|
Aziz Gûlmûş: KîKirKîîî?! |
2010-08-12 14:29 |
|
|
"Ki kiribe kê, ma çi bi te ketiye, hey dîkê bêedeb (bêterbiye)!"
Nivîs: Aziz Gûlmûş
Wergêr ji tirkî: Dr.Cuwan Heqi
Jêder: www.sercavan.com
Mirovekî min ku li Diyabekirê dima, ji bo ziyareta min, heya Stenbolê hat.
Çend rojan li ba me ma, me hesreta xwe ya welêt bi hev re derbas kir.
Min ji wî re got: “Ez hê jî hînî Stenbolê nebûme. Nerehet im. Dixwazim wek ku li gund, gava li ser serbanî dirazaham, bi dengê keran û dîkan hişyar bibim”.
Bi vî awayî min bêhrîkirina xwe jê re got.
Piştî ku mirovê min vegeriya Diyarbekirê, karê wî yê ewil ew bû ku wî ji bo min dîkek bi mirovekî dî yê min, ku hat Stenbolê, rêke, bû.
Di bingeha xwe de, wî belkî dixwest kerekî rêke, lê ji ber ku ker dikare gelek cih bigire, wî mirovê min xwest ku ez niha xwe “bi vî dîkî îdare bikim!”
Di pêş de, ger qismet û nesîb çêbe, ew dê kerekî jî ji min re rêke.
Dîk bi saxlemî gihişte destê min. Keyfa min hat, “wek ku ez bi bêhna welêt hesiyabûm”.
Û di mala xwe ya misteqil de, min kozikek ji bo wî pêkanî.
Zarokên min, ji min bêhtir eleqeya wan bi dîkê welêt re hebû.
Êrêê... ew çi be jî , “ew berhemê kultura me ya neteweyî” ye.
Li malê herkesî dîkê welêt li ser destan xwedî dikir- yên ku bi xwarina wî ve, yên bi vexwarin, koxikê wî ve mijûl dibûn- herkesekî li malê karekî wî li xwe parve kiribû.
Êdî ez wek ku kêmtir bi hesreta welêt dihesiyam. Lê min ji xwe re digot: "Axx, xwezî kerek jî hebûya, wê çiqas xweş bûya..."
Sibehan bi bangdana wî, ez ji nav cihan, mîna zarokan, derdiketim û diçûm balkonê û bi keyf min li jêr temaşeyî dîkê xwe dikir.
Jixwe bangdana wî “Kî kir kîîî?!, keyfeke ecêb bi min re çêdikir.
Lê xuyabû ku cîranê min yê ji Karadenîzê, Bayram, ji bangdana dîkê me nerehet bûbû, carekê hat ba min û şikayetên xwe rêz kir:
-Heyrano, şikayeta min ji vî dîkê te heye! Heya berê sibê nikarim razim. Jixwe ev dîkê he başqe bang dide, ne wek van dîkên li van deran e!
Ez kenîm û min jê re got:
-Binêre apê Bayram, ma tirkiya min û ya te mîna hev e? Na... Em cûda diaxivin. Cûdabûna bangdana dîkên me jî normal e. Yê me “bi kurdî bang dide.”
Gava min ev got, dikê me di eynî demê de dest bi bangdanê kir.
Apê Bayram berê xwe da min û pirsî:
-Çi got?
Min jî got dibêje: “Ki Kir Kîîî?!”, Yanî : Kî Kiriye Kê?!”
Rûyê apê Bayram tirş û tahl bû, hîç tiştek negot û ji wir çû.
Sibehekê zila deriyê me bêrawestan lêda.
Hê min negotî “ev çi kesên bêminasebet in”, zarokên min di balkonê re erebeyek ya polîsan dîtin û gotin:
-Yabo polîs hatin!
Gava çûm balkonê, polîsan berê xwe dan min û gotin:
-Aziz beg, dikarî werî xwarê, di derheqa te de şikayet heye!
Bê ku cilên xwe biguherim, çûme xwarê.
Polîsan:
-Aziz beg, tu dîkan xwedî dikî. Cîranên te ji vê yekê şikayetê dikin!
Min di cih de zanî ku kî şikayeta min kiriye: Apê Bayramê laz...
-Baş e , em herin....
Ketim erebeya polîsan de...
Polîsên qaşo bi rêzgirtina hiqûqa cîhanî ve bi tememaî girêdayîne û wan bi îsbatan- da ku bigihin yê sûcdar- ji xwe re kiribûn mîna adetê...
Me dîkê me yê sûcdar jî digel xwe bir, em çûn qereqolê.
Di şikayeta xwe de hatibû agahdarkirin ku dîkê min bi kurdî jî bang dide.
Yê komîser îfadeya min stand û pirsî:
-Dîkê te bi kurdî jî bang dide, rast e?
-Erê.
Yê komîser şaş ma.
-Baş e, gava bang dide, çi dibêje, tê digihî?
-Erê... têdigihim. Dibêje “Kî Kir Kî”. Ev jî ango “Kî Kir kê! ye.
Yê komîser:
-Wî fêrî tirkî bike!
-Wextek dirêj dê bistîne. Ji ber ku dîk serhişkin. Ji ber vê yekê ji wan re bi kurdî tê gotin “Dîk”.
Ew bi hesanî dev ji tebîetên xwe bernadin. Hun vî dîkî bibin bo dardakirinê jî , ew ji ya xwe naye xwarê, dev jê bernade! Ew wê xwe di dadgehê (mehkemeyê) de biparêze!
Jixwe jî qirrika wan li gor zimanê kurdî hatiye çêkirin, şekilkirin. Ger mirov zorê bidiyê da ku ew bi tirkî fêr bibe, ew dê dengên ecêb, tênegihiştî derêxe! Û ev deng dê wan bêxe nav nerehetiyên psîkolojîk de. Hingê ev jî dibe binpêkirina (îhlalkirina) mafên heywanan.
Ji ber vê yekê, ev daweya he dikare bibe daweyek ya navneteweyî!
Wê demê em, dê wek milet, bikevin rewşek zehmet, tengas de!
Yê komîser demek dirêj fikirî û piştre got:
-Birako, dîkê xwe bibe! Çi bi min ketiye ev mehkemeyên wisa bibin bela serê min!
Û wî berê xwe da yê xwedî şikayetê, Bayramê laz:
-Carek dî qereqolê bi van şikayetên virt û vale ve mijûl (meşgûl) neke!
Carek dî li şûna dîk, ezê te bêxim hindûrî, bizane haa!”.
Min dîkê xwe da ber hembêza xwe û ji qereqolê derketim..
Li cadeyê, pêşberî min, Bayramê laz li benda erebeyê sekinî.
Rûyê xwe tirş û tahl kiribû, pozê wî bostekê şirr û dirêj bûbû û wî bi ters ters li min dinêrî.
Dîkê min li ber hembêza min, wek ku ew girrê xwe bi Bayramê laz bixe, bang da:
“Kî Kir Kîîî!?!”
Bayramê laz ji qehra dikir har bibûya.
Aziz GÛLMÛŞ
Pisporê Perwerdeya Xwendinê/Nivîskar |
|