çêbûna. Ji ber vê çendê min gelek ji vê rêxistinê hez kir.
Wellehî ji rêxistina …… jî gelek daxwaz ji min kirin. Lê ji ber ku hemû serserî, vale, bûn min qebûl nekir.
Ji ber ku rêxistina abê min Azîz hê bêhtir sosyete bû, min rêxistina wî tercîh kir.
Geşbûnek kete ser rûyê sawcî.
Bi rengek beşişî dîsa pirsî:
-Ezê çawa bizanim ku tu derewan nakî?
Hevalê min yê sempatîzan got:
-Êêêê… xwezî li ser eniya insanan lempeyek hebûya û gava mirov derew bikiriya ew lempe pê biketa û vemiriya!
Da ku em kenê xwe nedin xuyakirin, me bi her du destên xwe rûyê xwe digirtin.
Sawcî jî kenek mezin kir, piştre berê xwe da min û got:
-We dê bi van ehmeqan şoreş bikiriyan?
Piştî ku îfadeya me temam bû, wan em li ser daxwaza ji bo girtinê rêkirin dadgehê.
Lê hevalê ”Sempatîzan” serbest hate berdan.
Ji bo ku em dakevin pêşiya hakim, dîsa em anîn odeya bo bendewariyê.
Hevalê me yê ku serbest hatiye berdan her moral dida me:
-Kurro, hîç mereqê nekin! Bi dîn û îman heya ku sawciyên wisa (mîna vî) ehmeq hene, wê we hemûyan serbest berdin!
Em li ser vê gotina wî ji kenînê xira bûn û ji xwe kî ”ehmeq” e ji aliyê biryara mehkemeyê ve hatibû eşkerekirin, tescîl kirin.
Berdewam dike.
Aziz GÛLMÛŞ
Pisporê Perwerdeya Xwendinê/Nivîskar |
|