|
Aziz Gûlmûş: Ji alê rastê ve bijmêre! |
2010-08-19 15:26 |
|
|
Nivîs: Aziz Gûlmûş
Wergêr ji tirkî: Dr.Cuwan Heqi
Jêder: www.sercavan.com
Em herî bêhtir liqayî lêdan û îşkenceyan, di demê jimartinê de dihatin..
Çi cara wextê jimartinê dihat, em diketin stresekê de.
Ewilê di qula deriyê hesin re eskerên gardiyan gazî dikirin:
-Qawîşa 5ê, rewşa jimartinê bistîîîninnn!
Gava wan wisa digot, lezûbezekê, tirsekê em digirtin û em dibezin, me xwe li kêleka hev rêz dikir û em li benda hatina eskeran diman.
Di derî re 7-8 eskerên bi kîn û nefretan, aciz û tengijî- mîna gurên birçî û di destê wan de dar û sope û jopan, diketin hundûrî.
Bi vekirina derî re, berpirsê qawîşê li pêşiyê, bi dengek bilind digot:
-Qawîşa 5ê, bi mewcudiyeta xwe ya 45 kesan ve di emir û xizmeta we de amadeye, qumandanê min!
Piştre:
-Bir, iki, ûç...
Û jimartin dest pê dikir û yê dawiyê jî digot:
-45, dawiye, qumandanê min!
Jimartin jî wisa tewa dibû.
Di demê jimartinê de, ger kesekî bi derengî bigota, yan jî xelet bikiriya; li derekî bialiqiya, dê hemû kesên di vê qawîşê de bi rêzê ve lêdan bixwaran!
Û jimartin diviyabû ji nû ve destpê bikiriya.
Bi vî awayî bi seetan, bi rojan, pirrcarên ku me lêdan xwarine hene.
Gelek kêm caran jimartinên ku me bêlêdan û bêîşkence derbaskirine tên bîra min.
Zehmetiya me ya herî mezin ew bû kesên ku bi tirkî nedizanîn û wan gotina reqeman xelet dikirin, yan jî di gotina wan de dialiqîn, bûn.
Ji bo qawîşê, du birayên hev yên extiyar, Tahir û Yunus, du gundiyên belengaz, anibûn.
Van rebenan gotinek tenê jî bi tirkî nedizanîn.
Ji ber ku van extiyaran bi tirkî nedizanîn û di demê jimartinê de xelet dikirin, me bi rojan ji ber vê çendê lêdan dixwar in.
Hercaran eskeran:
-Divê ew bi xwendin û nivîsîna tirkî werin fêrkirin, lê hene emê di qawîşê n..n!, digotin û diçûn.
Piştî çûyina wan, me, da ku lêdanê nexwin, ew fêrî gotina jimaran, fêrî axaftina bi tirkî dikirin.
Taliyê de, me Yunus fêrî jimaran kir.
Lê me nekarî em apê Tahir, ku extiyartir bû, fêrî bikin. Wî zû jibîr dikir.
Ji ber vê yekê me ew li kêleka berpirsiyarê qawîşê disekinand.
Û me bi qurban û heyran jê re digot:
-Binêre xalê Tahir, tu wê bêjî “îkî!” û xilas!
Me ev yek bi wî çend caran dubare dikir.
Piştre jimartinê dest pê kir.
Piştî berpirsiyarê qawîşê amadekarî pêşkêş kir û wî got:
-“Bir !”
Çavên herkesî man li benda xalê Tahir...
Gotina “îkî” ku ji devê wî serrast derketibûya wê wî em xilas bikiriyan!
Xalê Tahir ji ber heyecanê, mîna robotekî matmayî ma, nekarî tiştekê bêje!
Me dîsa lêdanek xirab ya vê şevê xwar...
Gava eskerên gardiyan çûn, em li hev civiyan- li ser çareseriya vê yekê fikirîn.
Yekî ji hevalan got:
-Em xalê Tahir di rêza "On"ê (dehê) de bicih bikin!
Me peşniyara wî hevalî maqul dît û biryar girt ku ji vir û pê de em dê xalê Tahir di rêza “On”-ê de bicih bikin.
Di tevahiya rojê de me gotina “On” bi wî dubare dikir.
Êdî gava ew liqayî her hevalekî dihat wî digot “On!”
Wê demê rûye me geş dibû û em dikenîn.
Em ji vê şevê, ku dê jimartinek gelek hêsa derbas bibe, gelek piştrast bûn.
Ji ber vê çendê em neketin stresekê de- em rehet bûbûn.
Eskeran dîsa mîna berê, bi awayekî bi kîn û nefretê digel darên xwe bi qêrr, di lingên wan de şimik û terlik , wisa daketin hundûrî.
Piştî pêşkêşkirinê, wan emir dan:
-Ji alê rastê ve bijmêre!
Hevalê ku berpirsiyarê qawîşê û li herî alê rastê bû, got:
-Bir! (Yek)
Yê dûv wî û pê de:
-İki!
-Ûç!
-Dort!
-Bêş!
-Alti!
-Yedi!
-Sekiz!
-Dukuz!
Dawiyê de dor giha Tahir.
Em xweş pêbawer bûn ku wî dê bi hesanî bigota “On!”
Ji ber vê yekê em bi ti heyecan, yan jî tirse nedihesiyan.
Bala herkesî ket ser xalê me Tahir.
Xalê Tahir çima nebêje:
“-Sêq...z !”
Dinya me têkilhev bû.
Ev “Sêq..z !” jî ji kî derê derket?
Li aliyekê me xwe digirt da ku em nekenin, li aliyê dî jî me di hundûrê xwe de sixêf ji wî re dikirin.
Dîsa me lêdanên herî xirab xwar in.
Em perîşan bûbûn!
Dilê çend hevalan ji ber vê lêdanê borîn, ew ji ser hişên xwe çûn!
Her der dîsa bi xwînê hatibû dagirtin.
Piştî jimartinê, hinek dikenîn, hinek jî bi xalê Tahir re aciz dibûn.
Herkesî tiştek digot.
Xalê Tahir, wek kesek sûcdar, di ranzeyê, textê xwe de rûniştibû û hewil dida ku bersiva herkesekî bide.
-Ey xalê Tahir, ev “Sêq..z” ji kû derket? Ma me negot tê bêjî “On?!”
Xalê Tahir:
-Guneh ne yê min e, yê li kêleka min e!
Çimkî wî got “Duq..z!”, ez jî têgiham ku divê bêjim “Sêq..z!”
Gava wî ev got, bi ser wan hemû lêdanên xirab ku me warine re jî, li qawîşê kenek me yê mezin dest pêkir.
Aziz GÛLMÛŞ
Pisporê Perwerdeya Xwendinê/Nivîskar |
|