|
M.Sanri: Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê |
2010-10-06 22:33 |
|
|
Îsmaîl Beşikçî vê carê berê tîrên xwe da tîraniya PKK-ê û berdevkên wê yên bêsewiye
Taybetmendîyeka gelek diyar ya berdevkên derdora PKK-ê heya ko, kurdên li dihola şerî ya PKK-yê nedin wekî “kurdên dewletê an jî hevkarê dewletê” bi nav dikin. Nemaze ji eyama ko hindek pêşketinên demokratîk di dema hikûmeta Ak Partiyê rûdane, dest pê kirine de, êdî di televîzyon, radyo, rojnameyên tirkan de ji gelek aliyan ve guftûgoyeka berfireh di heqê mijara doza kurdan de têt kirin. Hindek rewşenbîren kurd jî carinan beşdariyê li van gugtûgoyan dikin. Nemaze yekî wekî Umit Firatê ko heya asteya dawiyê demokrat, medenî ye û qet ti caran dihola tundûtijiyê na şarîne û entelektuelekê kemilî ye, yekî wekî Muhsîn Kizilkayayê ko hemî havênê xwe ji kurd û kurdiya orjînal wergirtiye, di van guftûgoyan de hertim argumentên îdeologên nîjatperestiya tirkan vala derdixin, di çavê berdevkên bêsewiyê yên PKK-yê de wekî “kurdên dewletê ne”.
Her Abdullah Ocalanê ko lîderê PKK-yê ye, bêyî ko haya wî ji jiyana ji rêzê, mitewazî ya Umît Firat hebe ji beriya du salan digot: “Umît Firat ji Kurdistana Iraqê û hikûmeta tirk bi bahayê mîlyar dolaran îhale wergirtine” Ji ber ko Umît Firat li dihola Ocalanî ne dida.
Her li gorî berdevkên PKK-ê û derdora wê hemî kurdên ji bo herifandina dîwarê destûra kodateya leşkerî ya 12-yê îlonê “dengê erê” jî dayîne “kurdên Ak Partiyê ne”! Yanî li gorî zihniyeta derdorên PKK-ê ti kurdek wekî takekes çênabe hebe, xwedan bîrûbawerî û jiyaneka bi rûmet be, yan divê “kurdê Ocalan ew çêkirî” yan jî “divê kurdê dewletê” be.
Van êrîş bêsewiyetiyên derdora PKK-yê mûminekî wekî Îsmamîl Beşikçî jî anîn niqteya ko ferewan bike.
Îsmaîl Beşikçî di nivîsek ya xwe ya vê dawiyê de, atmosfera ko nû li Tirkiyeyê çêbûye û bi vê ve girêdayî guftûgoyên berfireh yên ko di heqê kurdan de tên kirin diparêze û îşaretê li helwesta nedomkratîk ya PKK-yê û derdorên wê dike. Beşikçiyê ko hemî temenê xwe bi lêkolîn û analîzên di heqê kurdan de derbas kiriye û bi salan şerê çekdarî yê gerilayên PKK-yê bo doza miletê kurd parastiye, di nivîsa xwe ya bi navê “Aydinlar…” de-ko di malpera rizgarî de hatiye weşandin-, balê dikişîne ser tîraniya PKK-yê jî û kuştina wan kesên ko vê rêxistinê di nav xwe de kuştine û dibeje:
“Wekî kuştina Mehmet Şenerî, di nav PKK-yê de kuştina bi seda kesan heye. Kesên ko keçên wan, kurên wan, ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin, gundên wan hatine şewitandin, li ber pêla kuştinên bikujên wan nediyar ketine, bi awayekî li mafê xwe digerin û dengê xwe bilind dikin. Lê kesên ko kurên wan, keçên wan ji aliyê havalên wan ve, ji aliyê PKK-yê ve hatine kuştin, ketine di bêdengiyeka kûr de, destê wan bi temamî ji jîyanê hatiye qut kirin. Merciyek nîne ko ev malbat serî jî lê bidin…”
Rêzdar Beşikçî dibe ko dilê wî nagire bêjê ko “bi hezaran” lewma dibêje “bi sedan kesên ko PKK-yê di nav xwe de kuştine”. Lê Abdullah Ocalanê serokê PKK-yê berî du salan di hevdêtina digel aboqatên xwe de beyî ko, dudiliyek pê rê çêbe û bêyî ko pakiyekê ji mafê mirovan jî bike digot: “PKK-yê di nav xwe de 15 hezar kes kuştin”.
Kurdên ko li ser navê PKK-yê û BDP-yê ji dewleta tirkan edaletê dixwazin û dixwazin bikujên kuştiyan derbikevin navê, qet carekê tenê jî naêt bîra wan, ji PKK-yê û serokê wê bipirsin, ka PKK-yê çawa 15 hezar mirov di nav xwe de kuştin, ev kî bûn, ji ber çi û bi çi awayî hatin kuştin? 15 hezar kuştî li nava çavê van edaletxwaz, demokrasîxwaz û mafparêzên PKK-yê û BDP-yê dinêrin. Bo nimûne yêkî wekî Hasîp Kaplanê ko bi bara-barê xwe kaplanê-pilingê hiquqa navnetewyî dibîne, li himberî tîraniyên PKK-yê bêdeng, ker û kûr e. Heta dikare ew qes bêşerm bibe ko, ji beriya Cejna Remezanê biçe erdek wekî Gundikê Melî-girêdayî Şernex e- jî berdevkiya tîraniya PKK-yê bike û bêje “divê hon cejna xwe jî pîroz nekin û neçin ser sandikên dengdanê jî”. Helbet e gundî dizanin ko Hasip Kaplan van, gotinan wekî tehdîdeka PKK-yê ji wan re dibêje. Hasip Kaplan qet rojekê nehatiye bîra wî bipirse, bêjê gelo ji ber çi PKK dixwest wî bi xwe jî bikuje… wijdan û edelat ew e ko însan li himberî hemî tîranên mezin û biçûk xwedanê yêk helwestê be… ne ew ko dema tîranek rabe te bike “mebus” an jî “nivîskar” tu kilîtê li deriyê hemî heq, hiquq û wîjdanê bidî…
Wesa xuya dike ko êdî durûtî û bêşermiyên bi vî awayî bêhn li yekî wekî Îsmaîl Beşikkçî jî êdî teng kiriye.
Beşikçî di heman nivîsa xwe de, balê dikêşe ser kesêkî wekî Hasan Bildiriciyê ko di her fersendê de heqaretê li rewşenbîrên kurd yên wekî Umît Firat, Muhsîn Kizilkaya û Kemal Burkay dike û dibêje: “Ez jî van biraderan nas dikim. Jiyaneka wan ya mitewazî heye. Umît Firat mirovekî girêdayî malbat û hevalên xwe ye. Hevaltiyên wî yên ji 50 salan zêdedir hene. Mirovekî hemahengê xwe ye. Girêdayî hêjayiyên kurdan e” Her ew dibêje, “Kemal Burkay jî ji bo kurdan federasyonê dixwaze û mercên ko Tirkiye hatiye tê de ko, wezîrê navxweyî yê Tirkiyeyê xwe mecbûr bibîne ko bi telefonê digel Kemal Burkay peywendiyê dane, tişetekî baş e.”
Lê mixabin ji berdevkên bêsewiyê yên derdora PKK-ê re û yên wekî Hasan Bildirici re, tiştekî baş tune ye, mirovên mitewazî tune, mirovên digel xwe hemaheng, mirovên girêdayî hêjayiyên derdora xwe û miletê xwe tune. Tenê yêk girêdan heye ew jî divê tu girêdayî tîraniya PKK-ê û serokê wê Ocalan bî. Dema ko tu metahiya Ocalan û PKK-yê ji nivîsên yên wekî Bildiricî derbêxî dimîne nêvî, ew nêviyê mayî jî hemî wekî heqaretnameyên li himberî kurdên ji derveyî PKK-yê ne. Zihniyetek hov e, yan divê kurd PKKyî bin an jî hemî heqaret û êrişan heq dikin! |
|